• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Dem dema avakirina aştiyeke erênî ye’

Wan / AW

10 KANÛN 2025 - 16:08
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Endama TÎHVê Ayfer Şahîn Bîlîcî ku di daxuyaniya ji bo Hefteya Mafên Mirovan de axivî, bal kişand ser giringiya aştiyê û got: “Êdî dem dema bi aqilêselîm, bi wêrekî û biferasetî vekirina rûpeleke nû, rojek berî rojekê avakirina aşitiyeke erênî ye.”

Saziyên demokratîk ên Wanê bi pêşengiya Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) li Kolana Hunerê ya Rêya Armûşê ya Wanê ji bo 10 û 17ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan daxuyanî dan. Di daxuyanîye de pankarta “10 û 17ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan” hat vekirin. Endam û rêveberên DEM Partî û DBPê, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn.

‘Rêya parastina rûmeta mirovan aştî ye’

Endama Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Ayfer Şahîn Bîlîcî metna daxuyaniyê xwend û diyar kir ku bingehtirîn rêya parastina rûmeta mirovan aşitî ye.

Ayfer Şahîn Bîlîcî diyar kir ku pirsgirêka Kurdî bi eslê xwe meseleyeke mafên mirovan û demokrasiyê ye û got: “Hewl û têkoşîna Kurdan a zêdetirî sed salan, li ser qebûlkirina ziman û çanda Kurdî ye, li ser domkirina hebûna Kurdan e, ango bi awayekî yasayî û makeyasayî garantîkirina mafên Kurdan yên kolektîf e. ÎHD, ji bo aşitiyeke mayînde pêk bê, amade ye ku her cure alîkarî û tevkariyê pêşkeş bike. Em di wê baweriyê de ne ku, çareseriya aşitiyane ya pirsgirêka Kurd, dê feydeyên girîng bide hemû gel û qadên civakî yên li Tirkiyeyê dijîn û dê ji bo avakirina demokrasî û dewleteke hiqûqî jî derfetên girîng derxîne holê. Sedemên ji bo em wêrek bin êdî zêdetir in. Çek hatin şewitandin û dengê wan hat birîn. Êdî dem dema bi aqilêselîm, bi wêrekî û biferasetî vekirina rûpeleke nû, rojek berî rojekê avakirina aşitiyeke erênî ye.”

‘Aştî ji ber xwe ve nayê’

Ayfer Şahîn Bîlîcî anî ziman ku ew parêzvanên mafên mirovan dizanin ku aşitî ji ber xwe ve nayê û wiha bi dawî kir: “Ew ên ku dê aşitiyê bînin em in. Ew ên ku li dijî qetlîamên jinan û li dijî cihêwaziya zayendî têdikoşin, jin in. Ew ên ku li dijî îstîsmarkirin û karkeriya zarokan têdikoşin, zarok û parêzvanên mafên zarokan in. Ew ên ku ji bo jiyan hejayî weqara mirovan be têdikoşin, karker û kedkar in. Yên ku xewna jiyaneke bi hev re, di nav aramî û xweşiyê de û wekhev û azad dibînin, gelên me ne.”

Piştî daxuyaniyê belavok belavkirin û çalakî bi dawî bû.

 

Etîket: Hefteya Mafên MirovanTÎHV
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Polîtîkayên îşkence û zextê pêşî li Kurdistanê tên ceribandin’

‘Polîtîkayên îşkence û zextê pêşî li Kurdistanê tên ceribandin’

27 HEZÎRAN 2026
ÎHD û TÎHV: Divê dawî li îşkenceyê bê anîn

ÎHD û TÎHV: Divê dawî li îşkenceyê bê anîn

26 HEZÎRAN 2026
Mûrat Aba: Karê dewletê yê ewil ew e ku qanûnan amade bike

Mûrat Aba: Karê dewletê yê ewil ew e ku qanûnan amade bike

6 HEZÎRAN 2026
Saziyên hiqûq û tenduristiyê: Divê tecrîd demildest bê bi dawîkirin

Saziyên hiqûq û tenduristiyê: Divê tecrîd demildest bê bi dawîkirin

11 NÎSAN 2026
Li Wanê nûnerê TÎHVê hat binçavkirin

Li Wanê nûnerê TÎHVê hat binçavkirin

20 ÇILE 2026
‘Perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafê me yê bingehîn e’

‘Perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafê me yê bingehîn e’

17 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne