• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Li Kurdistanê Şev û Mij’ qala rêwîtiya 7 keçên Êzidî dike 

Amed / AW

11 KANÛN 2025 - 10:32
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Amed – Belgefîlma “Li Kurdistanê Şev û Mij” qala serpêhatiya 7 keçên Êzidî dike. Lîstikvan û çêkera belgefîlmê Fatoş Stêrk bal kişand ser bandora pêvajoya aştî û civaka demokratîk a li ser sînemaya Kurdî û civakê û got got: “Ev pêvajoya ne tenê barê siyasetmedaran e û hin kesan e, barê me hemûyan e. Divê her kes bikeve bin vî barî.” 
Di 7 û 14ê Kanûnê de Festîvala Fîlman a Amedê ya 3yemîn bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi organîzasyona Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sînebîrê tê lidarxistin. Festîval bi nîşandan fîlm û belgefîlmên cihêreng berdewam dike. Di festîvalê de 84 fîlm û belgefîlm tên nîşandan û ji van 45 fîlm û belgefîlmên bi Kurdî ne. Yek ji van fîlman jî belgefîlma “Li Kurdistanê Şev û Mij” e. Derhênariya belgefîlmê Şîlan Sadî ya ji Rojhilatê Kurdistanê ye kiriye. Ev belgefîlm qala serpêhatî û rêwîtiya 7 keçên Êzidî ya ji Şengalê ber bi Amedê ve dike. Şîlan Sadî ku derhêneriya belgefîlmê kiriye di Festîvala Fîlman a Female Eye ya li Torontoyê de, xelata belgefilma herî baş a metraj dirêj wergirtibû. Çêkera belgefîlmê Fatoş Stêrk jî beşdarê festîvalê bû û derbarê rewşa sînemayê û pêvajoya ku gelê Kurd têde derbas dibe axivî.
‘Divê her kes barê pêvajoyê bide ser milê xwe’ 
Fatoş Stêrk bi bîr xist ku festîvala fîlman û sînemeya Kurdî her tim ji ber zextan dihat astengkirin lê bi bidestpêkirina pêvajoya aştî û civaka demokratîk re piştî 8 salan Festîvala Fîlman a Amedê dîsa va tê lidarxistin û wiha got: “Ev pêvajoya ku niha ji bo aştî û azadiyê bi rê ve diçe, ji bo me pirr girîng e. Ji ber şer û pevçûnan me derfet nedidît ku em rêya li ber xwe bibînin. Lê îro em li Amedê ne û demên dawî de jî li çar aliyên Kurdistanê festîvalên fîlman tên lidarxistin. Li her parçeyê hevalên me yên derhêner tên em bi hevparî xebatên xwe dimeşînin. Dîsa bi vî rengî em xebatên xwe zêde dikin. Ev pêvajoya hatiye destpêkirin helbet ji bo qada sînemayê jî pêşketin e. Ev pêvajoya ne tenê barê siyasetmedaran e an jî barê kesan e. Barê me hemûyan e. Divê em hemû vî barî hilgirin ser milê xwe û ji bo pêşerojê û aştiyek mayînde bi hev re ava bikin.”
Belgefîlm qala serpêhatiya keçên Êzidî dike 
Fatoş Stêrk bal kişand ser belgefîlma “Li Kurdistanê Şev û Mij” ku çêkiriya wê dike û got: “Ev belgefîlm mînakek e tenê jiyana jinên Êzîdî ye. Ev fîlm mînaka pêvajoya aştiyêye jî. Di sala 2015an de kampa Êzîdiyan hebû ya li Amedê ku girêdayî Şaredariya Amedê bû. Piştî ku qeyûm tayînî ser şaredariyan hate kirin, Êzidiyên li kampê birin Mîdyadê li kampa welatiyên Ereb bicih kirin. Gelek hemwelatiyên me yên Êzidî ku li kampê diman hêdî hêdî berê xwe dan welatên Ewropayê, her kesek bi rêyek cuda çû. Nêzî 8 salan me bi derfetên kêm ev belgefîlm çêkir. Ne tenê ji ber derfetên aborî ji ber ku di belgefîlmê de 7 karakter hebûn û hemû jî derveyî Bakurê Kurdistanê an jî ji welatên din bûn. Ev zehmetî bû. Belê niha belgefîlm tê nîşandan lê em nikarin bêjin ku bi dawî bûye. Ji ber ku jiyana wan 7 karakteran hê jî li penaberiyê berdewam dike. Di belgefîlmê de pêvajoya beriya hatina qeyûman li bajaran çi dibû û piştî qeyûm hatin tayînkirin li bajaran pêvajo bi çi rengî encam dan cîh digire.”
Etîket: Fatoş StêrkFestîvala Fîlman a Amedê ya 3yemînLi Kurdistanê Şev û MijŞîlan Sadî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Ji bilî yekîtiyê tu rêyeke serkeftinê nîne

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Ji bilî yekîtiyê tu rêyeke serkeftinê nîne

2 ADAR 2026
Ji Amedê bang kirin: Divê her kes bi ruhê Kobanê rabe ser pêyan

Ji Amedê bang kirin: Divê her kes bi ruhê Kobanê rabe ser pêyan

19 ÇILE 2026
‘Sînemaya Kurdî dikare astengiyên li ser nasnameya Kurdî bide nîşandan’

‘Sînemaya Kurdî dikare astengiyên li ser nasnameya Kurdî bide nîşandan’

10 KANÛN 2025
‘Em dixwazin gelê Kurd çanda xwe di nava fîlman de bibîne’

‘Em dixwazin gelê Kurd çanda xwe di nava fîlman de bibîne’

8 KANÛN 2025
Festîvala Fîlman a Amedê dest pê kir: Em ji sînemaya heqîqetê re rê vedikin

Festîvala Fîlman a Amedê dest pê kir: Em ji sînemaya heqîqetê re rê vedikin

7 KANÛN 2025
Derhênera Kurd Şîlan Sadî xelata belgefîlma herî baş wergirt

Derhênera Kurd Şîlan Sadî xelata belgefîlma herî baş wergirt

22 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne