• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Girtîgeha Samsûnê mafên girtiyan binpê dike

Omer Demîr / AW

11 KANÛN 2025 - 09:25
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Girtî Hayrettîn Adak bi rêya malbatê zextên rêveberiya Girtîgeha Samsûnê vegot. Hayrettîn Adak diyar kir ku rêveberiya girtîgehê mafê girtiyên siyasî asteng dike û got: “Di navbera menzelên girtiyên siyasî de girtiyên edlî bi cih dikin û girtiyên siyasî ji hev dûr dixin.”

Hayrettîn Adak di sala 2006an de li Mersînê hatibû girtin. 20 sal in girtî ye. Li Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê, Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê, Girtîgeha Burhaniye ya Balikesîr girtî ma. Herî dawî niha li Girtîgeha Samsûnê tê ragirtin. Li gorî daxuyaniyên girtiyan, rêveberiya girtîgeha Samsûnê gelek zextan li girtiyên siyasî dike. Rêveberiya girtîgehê mafên girtiyên siyasî yên çandî û çivakî asteng dike. Hefteyê tenê saetekê mafê sporê dide girtiyan. Rêveberiya girtîgehê, girtiyan li menzelên dûrî hev bi cih dike û destûr nade ku girtî gelek nameyên xwe di nava zarfekê de bişînin. Dema girtiyên siyasî li dijî biryarên rêveberiya girtîgehê derdikevin, rêveberî hinceta ‘Ji bo pêvajo heye em nikarin tiştên cuda çêbikin’ dide pêş.

Girtî Hayrettîn Adak bi rêya malbatê zextên Rêveberiya Girtîgeha Samsûnê anî ziman. Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê Ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat jî têkildarî rewşa girtîgehan axivî.

‘Destûr nadin 2 nameyan têxin zarfekê’

Hayrettîn Adak diyar kir ku mafê nameyê tê astengkirin û got: “Berê di yek zarfê de gelek name dihatin şandin. Lê îro vî mafê me asteng dikin. Me li dijî vê serlêdan kir. Lê astengî hê jî berdewam dike. Politîkayên rêveberiya girtîgehê û desthilatdariyê hê jî wekî berê didome. Hevalên me dixazin koxuşê xwe biguherînin lê rêveberiya girtîgehê destûr nade. Berê digotin tu dikarî di yek zarfê de ji çend kesan re name bişinî. Lê îro destûr nadin. Nêzikbûna rêveberiya girtîgehê her ku diçe hişk dibe.”

‘Girtiyan ji hev dûr dixin’

Hayrettîn Adak anî ziman ku dema hevalên wan diçe bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinê dikin, wan nadin rûniştandin û wan li ser piyan didin sekinandin û wiha axivî: “Hevalên me jî dibêjin ‘em li ser piyan hevdîtinê nakin.’ Ji ber ku hevalên me li ser piya nasekinin nikarin bi rêveberiya girtîgehê re hevditînê bikin. Rêveberiya girtîgehê dibêje ‘Wezareta Dadê talîmat daye.’ Di girtîgehê de menzelên hevalên me ji hev dûr dixin. Dema ku em dibêjin ‘em dixwazin werin ba hev’ dibêjin; destûr tuneye hûnê ji hev dûr bimînin.”

‘Li şûna 6 kesan 3 girtiyan dihêlin’

Hayrettîn Adak destnîşan kir ku mafê wan her roj tên astengkirin û wiha berdewam kir: “Li girtîgehê menzelên şûna 6 kesan hene. Lê tenê 3 kesan dixin menzelekê. Hevalên me dema ku dibêjin ‘Em dixwazin derbasî menzelên din bibin’ dibêjin ‘herî zêde 3 kes dikarin bi hev re bimînin. Lê Wezareta Dadê jî heman tiştan dibêje. Rêveberiya girtîgehê ji me re dibêje ‘pêvajo heye ji bona wê em nikarin tiştên cuda û nû çêbikin.’ Tiştên cuda û nû çiye em nizanin?”

‘Menzelên girtiyan ji hev dûr dixin’

Hevserokê MED TUHAD-FEDê Kerem Canpolat jî diyar kir ku ev nêzî salekê ye ku pêvajo dest pê kiriye lê zextên li ser girtiyan didomin û wiha axivî: “Her ku diçe zextên rêveberiya girtîgehan zêde dibe. Ev ne tenê polîtîkayên rêveberiya girtîgehan e. Ev polîtîkaya dewletê ye. Di tevahî girtîgehan de zext heye. Rêveberiya Girtîgeha Samsûnê ji girtiyên siyasî re dibêje; ‘pêvajo tunebê em ê zextan zêdetir bikin.’ Rêveberiya Girtîgeha Xarpetê jî heman tişa dibêje. Girtiyên siyasî ji hev dûr dixin. Girtiyên edlî di navbera menzelên girtiyên siyasî de bi cih dikin. Rêveberiya Girtîgeha Aksarayê dibêje ku; ‘pêvajo min eleqadar nakê.’ Pêvajo bi qebûl kirina dewletê berdewam dike. Em dixwazin dewlet ji aliyê girtîgehan de gavên şenber biavêje. Em dixwazin hemû girtiyên siyasî berdin.”

Etîket: girtîgehMED TUHAD-FEDXêredîn Adakzextên li ser girtiyan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Di nexweşxaneyê de li girtiyê siyasî Nevzat Oren xistin’

‘Di nexweşxaneyê de li girtiyê siyasî Nevzat Oren xistin’

19 TEBAX 2026
‘Em dixwazin Serokê me di nav me de be’

‘Em dixwazin Serokê me di nav me de be’

19 TEBAX 2026
Rapora binpêkirinên li girtîgehan hat aşkerekirin

Rapora binpêkirinên li girtîgehan hat aşkerekirin

31 TÎRMEH 2026
OHDyê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Egeyê ragihand

OHDyê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Egeyê ragihand

29 TÎRMEH 2026
Kerem Canpolat: Li dijî girtiyên nexweş nêzîkatiyeke dijminane heye

Kerem Canpolat: Li dijî girtiyên nexweş nêzîkatiyeke dijminane heye

29 TÎRMEH 2026
OHDê rapora xwe ya 6 mehan a binpêkirinên mafan eşkere kir

OHDê rapora xwe ya 6 mehan a binpêkirinên mafan eşkere kir

16 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne