• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji bo bîranîna rojnameger Seyît Evran Komuna Çapemenî û Dîjîtalê hat avakirin

    Ji bo bîranîna rojnameger Seyît Evran Komuna Çapemenî û Dîjîtalê hat avakirin

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Rojeva Mîçotakîs û Netanyahû hevgiriya leşkerî û Tirkiye ye

Navenda Nûçeyan / AW

21 KANÛN 2025 - 10:14
Kategorî: CÎHAN
A A
Şêwirmendê Polîtîkayên Dereyî yê Serokwezîrê Yewnanistanê Sotiris Serbos berî hevdîtina Serokwezîrê Yewnanîstanê Mîçotakîs û Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû axivî û diyar kir ku hêza leşkerî ya ji hêla Îsraîl, Yewnanistan û Qibrisê ve hatiye avakirin dê li hemberî Tirkiyeyê bibe mertalê parastinê û angaşta Tirkiyeyê ya “welatê şîn” ji holê rake.

Rikeberiya di navbera Îsraîl-Yewnanistan-Qibris û Tirkiyeyê de li deryaya Ege û rojhilatê derya Spî hindî diçe zêde dibe. Şêwirmendê Polîtîkayên Derveyî yê Serokwezîrê Yewnanistanê Sotiris Serbos bi bîr xist ku demek berê di navbera Îsraîl-Yewnanîstan û Qibrisê de hêzek hevpar a leşkerî hatiye avakirin û wiha got: “Ev hêz ji bo me gavek dîrokî ye. Armanca vê hêzê û hedefên wê yên sereke ew e ku li dijî hemû gefan berjewendiyên me biparêze. Ango ev hêz dê li hemberî Tirkiyê wezîfeya mertalekê bibîne.”

Mîçotakîs û Netanyahû ji bo mezinkirina tifaqê tên cem hev

Serbos di beyana dayî çapemeniyê de got ku tifaqa Îsraîl û Yewnanîstanê berî her tiştî dê stratejiya, “welatê şîn-mavî vatan” ya tirkiyeyê bêbandor bike. Serbos li ser mijarê ev tişt anîn ziman: “21ê Kanûnê de serokwezîrên her du dewletan tên cem hev. Ev hevdîtin dê di navbera her du welatan de ji bo gavên nû bibe destpêkek. Divê em ji hemû senaryoyan re amade bin û ji bo vê yekê pêşxistina hevkariya leşkerî girîng e.”

Yewnanistan dixwaze mûdahîlî Sûriyê bibe

Di berdewama axaftina xwe de Serbos anî ziman ku ji ber polîtîkayên Tirkiyeyê êdî Yewnanistan ne tenê Gazze dixwaze mûdahîlî meseleya Suriyê bibe. Serbos derbirî ku niha di warê mûdahîlbûna meseleya Sûriyê de bernameyek zelal tunebe jî di vî warî de îradeyek siyasî derketiye holê.

Îsraîl, Yewnanistan û Qibrisê hêza leşkerî ya hevpar avakiribû

Di serê meha Kanûnê de Îsraîl, Yewnanistan û Qibrisê ragihandubû ku hêzek leşkerî ya ji 2 hezar 500 leşkeran pêk tê ava kirine. Di vê çarçoveyê de peymanên leşkerî yên di navbera her sê welatan de jî hatibûn daxuyandin. Piştî ragihandina vê hêzê Yewnanistanê pergala SPIKE ya parastinê ku ji Îsraîlê kirî bû li garên Egeyê bi cih kiribû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji bo bîranîna rojnameger Seyît Evran Komuna Çapemenî û Dîjîtalê hat avakirin

Ji bo bîranîna rojnameger Seyît Evran Komuna Çapemenî û Dîjîtalê hat avakirin

21 MIJDAR 2026
Gultan Kişanak: Em ê têkoşîna rêxistinkirî mezin bikin

Gultan Kişanak: Em ê têkoşîna rêxistinkirî mezin bikin

21 MIJDAR 2026
CENTCOM: Em pêşveçûnên li Helebê dişopînin û banga xweragiriyê dikin

CENTCOM îdiaya Îranê derewand

21 MIJDAR 2026
Navenda Çand û Hunerê ya Ariya hate vekirin

Navenda Çand û Hunerê ya Ariya hate vekirin

21 MIJDAR 2026
Amedspor li sehaya xwe 2 û 0 têk çû 

Amedspor li sehaya xwe 2 û 0 têk çû 

21 MIJDAR 2026
Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd encamnameya civîna xwe eşkere kir

Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd encamnameya civîna xwe eşkere kir

21 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne