• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Nûnerên saziyan: Divê vê carê dewleta Tirk zelal û samîmî be

Firat Tûnç / AW

1 ÇILE 2025 - 08:04
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Wan- Nûnerên sazî, rêxistin û partiyên siyasî yên li Wanê têkildarî peyamên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan nirxandin kirin. Nûneran anîn ziman ku peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji bo aştî u azadiya gelê Kurd, Tirk û Rojhilata Navîn derman e. Nûneran xwest Dewleta Tirk vê carê zelal û samîmî be.

Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji parlamentera Wanê Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder pêk dihat di 28ê Kanûnê de çûn Girava Îmraliyê û bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Şandeyê piştî hevdîtinê di 29ê Kanûnê de fikir û nêrînên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir. Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di peyama xwe de li ser 7 xalan rawestiya û destnîşan kir ku ew ji bo çareseriyê ji gav avetinê re amade ye. Piştî heyetê peyama Abdullah Ocalan bi raya giştî re parve kir, niqaşên li ser peyamê û siberojê didomin. Nûnerên sazî û rêxistinên li Wanê yên demokratîk têkildarî peyamê Ji Ajansa Welat re axivîn.

‘Peyama Abdullah Ocalan reçeteya aştî û azadiya Kurd û Tirkan e’

Rêveberê KURDÎGEHê Çetîn Ergîn diyar kir ku peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan reçeteya aştî, rizgariya gele Kurd, Tirk û Rojhilata Navîn e û got: “Divê ev peyam baş bê fêmkirin û xwendin. Peyama ku Birêz Abdullah Ocalan kiriye ji bo hemû gelan aşti nîşan dide. Lê li hember vê peyamê Devleta Tirk çiqas amede û zelal e, ev ne diyare. Divê devleta Tirk zelal be. Muxatabê gelên Kurd Birêz Abdullah Ocalan e. Divê tecrîta li ser Birêz Abdullah Ocalan bê rakirin û derfet bên afirandin ku Brêz Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê rola xwe bilîze. Dema ku ev şert û merç pêk werin em bawerin ku Brêz Abdullah Ocalanê dikare aştiyê pêk bîne. Divê em hemû sazî jî ji bo çareseriyê bi têkoşîna xwe piştgiriyeke mezin bidin Abdullah Ocalan.”

‘Divê hemû saziyên demokratîk û partiyên siyasî rola xwe bilîzîn’

Rêveberê Rêxistina DEM Partî ya Wanê Yakûp Almaç jî anî ziman ku Rojhilata Navîn di pêvajoyeke nû re derbas dibe û got: “Êdî hêviyên gelan ji bo pêşerojê nemaye. Ji ber ku aloziyeke mezin heye. Eger lîmaneke (kendav) ku berjevendiyê civakê bêparstin hebe, ew jî Birêz Abdullah Ocalan û peyamên wî ne. Bêguman peyameke wisa tenê teorik nîne. Bingehek û hêzeke mezin heye. Ew pêvajoya niha em di nav de ne; pirsgirêk, xapandin û aloziyên mezin zêde ne. Ji ber wê yeke jî hemû kes bi guman e. Ji bo ku ev pirsgirêk û alozî bên çareserkirin, divê nêzîkatiyek samîmî û durist pêş bikeve. Devleta Tirk dixwaze bi Kurdên li Rojava re şer bike û bi Kurdên perçeyên din re jî aştiyê çêbike. Lê Kurd hemû yekin. Divê devleta Tirk vê mijarê zelal bike.”

Yakûp Almaç diyar kir ku Kurdan bi têkoşîna xwe destketî bi dest xistine û bi têkoşîna xwe bûye mînak û axivî: “Tu kes nikare van destketiyên Kurdan bi erzanî ji destê wan bigire. Birêz Abdullah Ocalan jî di peyama xwe de dibêje bi mêjiyêkî piçûk û teng nêzîkî vê mijarê nebin. Armanca me tenê ew e ku ev pirsgirêk bên çareserkirin û pirsgirêka çandî, siyasî, aborî xelas bibe û jiyaneke aştî, aram ava bibe. Divê hemû saziyên demokratîk û partiyên siyasî ji bo avakirina aştiyeke bi rûmet rolê xwe bilîzîn û sala nû bibe sala aştî û azadiyê.”

‘Em jî wek sazî li gor vê peyamê û aştiyeke mayînde çi bikeve ser milê me em ê gav biavêjin’

Endamê Komela Alîkarî, Hevgirtin, Yekîtî û Çandê ya bi Malbatên ku Xizmên xwe Di Dergûşa Şaristanan de Wenda kirine (MEBYA-DER) Yûsif Dundar jî destnişan kir ku heke Tirkiye di vê pêvajoyê de di navbera xwe û gelên Kurd de çareseriyêkî pêk neyine û Birêz Abdullah Ocalan mixatap negire dê di aloziyên Rojhilatanavîn de winda bibe û got: “Em hevdîtina Îmraliyê û peyama ku Birêz Abdullah Ocalan parve kir pir watedar dibînin. Divê devleta Tirk bi zimanê xwe jehrî xwe xelas bike û samîmî bi nêzîkê vê peyamê bibe ku di nava gelên Kurd û Tirkiyê de çareseriyeke mayînde bê çêkirin. Divê ji bo çareseriyê şert û mercîn Birêz Abdullah Ocalan bên avakirin ku ji bo çareseriyek mayînde rola xwe bilîze. Em jî wek sazî li gor vê peyamê û aşitiyeke mayînde çi bikeve ser milê me em ê gav biavêjin. Ji ber ku vê pêvajoyê de çareserî pir hewceye. Di vê pêvajoyê de divê hemû partiyên siyasî yên li Meclisa Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) û rêxistinên demokratîk ên li Tirkiyeyê destên xwe bikin di bin kevir û ji bo çareseriyê çi dikeve li ser milên wan bikin.”

 

Etîket: Yakup AlmançYusuf Dundar
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne