• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Kameraya wî çeka wî ya li dijî asîmîlasyonê ye

Lezgîn Akdenîz / AW

8 KANÛN 2025 - 08:03
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Amed – Xalê Ehmed, 30 sal in ku kameraya xwe wekî çekekê hildaye, bajar bi bajar, gund bi gund û zozan bi zozan digere, çanda kevnar a Kurdan qeyd dike û parve dike.

Di nava çiyayên bilind ên Kurdistanê de, di gundên kevnar û zozanên rengîn de, dengekî qedîm her tim olan dide û belav dibe. Dengê dengbêjan, çîrokbêjan û stranên gelêrî yên ku dîroka civakekê diparêzin. Xalê Ehmed, zêdetirî 30 salan e ku kameraya xwe wekî çekekê hildaye, bajar bi bajar, gund bi gund û zozan bi zozan digere, çanda kevnar a Kurdan qeyd dike û parve dike.

Arşîveke rengîn

Ev xebata wî ya dewlemend ne tenê dîmenên rengîn in, lê belê bîra civakê ya Kurdan e ku li dijî înkar û asîmîlasyonê radibe. Di nava 30 salan de, ew bi hezaran kîlometre rê çûye, çûye ba dengbêjên kevnar ên li gundên dûr, çîrokbêjên ku dîroka devkî ya Kurdan diparêzin û hemû bi kameraya xwe qeyd kirine. Di van vîdeoyan de, gelek dengbêjên ku jiyana xwe ji dest dane hene. Stranên kevnar yên li ser evînê, şer, koçberî û dîroka Kurdan dibêjin, ku wekî arşîveke zindî têne parastin hene.

Têkoşîna li dijî asîmîlasyonê

Ev rêwîtiya Xalê Ehmed ne tenê gerîneke, lê belê têkoşînek e li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk. Di vîdeoyên wî de, rengîniya Kurdistanê diyar dibe. Ji çiyayên Zagrosê bigire heya zozanên başûrê Kurdistanê, ji gundên kevnar ên li Amedê bigire heya Çiyayê Şengalê. Wî ne tenê dengbêj qeyd kirine. Her wiha wî jiyana rojane ya Kurdan, stranên gelêrî, rîtuelên kevnar û peyzajên xwezayî yên bêemsal jî belge kirine.

Dengê gelê Kurd

Xalê Ehmed bi vê xebatê, ne tenê çandê diparêze. Ew di heman demê de nifşên nû teşwîq dike ku bi mîrata xwe re têkildar bin. Di demeke ku medyaya dîjîtal her tiştî diguherîne, qemeraya wî bûye pira di navbera demên kevnar û nû de. Kameraya wî ne tenê dîmen digire. Di heman demê de dengê gelê Kurd ê ku dixwaze bijî, qeyd dike. Ev têkoşîna wî ya 30 salî, îro jî berdewam dike û ev ne tenê arşive, ev gotina “Em hene” bi zimanê herî xweşik e.

Xalê Ehmed vê eşqa xwe ya tomarkirina denbêjiyê û dengbêjan bi gotina “Ez li dijî polîtîkayên bişaftina çanda Kurdan, parazvaniya çand û hunera Kurdî dikim” cewhera armanca lêgerîna xwe tîne ziman.

Etîket: asîmîlasyonÇand û hunera KurdanKameraTêkoşînXalê Ehmed
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

19 MIJDAR 2026
Egîd Akgun jiyana xwe bi daxwaza aştî û azadiyê honand

Egîd Akgun jiyana xwe bi daxwaza aştî û azadiyê honand

28 COTMEH 2026
Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Tevî berdêlên giran, Kurd qala aştiyê dikin

Platforma Şiyar Be: Em ê bi hev re Farqînê biparêzin

17 COTMEH 2026
Li Amedê Nobeda ‘Jin, Edalet û Bîrê’ dest pê dike

Li Amedê Nobeda ‘Jin, Edalet û Bîrê’ dest pê dike

2 COTMEH 2026
‘Divê Kurdî ne derseke bijarte, lê zimanê perwerdehiyê be’

‘Divê Kurdî ne derseke bijarte, lê zimanê perwerdehiyê be’

16 ÎLON 2026
Egîtîm-Sen: Divê perwerdeya zimanê zikmakî bi qanûnan bê mîsogerkirin

Egîtîm-Sen: Divê perwerdeya zimanê zikmakî bi qanûnan bê mîsogerkirin

15 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne