• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mîthat Sancar: Pêwîstiya me bi yasayên aştiyê heye

Enqere / AW

17 KANÛN 2025 - 14:00
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Endamê Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Mîthat Sancar li Meclîsê axivî û destnîşan kir ku pêwîstiya her kesî bi qanûnên aştiyê heye û dema vê hatiye.

Li Civata Giştî ya Meclîsê ku budçeya ji bo Serokkomarî û Wezareta Ewlekariya Civakî û Kar dihate nirxandin, endamê Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Mîthat Sancar jî axivî. Sancar qala sê aliyên bingehîn ên aştiyê kir.

Mîthat Sancar ji bo van her sê aliyên bingehîn got: “Ji bo rawestandina şer mayinde bibe, serrastkirinên qanûnî divê bêne kirin. Di serî de pirsgirêkên ku bûn sedema şer, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd divê hiqûqek bê avakirin. Li ser bingeha demokratîkbûnê, aştî bi rengê civakî bi sazî bibe.”

Sancar ragihand ku aştî ne tenê peymanek e û destnîşan kir ku ev yek tercîheke exlaqî û polîtîk e.

Sancar bal kişand ser gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku gotibû, “Eger mirov karibe jiyaneke bi tenê jî rizgar bike, hingî axaftin wezîfeya herî mezin e” û diyar kir ku divê diyalog û siyaseta demokratîk di bingeha pêvajoyê de be

Sancar: Niha dema avakirina hiqûqa aştiyê ye

Mîthat Sancar wiha axivî: “Aştî tenê rawestandina şer nîn e. Çawa ku darek tenê bi bedena xwe nikare şîn bimîne, aştî jî tenê bi rawestandina şer nabe. Ji bo aştiyê reh divê; yanî naskirina mafan divê. Şaxên wê divê hebin; divê wekhevî pêk were. Pelên wê divê hebin; veguherîna demokratîk a dewletê û civakê divê bê kirin. Ev nebin wê ew dar li ber bayê bikeve. Eger aştî ne mayinde be, wê demê mirov nikare qala rewşa aştiyê bike. Ji bo vê jî pêwîstiya me bi hiqûqa aştiyê heye. Niha dema avakirina hiqûqa aştiyê ye.”

Sancar anî ziman ku zimanê nefretê û siyaseta dijberiyê ziyanê dide aştiyê û banga “Axaftin, muzakere û îradeya hevpar” li Meclîsê kir.

Sancar diyar kir ku Tirkiye û herêm li ber firsendeke girîng in û got: “Pûsûlaya aştiyê divê demokrasî, azadî, wekhevî û edalet be.”

Etîket: Mîthat Sancar
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Heyeta DEM Partiyê wê roja duşemê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê

13 ÎLON 2026
Heyeta DEM Partiyê têkildarî hevdîtina bi Selahattîn Demîrtaş re daxuyanî da

Heyeta DEM Partiyê têkildarî hevdîtina bi Selahattîn Demîrtaş re daxuyanî da

15 TEBAX 2026
‘Piştî vê hevdîtinê divê bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk were’

‘Piştî vê hevdîtinê divê bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk were’

13 TEBAX 2026
Heyeta DEM Partiyê bi Devlet Bahçelî re civiya

Heyeta DEM Partiyê bi Devlet Bahçelî re civiya

16 TÎRMEH 2026
Konferansa ‘Li Tirkiyeyê Pêvajoya Aşitiya Civakî û Mînakên Dinyayê’ dest pê kir

Mîthat Sancar: Divê rola Birêz Ocalan bi fermî were naskirin

11 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne