• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Eyşe Şan li ser gora xwe hate bîranîn 

Amed / AW

18 KANÛN 2025 - 16:41
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hunermenda Kurd Eyşe Şan di salvegera 29emîn a wefata xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoyê hate bîranin.

Ayşe Şan di 29emîn salvegera wefata de li ser gora xwe ya ku li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hate bîranîn. Li ser gora Eyşe Şan yasîn hate xwendin. Merasîma bîranînê ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin, Komeleya Çand Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED), MA Music û Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê ve hate lidarxistin. Di merasîmê de wêneyên Eyşe Şan danî ser gorê û kesên tevlî merasîmê bûn wêneya Eyşe Şanê bi sînga xwe daliqandin . Merasîm bi xwendina Yasînê destpê kir. piştî xwendina Yasînê, Seroka Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî Zeynep Yaş, Hevberdevka Meclîsa Şaredariya Mezin a Amedê Demet Ceylan, kurê Eyşe Şan Murat Kersen, Nivîskar Yuksel Avşar, Endama MA Musicê Evîn Dulek û Hevserokê Komeleya Çand û Hunera Dîcle û Firatê Celal Ekîn axaftin kirin. Piştî axaftina girseyê qurnefîl danîn li ser gora Eyşe Şan.

‘Em mînetarê keda Eyşe Şan in’

Seroka Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zeynep Yaş, Eyşe Şan bîr anî û ev tişt gotin: “Nêzikî 6 mehe Eyşe Şan gihîştiye war û welatê xwe. Em dibêjin bi xêr hatiye. Em gelek mînetarê ked a wê ne.”

‘Bila hatina Eyşe Şanê bibe sedemê aşitiyê’

Piştî axaftina Zeynep Yaş, Nivîskar Yuksel Avşar diyar kir ku 4 – 5 sal e ji bo ku gora Eyşe Şan bê Amedê xebitiye û wiha got: “4 -5 sal e di gel zarokê Eyşe Şan ez di têkiliyê de bûm. Ez niha piçekî xemgînim divê hemû Kurd li vir bûna, Eyşe Şan dîtibûna. Bila hatina Eyşe Şan bibe sedemê aştiyê, aramiyê, yekitiya gelê Kurd û bibe xwiş-biratiya Kurdan”

Hevberdevka Meclîsa Şaredariya Mezin a Amedê Demet Ceylan ji bo salvegera Eyşe Şan ev tişt gotin: “Bi rastî hem kêfxweşiyeke hem jî dilê me zîz e. Ji êdî Eyşe Şan emanetî gelê Kurd e, emanetî me ye, emanetî gelê Amedê ye.”

Endama MA Musicê Evîn Dulek jî ji bo salvegera wefata Eyşe Şan axivî û wiha got: “Em Eyşe Şan tenê bi stranê wê ve nas nakin. Em wê bi têkoşîna ku li dijî feodalîzmê dayî em nas dikin. Eyşe Şan bi navê hunermenda nemir di dîrokê de cih girt. Em ê xwedî li mîrateya wê derkevin.”

‘Dayika min emanete hem welatiyê xwe ye’

Kurê Eyşe Şan Murat Kersen diyar kir ku salvegera wefata dayika xwe ya di 29emîn de kêfxweş e ku wesiyeta wê bi cih hatiye û wiha got: “Em îro ji bo salvegera dayika min a 29emîn li vir in. Me dayika min anî ax û warê wê piçekî dereng bû li gorî wesiyeta wî derfet çê nebûn ku em zûtir bînin. Ez niha pir kêfxweş im ku me ew anî li vir. Êdî dayika min emanetî hem welatiyê xwe ye.”

‘Wekî qehremanekê jiya’

Hevserokê Komeleya Çand û Hunera Dîcle û Firatê Celal Ekîn bal kişand li ser tekoşîna Eyşe Şan a hunerî û ev tişt gotin: “Eyşe Şan ji bo çand, ziman û hunera Kurdî bingehe. Di nav şert û mercên serdestiya mêran li ser jina, li ser çand û hunerê ji nav wan pirsgirêkan de şerekî pir mezin nîşan daye. Wekî qehremanekê jiya.”

Etîket: AmedAyşe Şangormerasîm
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

19 TEBAX 2026
Li Amedê qeza: Jinek mir kesek jî birîndar bû

Li Amedê qeza: Jinek mir kesek jî birîndar bû

19 TEBAX 2026
Li Amedê xebatên Şiyar Be bênavber didomin: Em ê teqez bi ser bikevin

Li Amedê xebatên Şiyar Be bênavber didomin: Em ê teqez bi ser bikevin

18 TEBAX 2026
Li Amedê rêzeçalakiyên ‘Pêngava Rabin’ berdewam dike

Li Amedê rêzeçalakiyên ‘Pêngava Rabin’ berdewam dike

17 TEBAX 2026
Ciwanên welatparêz ên Amedê li Sûr û Peyasê 15ê Tebaxê bi coş pîroz kirin

Ciwanên welatparêz ên Amedê li Sûr û Peyasê 15ê Tebaxê bi coş pîroz kirin

15 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne