• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Yuksekdag û Demîrtaş peyam ji konferansê re şandin

Stenbol / AW

7 KANÛN 2025 - 14:15
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A

Hevserokên HDPê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji girtîgên ku lê dimînin peyam ji konferansê re şandin û diyar kirin ku deriyê serdemeke nû li Tirkiyeyê vebûye û xwestin her kes ji bo aştî û demokrasiyê têbikoşin.

Konferansa Navneteweyî ya Aştî û Civaka Demokratîk a DEM Partiyê li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya Stenbolê di roja duyemîn de berdewam dike. Di konferansê de Hevserokên HDPê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş peyam ji konferansê re şandin. Cîgira Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Ebrû Gunay peyamên Fîgen û Selahattîn xwend. Peyamên Fîgen û Selahattîn wina ne:

Peyama Hevseroka HDPê ya berê Fîgen Yuksekdag a ku li Girtîgeha Sîncanê girtî ye wiha ye:

Ez Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî bi rêzdarî û hezkirin silav dikim. Di vê dema ku gelên Tirkiye, Kurdistan, herêm û cîhanê di bin dorpêça şerê giran de tên eciqandin, mirov karibe bibe dengê aştî û demokrasiyê û bibe hêza têkoşîna çareseriyê gelek girîng e.

Bi banga Birêz Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” re ji bo Tirkiyeyeyê û hemû gelên herêmê deriyê serndemek nû vebû. Yên ku ruh, wate û hêzê bide vê serdema nû, dê yekîtiya xurt a demokratîk a hemû gelên me yên bindest, gelên herêmê, jin û ciwan bin. Bi bawerî û biryara ku ev konferans dê bibe ruh û hişê vê tevgerê, ez hemû kesên ku keda wan tev li vê konferansê bûye û hemû beşdaran bi rêzdarî silav dikim.

Peyama Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku niha li girtîgeha Edîrneyê ye jî wiha ye:

Ez hemû kesên ku ji bo Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî li Stenbolê kom bûne û avakirina civakeke demokratîk, aştî û bi edalet armanc dike, tevan silav dikim. Di vê serdema ku di dîroka mirovahiyê de qeyrana herî kûr dijî de êdî aştî ji bo me û hemû gelên cîhanê
mecbûrî ye. Polîtîkayên şer ku otoriteriyê, înkarê û newekheviyê pêş dixe, bi xwe re talankirin, wêrankirin û xerakirinê tîne. Ne tenê erdnîgariya me, wîcdanê me jî birîndar kiriye. Ji ber vê yekê axaftina vê konferansê dê siberoja me diyar bike. Aştî ne tenê berdana çekan û bêdengkirina çekan e. Aştî bi edalet, azadî, wekhevî û jiyaneke bi rûmet pêkan e. Aştî, bi hîskirina Kurd, Tirk, Ereb, Ermenî, Elewî, Sunî u hemû baweriyan a vê axê pêkan e. Divê her kes xwe wekî hemwelatiyeke azad li ser vê axê hîs bike û karibe bi awayekî aram bijî.

Civaka demokratîk jî ne bi tirs, fikar û zextan pêş dikeve. Civaka demokratîk bi tevlêbûna demokratîk, bawerî, vîna azad û bihevre jiyana hemû nasnameyan pêkan e. Ne tenê zimanek, ne tenê çand, bawerî û nijadek, Divê hemû cudahî, reng, bawerî û nasname wekhev û azad bi hevre bijîn.

Li gorî vê wateyê sekna wêrek û bi biryar a Birêz Ocalan pir bi qîmet û watedar e. Xwezî ev pêşdarazî bihatina rakirin û Birêz Ocalan karibuya raste rast bi civakê re bihata cem hev û bi civakê re bi axiviya. Ez bawer dikim wê demê dê hemû fikarên gelên Tirkiyeyê û hêrsa hemû kesan bitefiya. Çareseriya demokratîk û diyaloga aştiyane ji boü me tevan pir bi qîmet e.

Divê Tirkiye êdî ne bi polîtikayên înkar, cudakarî, wêdekirin û tunehesibandinê bê birêvebirin. Divê Tirkiye êdî bi polîtîkayên demokrasî, aştiya civakî û serdestiya hiqûqê bê birevebirin. Divê bi jiyana hevpar û wekhev bê birêvebirin.

Herî dawî vê yekê bibêjim. Ji bo me hemûyan aştî pêkan e. Demokratî pêkan e. Welatekî wekhev, azad û bi hevre pêkan e. Ji bo vê yekê em têikoşin. Ez we hemûyan bi hezkirin û rêzdarî silav dikim. hemû kesên ku keda wan tev li vê konferansê bûye pîroz dikim.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nobeda jinan: Jin tune be jiyan jî tune ye

Nobeda jinan: Jin tune be jiyan jî tune ye

7 COTMEH 2026
Li Sêrtê dema çinîna kizwana ye: Dikin qehwe û sabûn

Li Sêrtê dema çinîna kizwana ye: Dikin qehwe û sabûn

7 COTMEH 2026
Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

7 COTMEH 2026
Deriyê Meher: Deriyê ku ber bi Xwedayan ve vedibe

Deriyê Meher: Deriyê ku ber bi Xwedayan ve vedibe

7 COTMEH 2026
Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

7 COTMEH 2026
Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne