• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Komxebata Civaka Demokratîk û Tenduristiyê: Aştî nebe mirov nikare qala tenduristiyê jî bike

Amed / AW

20 KANÛN 2025 - 16:33
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platforma Tenduristiyê ya Amedê bi dirûşma “Civaka Demokratîk û Tenduristiyê” komxebatek li dar xist. Axevêran diyar kirin ku li cihekî ku demokrasi û aştî lê nebe mirov nikare qala tenduristiyê jî bike û destnîşan kirin ku tevkariya avakirina civaka demokratîk berpirsyariya her kesê ye.

Platforma Tenduristiyê ya Amedê bi dirûşma “Civaka Demokratîk û Tenduristiyê” li Çand Amedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê komxebatek li dar xist. Di komxebatê de pankartên “Bêyî Jiyana Ekolojîk Aştî û Tenduristî ne pêkan e” , “Bê zimanê dayikê tenduristî nabe/ Bê ziwanê mayê weşîye nêbena” , “Em ê bi nirxên civaka demokratîk ve tenduristiya civakê ava bikin” , “Li hember nexweşiya modernîteya kapîtalîst xweparastina me komînên me ye” û “Bi mafê hêviyê re ber bi civaka azad û tendurist ve” hatin daliqandin. Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) yê Giştî Mehmet Siddik Akin, endamê Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîjkan a Tirk (TTB) Şerîf Demîr, parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Heval Bozdag, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û pêkhateyên platformê di nav de ji gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tenduristvan beşdarî komxebatê bûn.

Ewilî li ser navê Platforma Tenduristiyê ya Amedê, rêveberê Odeya Bijîjkan a Amedê Mûhammed Can axivî. Mûhammed Can destnîşan kir ku heta demokrasi nebe aştî pêk nayê, heta ku aştî pêk neyê tenduristî jî pêk nayê û wiha got: “Di cîhanê de dema penasekirina tenduristiyê tê kirin dibêjin ku ‘başiya ji aliyê laş û ruhî’. Em dibînin ku ev penasekirin kêm e. Başiya siyasî qasî başirya laş û ruhî girîng e. Heta ku başiya siyasî nebe kes nikare xwe azad hîs bike û kesê xwe azad hîs neke nikare bitendurist bibe. Divê demokrasiyeke ku her kes xwe di nav de bibine were avakirin. Berpirsyartiyên me çi ne divê em çi bikin ji ku dest pê bikin. Divê em bizanin ku zimanê dayikê destpêk e. Heta ku tenduristiya bi zimanê dayikê pêk neye ne nexweş ne jî kedkarên tenduristiyê nikarin xwe îfade bikin û bidin fêmkirin. Ji ber vê yekê heta ku zimanê dayikê nebe tenduristî jî nabe.”

‘Tevkariya avakirina civaka demokratîk berpirsyariya me hemûyan e’

Dû re Hevserokê SESê yê Giştî Mehmet Siddik Akin axivî û wiha got: “Me bi gotina ‘Civakên Azad ne bi tendurist in’ dest bi xebatên xwe kir. Em dikarin çiqas tevkariyê li avakirina civaka demokratîk bikin. Em dikarin têkoşîna demokrasî û aştiyê çawa mezin bikin. Ev berpirsyartiya kedkarên tenduristiyê û hemû beşên civakê ye.”

‘Em dikarin çawa ruhê kolektif ava bikin’

Endamê Konseya Navendî ya TTBê Şerîf Demîr jî axivî. Şerîf Demîr diyar kir ku li cihekî ku demokrasî lê nebe mirov nikare qala tenduristiyê jî bike û wiha got: “Ji duh ve em têkoşîna vê didomînin. Dema em li tiştên ku tenduristiya gel xera dikin dinêrin. Em dikarin çawa ruhê kolektif ava bikin em ê vê yekê nîqaş bikin. Weke pêkhateyên tenduristiyê hatina me ya li bahev gelek girîng e. Em weke TTB jî nîqaşên ku dikarin di vê pêvajoyê de çi bikin dikin. Xebatên me çêdibin. Divê di serî de pêkhateyên tenduristiyê hemû beşên civakê bifikirin ku di vê pêvajoyê de berpirsyartiyeke çawa bigirin.”

‘Divê em têkoşînê birêxistin bikin’

Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Heval Bozdag jî da zanîn ku demekî dirêj meclisên tenduristiyê nîqaş kirin û ava kirin. Heval Bozdag pirsa “Tenduristî dê çawa xwe di vê pêvajoyê de entegre bike, girîngiya komunê çi ye” kir û wiha got: “Divê em têkoşînê birêxistin bikin.” Heval Bozdag beşeke Manîfestoya 27ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî xwend û wiha domand: “Em ji xwe bawer in û em ê encamê jî bigirin. Jiyana azad û aştî û demokrasî armanca me ye.”

Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Vahap Saçakli jî têkildarî kiryarên qeyûm ên derbarê şaredariyê de û xebatên tenduristiyê yên şaredariyê yên serdema nû pêşkeşiyek kir û daneyên xebatên xwe parve kirin.

‘Hewcehî bi komun û meclisan heye’

Dû re endama Odeya Bijîjkan a Amedê Rêzan Altindag têkildarî beşa ewil a komxebatê ya bi navê “Civaka Demokratîk û Pêkhateyên Tenduristiyê” axivî. Rêzan Altindag diyar kir ku li gel pêvajoyê hewcehî bi komun û meclisan jî heye û bi lêv kir ku dê pirsa “Çima em hewcehî bi avakirina civaka demokratîk dibînin?” bibersivînin. Rêzan Altindag anî ziman ku divê komun û meclisên ku gel bikare xwe îfade bike bên avakirin û qala têkoşîna tenduristiyê ya deh salan kir. Rêzan Altindag bal kişand ser xebatên tenduristiyê yên bi zimanê dayîkê û anî ziman ku hêj jî di vê mijarê de kêmasiyên wan hene.

Di beşa duyemîn a komxebatê ya bi serenavê “Di pêvajoya entegrasyona demokratîk de rol, erk û berpirsyariyên me” de jî ewilî Akademîsyenê Aştiyê, pisporê Tenduristiya Gel Mehmet Zencîr axivî. Mehmet Zencîr behsa entegrasyona demokratîk û berpirsyariyên tenduristvanan kir.

‘Divê tenduristvan ji bo avakirina jiyaneke demokratîk bixebitin’

Dû re endama Komîsyona Xwendekaran a SESê Şîlan Tarlak pirsên “Dewlet û komun çi ne?” û “Entegrasyona demokratîk çi ye?” bersivandin. Şîlan Tarlak anî ziman ku entegrasyona demokratîk ew e ku mirova hebûna xwe biparêz e û azad bibe û wiha got: “Niha pêvajoyeke diyalogê heye, divê têkoşînê bi rêxistin bikin.” Şîlan Tarlak di berdewama axaftina xwe de qala penasekirina tenduristvan kir û xebatên tenduristvanan vegot. Şîlan Tarlak di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê tenduristvan ji bo avakirina jiyaneke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê 24 saetan bixebitin.”

‘Li cihekî ku Dayikên Şemiyê lê hebe mirov nikare qala tenduristiyeke baş bike’

Endamê Şaxa SESê ya Wanê Abbas Bîngol jî têkildarî serenavê “İsrara di sosyalîzmê de israra di mirovbûnê de ye” axivî û qala pirsgirêkên tenduristiyê yên li bakurê Kurdistanê kir. Abbas Bîngol di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Li cihekî ku Dayikên Şemiyê, qedexekirina Kurdî lê hebe û Komkujiya Roboskê lê hatibe kirin, mirov nikare qala tenduristiyeke baş bike. Heke entegrasyona demokratîk û azadî pêk neyê dê di dawiyê de dîsa komkujiyên weke Roboskê pêk werin. Ji bo ku entegrasyona demokratîk pêk bê û mafên kolektif ên gelê Kurd werin nasîn divê kedkarên çapemeniyê berpirsyartiya xwe bi cih bînin.”

‘Ji bo jinûveavakirina tenduristiyê divê komun bên avakirin’

Abbas Bîngol behsa Demokratîkkirina xizmetên civakî jî kir û wiha domand: “Heke li Kurdistanê polîtikayên îmha û înkarê hebin kes nikare pirsgirêkên civakî çareser bike. Ji bo jinûveavakirina tenduristiyê divê akademî û komun bên avakirin. Komun asta tenduristiya civakî bilind dikin.”

Dû re komxebat bi atolyeyên bi mijarên “Entegrasyona Demokratîk” û “Tenduristvan kî ye” berdewam kir. Komxebat dê sibê bi mijarên “Pergala Tenduristiyê ya Rojava û Tecrûbeyên Komînan” , pêşkeşkirina raporên atolyeyan û nirxandina komxebatê dê bi dawî bibe.

Etîket: Platforma Tenduristiyê ya Amedê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Mafê tenduristiyê yê bi zimanê dayikê mafekî neteweyî ye’

‘Mafê tenduristiyê yê bi zimanê dayikê mafekî neteweyî ye’

18 GULAN 2026
‘Mafê tenduristiyê bi avakirina civaka demokratîk pêkan e’

‘Mafê tenduristiyê bi avakirina civaka demokratîk pêkan e’

11 ADAR 2026
Platforma Tenduristiyê bang kir: Ji bo Kobanê destûrên pêwîst di cih de bidin

Platforma Tenduristiyê bang kir: Ji bo Kobanê destûrên pêwîst di cih de bidin

18 SIBAT 2026
‘Dê bi têkoşîna me deriyê Murşîtpinarê vebe’

‘Dê bi têkoşîna me deriyê Murşîtpinarê vebe’

29 ÇILE 2026
Platforma Tenduristiyê: Deriyan vekin, em xwe bigihînin gel

Platforma Tenduristiyê: Deriyan vekin, em xwe bigihînin gel

28 ÇILE 2026
‘Şer pirsgirêka tenduristî ye derman jî aştî ye’

‘Şer pirsgirêka tenduristî ye derman jî aştî ye’

27 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (33)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne