• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Beşdarên Konferansa Navneteweyî: Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e

Bîlal Guldem - Mahmût Altintaş / AW

7 KANÛN 2025 - 08:05
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Ji beşdarên Konferansa Navneteweyî Yaser Edesa diyar kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di heman demê de azadiya gelê Kurd e. Aktivîsta TJAyê Çîmen Fîdan jî got ku jin dê pêşengiya pêvajoyê bikin. Nivîskar Luqman Ergun got ku Kurd êdî cilên li wan hatibûn kiribûn qebûl nakin û daxwaza mafên xwe dikin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li Eywana Konferansê ya Cem Karaca ya li navçeya Bakirkoya Stenbolê li dar dixe. Ji Kurdistan, Tirkiyeyê û gelek welatên cihanê kesayetên navdar, siyasetmedar, rewşenbîr, akademîsyen, hîqûqzan beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de ezmûn û pêkanîna aştiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd tê nîqaşkirin û axaftin.

Konferans îro jî dê bi axaftin û nîqaşên cuda berdewam bike.

Gelek partiyên siyasî, rewşenbîr, rojnameger, nûnerên komelê û saziyan jî tev li konferansê bûn. Temaşevan û guhdarên konferansê qala girîngiya konferansê û peyamên hatinê dayîn kirin.

‘Divê Ocalan azad be’

Stranbêj Yaser Edesa destnîşan kir ku zêdetirî sed salan e Kurd li dijî binpêkirina mafên xwe têdikoşin û wiha got: “Kurd niha jî dixwazin bi aştiyê mafên xwe bi dest bixin. Heke aştî nebe, Kurd dê di nav lepên çar dewletan di nav şer de bijî, divê êdî ev nebe çarenûsa gelê Kurd. Divê ev pirsgirêk were çareserkirin û şer bê rawestandin. Îro bi vê minesabetê em tev li vê konferansê bûn. Kurd êdî naxwazin şer bikin, dixwazin bi aştiyê pirsgirêkên xwe çareser bikin. Niha li welatên cihanê kesayetên navdar hatine û qala serpêhatiyên xwe dikin. Divê em jî ji wan serpêhatiyan sûdê werbigirin. Her wiha ji bilî azadiya Abdullah Ocalan, gelê Kurd nikare mafên xwe bi dest bixe. Nêzîkatiya dewletê ya li dijî Ocalan di heman demê de nêzikatiya li dijî Kurd û Kurdistanê ye. Abdullah Ocalan kesayetê herî bi bandor e ku ji bo çar aliyên Kurdistanê têdikoşe. Ji ber wê nikarin ji rêze nêzî Abdullah Ocalan bibin. Heke wisa nêzîk bibin çareser nabe. Ji bo wê em dibêjin, azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e. Dema em li serpêehatiyên Efrîkatê jî dinêrin pêvajoya li wir Mandela di girtîgehê de derxistin û gotin bi şertên wekhev de em li ser masayê rûnin. Divê pêvajoya vir jî wisa bibe.”

‘Kurd cilên li wan hatibûn kirin qebûl nakin’

Nivîskar Luqman Ergun jî da zanîn ew di pêvajoyeke dîrokî de derbas dibin û wiha axivî: “Gelek nivîskar, rewşenbîr û siyastemedarên cîhanê jî li ser dîroka aştiyê û demokratîkbûnê nirxandinan dikin. Em jî dixwazin ew konferans xizmetê ji pêvajoya aştiyê re bike. Di Rojhilata Navîn de ziman, çand, nasname û hebûna gelê Kurd nehatiye naskirin. Êdî Kurd ew cilên li wan hatibûn kiribûn qebûl nakin û diçirînin. Kurd, daxwaza mafên xwe dikin û dengê xwe li cîhanê bilind dikin. Niha jî dengê xwe û cîhanê ji bo aştiyê dikin yek. Niha divê gavên ku mafê Kurdan di qanûnan de were bicihkirin, bên avetin.”

‘Jin dê pêşengiya aştiyê bikin’

Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Çîmen Fîdan jî bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga Aştî û Civaka Demokratîk kiribû û wiha got: “Weke jinên Kurd wê demê jî me helwest û piştgiriya xwe ji bo pêvajoya aştiyê nîşan da û ji bo Aştî û Civaka Demokratîk pêk were pêşengî ji xebatan re kir. Ji 27ê Sibatê heta niha di xebatên hatine kirin jinan jî rol û mîsyona xwe bi cih anîn. Di şer de berdelên herî mezin jinan daye. Di aştiyê de jî pêşengî li ser milê jinan e û jin vê pêşengiyê dikin. Ji bo ev pêvajo ber bi serî ve biçe dîsa em ê pêşengiyê bikin. Di konferansê de jî qala serpêhatiyên pêvajoyên cîhanî hat kirin. Mirov xwe di nav wan serpêhatiyan de dibîne. Hem moral û hem jî hez da me ku meriv bêtir xurt tev li pêvajoyê bibe.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Sêrtê dema çinîna kizwana ye: Dikin qehwe û sabûn

Li Sêrtê dema çinîna kizwana ye: Dikin qehwe û sabûn

7 COTMEH 2026
Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

7 COTMEH 2026
Deriyê Meher: Deriyê ku ber bi Xwedayan ve vedibe

Deriyê Meher: Deriyê ku ber bi Xwedayan ve vedibe

7 COTMEH 2026
Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

7 COTMEH 2026
Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

7 COTMEH 2026
Karamus: Di demên pêş de em ê mizgîniya yekîtiyê bidin gelê xwe

Karamus: Di demên pêş de em ê mizgîniya yekîtiyê bidin gelê xwe

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne