• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Çapemeniya Amerîkayê: HSD nîvekarê herî girîng e

Navenda Nûçeyan /AW

15 KANÛN 2025 - 12:41
Kategorî: CÎHAN, MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Piştî êrîşa li Sûriyeyê bû sedema mirina du leşkerên Amerîkî û sivîlekî, çapemeniya Amerîkayê balkişand ser hevkariya bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re û destnîşan kir ku HSD hêza herî girîng a li Sûriyê ye û divê di aliyê entegrasyona van hêzan de ecele neyê kirin.

 

Di 13ê mehê de li bajarê Palmirayê ku dikeve hundirê çolên Sûriyeyê di dema dewriyeya hevpar a Hêzên Dewletên Yekbûyê yên Amerîkayê (DYA) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de êrîşek pêk hatibû. Di encama êrîşa li hemberî hêzên leşkerî yên Amerîkayê de du leşkeran û sivîlkî ku ji bo wergerê li gel wan jiyana xwe ji dest dabûn û 5 leşker jî birîndar bibûn. Hevkariya Amerîkayê û Hikûmeta Golanî bû sedema rexneyan

Di encama lêkolînê de derkete holê ku kesê êrîş kirî, endamekî rêxistina HTŞ û wezîfedarekî leşkerî yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ye. Li ser vê rewşê rexneyên li dijî hevkariya Amerîkayê ya bi hêzên tundrew re zêde bûn. Çapemeniya Amerîkayê jî balkişand ser hevkariya bi hêzên tundrew re û rexne li polîtîkayên rêveberiya Trump kirin.

Forbes: Êrîşê talûkeya entegrasyoneke bi ecele danî holê

Têkildarî êrîşa pêk hatî û encmaên wê ku di pêşerojê de derkevin holê, Kovara Forbesê nûçeyek weşand. Di nûçeyê de hate daxuyandin ku DYAyê nû dest bi dewriyeyên hevpar kiriye û di demeke kin de êrîşeke wiha pêk hatiye. Di nûçeyê de hevkariya DYAyê ya bi HSDê re hate bi bîr xistin û ev tişt hatin gotin: “Demek dirêj e Kurd li dijî DAÎŞê mitefîkiya DYAyê dikin û heta niha êrîşeke wiha pêk nehat. Vê êrîşê nîşan da ku divê entgrekirina HSDê ya bi artêşa nû re neyê ecelekirin û talûkeya entegrasyoneke bi ecele danî holê.”

NYT: Pêwistiya DYAyê bi HSDê heye

Rojnameya NewYork Times jî nûçeyeke berfireh di derbarê bûyerê de weşand. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku Şara hewil dide ku yekîtiya Sûriyeyê ava bike û bi gelek zehmetiyan re rû bi rû ye. Di nûçeyê de reşwa hêzên Kurd jî hate bi bîr xistin û wiha hate gotin: “Vê bûyerê karê Şara zehmetir kir. Pêwistiya Amerîkayê bi tunekirina DAÎŞê heye. Ev tê wateya ku bi HSDê re hevkariyê dane.” Di nûçeyê de hate desnîşankirin ku bi boneya entegrasyonê di navbera HSD û Hikûmeta Demî de rageşî hene û vê rewşê pêvajoya entegrasyonê anî rewşek zêdetir tevlihev.

Etîket: Çapemeniya AmerîkayêHSDNewYork TîmesRobers
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mazlûm Ebdî: HSDê erka parastinê pêk anî, derbasî erka avakirinê dibe

Mazlûm Ebdî: HSDê erka parastinê pêk anî, derbasî erka avakirinê dibe

25 TEBAX 2026
Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

20 TÎRMEH 2026
Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî ji Ewropayê vegeriyan

Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî ji Ewropayê vegeriyan

24 HEZÎRAN 2026
Mazlûm Ebdî dê îro bi Barrack û Barzanî re bicive

Mazlûm Ebdî dê îro bi Barrack û Barzanî re bicive

16 HEZÎRAN 2026
Tom Barrack li Bexdayê ye

Tom Barrack li Bexdayê ye

15 HEZÎRAN 2026
28 şervanên YPJê yên dîlgirtî hatin berdan

28 şervanên YPJê yên dîlgirtî hatin berdan

1 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne