• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Em dixwazin gelê Kurd çanda xwe di nava fîlman de bibîne’

Amed / AW

8 KANÛN 2025 - 16:33
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Amed – Festîvala Fîlman a Amedê bi nîşandana fîlmên cûr bi cûr di roja duyemîn de berdewam dike. Derhêner Zanyar Muhammadîneko ku tev li festîvalê bûye wiha got: “Em dixwazin gelê me çanda xwe di nava fîlman de bibîne.”

Festîvala Fîlman a Amedê ya Sêyemîn ku bi mêvandariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi organîzetoriya Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sinebîrê tê lidarxistin di roja duyemîn de berdewam dike. Di roja duyemînde li Çand Amedê fîlmê “RA” ku derhêneriya wî Devrîm Tekînoglû dike, fîlmê “Li Baxçeya me Dareke Zeytûnê Hebû” ku derhêneriya wî Miral Kilo dike, fîlmê “Zalava” ku derhêneriya wî Arsalan Amîrî dike, filme “IDO” ku derhêneriya wî Saman Mûstafa dike, fîlmê “Aysha” ku Cengîz Akaygun derhêneriya wî dike, fîlmê “PEL’E” ku Şoreş Wekîlî derhêneriya wî dike û fîlmê “Ev tenê qezayek bû” ku derhêneriya wî Cafer Panahî dike hatin nîşandan. Gelek kesan fîlm temaşe kirin.

Derhêner û çêker Zanyar Muhammadîneko jî ji rojhilatê Kurdistanê tev li festîvalê bûye. Zanyar Muhammadîneko têkildarî fîlmên xwe yên “Pala” û “Şiwênpence” û li ser mijara di nava sînemayê de zimanê Kurdî axivî ji ajansa me re axivî.

‘Festîval bibe cihekê ku em bikarin xwe îfade bikin’

Zanyar Muhammadîneko da zanîn ku nêzî 12 sal in wekî derhêner û çêker di nava sînemayê de cih digire û wiha got: “Li ser sînemayê saziyekê min jî heye. Ez bi wê saziyê hewl didim ku li her çar aliyê Kurdistanê filman belav bikim. Ji her aliyê Kurdistanê filman çêdikim. Îro jî bi gelek fîlman tev li festîvalê dibim. Em dixwazin festîval bibe cihekî ku em bikarin xwe lê îfade bikin. Sînemaya welatê xwe pêşkeşî gelê xwe bikin. Em dixwazin gelê me çanda xwe di nava fîlman de bibîne. Ji bo gelê xwe wekî neteweyekê nîşan bide hewceye ku sînemaya me jî hebe.”

‘Di nava sînemayê de ji bo mirov xwe nas bike ziman girîng e’

Zanyar Muhammadîneko anî ziman ku li her aliyan pirsgirêken ziman hene û wiha domand: “Li Rojhilatê mamosteyên zimanê Kurdî tên girtin. Hê jî di girtîgehê de ne. Lê li Rojhilat ji aliyê hişmendiyê ve gel baştir e. Zarokên Amedê li kolanan nikarin bi Kurdî biaxivin. Li Rojhilat zarok dikarin bi zimanê Kurdî xwe îfade bikin. Divê ziman mirovan li ser koka xwe bihêle. Heke ziman çû mirov xwe ji bîr dike. Ziman her tişt e. Di nava sînemayê de ji bo mirov xwe nas bike ziman girîng e. Ji ber ku di nava sînemayê de tu dikarî çand û hebûna xwe bidî nasîn.”

Festîval bi nîşandana fîlmên cuda didome.

Etîket: Çand AmedDerhêner ZanyarFestîvala Fîlman a Amedê ya 3yemînRoja duyemîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şanoya Şaredariya Amedê bi lîstika ‘Moraşînê’ dest bi serdema nû kir

Şanoya Şaredariya Amedê bi lîstika ‘Moraşînê’ dest bi serdema nû kir

3 COTMEH 2026
Roja duyemîn a bîranîna şehîdên Nisêbînê dawî bû

Roja duyemîn a bîranîna şehîdên Nisêbînê dawî bû

28 TEBAX 2026
Roja duyemîn a şîna Geverê bi dawî bû

Roja duyemîn a şîna Geverê bi dawî bû

26 TEBAX 2026
Roja duyemîn a şîna li Wanê bi dawî bû

Roja duyemîn a şîna li Wanê bi dawî bû

25 TEBAX 2026
Li Amedê îro jî bi hezaran serdana şîna cangoriyan kirin

Li Amedê îro jî bi hezaran serdana şîna cangoriyan kirin

22 TEBAX 2026
Rojên Ma Musicê bi dîwana şagirtan berdewam kir

Rojên Ma Musicê bi dîwana şagirtan berdewam kir

4 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne