• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Saleke HTŞê

Veysel Avci / AW

6 KANÛN 2025 - 08:18
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A

Di 8ê Kanûna 2024an de Heyet Tahrir El-Şam (HTŞ) ku berdewama El Nûsra ye, Şam bi dest xist û dest danî ser hikûmet Rejima Esat. HTŞ ku wekî hêza selefî tên naskirin; bi kiryarên xwe DAIŞê tîne aqilan. Di serweriya HTŞê de 8 hezar û 450 mirov hatin kuştin. Jin û zarok hatin revandin.

Di 27ê mijdara 2024an de HTŞ ket axa Sûriyeyê û şer dest pê kir. Piştî şerê HTŞê û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê, li dijî kampa Şehbayê jî êrîş zêde bûn. Di 8ê Kanûna 2024a de HTŞ ket Şamê û Şam dagir kir. Piştî şerê HTŞê û komên din, bi deh hezaran welatiyên Efrînê ku piştî dagirkirina Efrînê koçî Şehbayê kiribûn, di 2yê kanûnê de dîsa koç kirin. Bi deh hezaran ji ber HTŞê koç kirin û hatin li axa Rêveberiya Xweser bi cih bûn.

Di mijdarê de 170 kes kuştin

Li herêma ku HTŞ lê serwer e, tenê di meha mijdarê de 170 kes hatin kuştin. Li gorî Ajansa Hawarê (ANHA), di mijdarê de li deverên cuda yê Sûriyeyê, jin û zarok jî di nav de 170 kes hatine kuştin. Li bajarên, Hums, Hema, Deraa, Laziqiye, Siwêda, Dêrazorê, Şam û gundewarê wê, Tedmurê û gundewarê Helebê bi giştî zêdetirî 170 mirov hatin kuştin. Kuştina 170 kesên ku jin û zarok jî hene, hatin belgekirin. Ji wan 21 zarok ji ber mayînên ji şer mane li deverên wekî gundewarên Hama û Îdlibê hatin kuştin. Hin kesên din jî ji ber gulebarana rasterast di dema nakokî an pevçûnên malbatî de, an jî di encama êrişên komên cîhadîst de li bajarên wekî Şam, Hums, Heleb û Îdlibê hatin kuştin.

13 jin hatin kuştin

Di meha mijdarê de 13 jin di şert û mercên cûda de hatine kuştin. Hin ji wan ji aliyê çeteyên HTŞê ve li mal an jî cihên giştî hatine gulebarankirin, hinên din jî ji ber mayînên ji şer mane an jî di encama tundiya navmalî de jiyana xwe ji dest dane.

Di 11 mehên 2025an de 

Ji dema ku Heyet Tehrîr El Şam hat ser desthilatê li Sûriyeyê û heta 22ê Mijdarê, 650 kes li deverên di bin kontrola wê de hatine kuştin. Di nava wan de 127 jin hatin kuştin. Di êrîşê HTŞê de 520 kes li Şam û gundewarên wê, Hama, Hums, Lazkiye, Tartus, Idlib û Helebê hatin kuştin.

Zêdetirî 100 jin hatin revandin

Li bajarên cuda yên Sûriyeyê zêdetirî sed jin di rewşên nezelal de hatin revandin. Ji bo wan tu lêpirsîn û lêkolînên ku bikarin aqûbeta wan diyar bikin, nehatin kirin. Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Platforma Revandina Jinên Sûriyeyî Rawestînin, ji Sibata 2025an ve li Laziqiye, Tertûs, Hums û Hemayê herî kêm 36 jinên Elewî hatine revandin, temenên wan ji 3 heta 40 salî ye.
Ji van rewşan, 8 bûyerên revandinê bi awayekî zelal û berçav hatine belgekirin. Ji 8 kesan 5 ji wan jin û 3 kes jî zarok bûn. Li hemberî vê jî hêzên ewlekariyê tu lêpirsîn nekirin.

Li başûrê Sûriyeyê, li gorî raporên xwecih ên Siwêdayê ji destpêka salê 65 jin hatine windakirin. Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî jî revandin an windabûna 97 kesan ji Çileya borî ve belge kirin. Piştî ketina rejîmê, jin bi temamî ji qada siyasî ya qonaxa hikûmeta demkî hatin dûrixstin.
Di hilbijartinên yekemîn ên qaşo “Meclisa Gel” a hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, ji 119 kursiyan jinan tenê 6 kursî bi dest xistin. Tevî ku rêjeya jinan a namzetan ji sedî 14 bû jî dîsa vîna jinê nehat dîtin.

HSD: Heta îlonê DAIŞê 153 caran êrîş kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî êrîşên DAIŞê raporek parve kir. Li gorî rapora HSDê di heyama piştî hilweşîna rejîma Baasê ya Şamê de (8ê Kanûna 2024) heta 20ê Îlonê, şaneyên DAIŞê 153 caran li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş pêk anîne. HSDê bi hemû teşkîlatên xwe yên leşkerî bi piştevaniya Koalîsyona Navneteweyî 70 operasyon, (3 jê operasyon paqijkirinê) yên berfireh pêk anîn. Di encamê de, jê 3 fermandarê DAIŞê, 95 DAIŞî hatin girtin. 2 fermandar, 6 DAIŞî hatin kuştin.
Di êrişên DAIŞê de 30 şervanên HSDê jiyana xwe ji dest dan. 12 jî birîndar bûn, 6 sivîl jî hatin kuştin.

Peymana HTŞ û DAIŞê

Li gorî agahiyên ku lekolin.orgê dane, di 18ê Mijdara 2025an de li çolistana 90 km li rojhilatê Palmîrayê (Tedmûr), li herêma Suxnê, civîneke veşartî di navbera heyeta Ewlekariya Giştî ya girêdayî hikumeta demî ya HTŞê û fermandarên DAIŞê û eşîra xwecih a Bedû de hate lidarxistin.
Di civînê de, hêzên Ewlekariya Giştî ya girêdayî HTŞê ku bi talîmatên rasterast ên MÎT’ê tev digerin, ji fermandarên DAIŞê xwest li hemberî hebûna xwe ya li Sûriyeyê bidomînin, bi taybetî li herêmên Elewî, Durzî û Kurdan bombebaran û êrişên terorî pêk bînin.

HTŞê li dijî elewiyan komkujî pêk anî

HTŞê li herêmên peravê yên ku Elewî lê dijîn, komkujî kirin. Bi hezaran kes kuştin. Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî jî di nav de saziyên mafên mirovan ên herêmî û biyanî, ji serê sala 2025an heta mijdarê bi dehan bûyeran belge kirin. Bi hinek raporan diyar bû ku bi sedan jinên Elewî hatine revandin, aqubeta gelekan ji wan nediyar e. Di rojên dawî de li Humusê alozî zêdetir bû. Li taxên Elewiyan pevçûn derketin. Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê, bi raporek belge kir ku ji Kanûna 2024an heta mijdarê 221 sivîl hatine kuştin, 89 kes hatine revandin. Di nava van sûcan de fidye, zewaca bi zorê, bazirganiya mirovan û biçûkxistina mezhebi hene. Lê rayedarên navdewletî vê yekê paşguh dikin.

DYA HTŞ ji lîsteya terorê derxist

Rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar ku Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ku berê weke rêxistineke terorîst a biyanî hatibû destnîşankirin, ji lîsteya terorîstê derxist.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê ji bo 49 cangoriyan şîn hat danîn

Li Amedê ji bo 49 cangoriyan şîn hat danîn

21 TEBAX 2026
‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

21 TEBAX 2026
ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

21 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Neparastina nirxên civakî rizîbûna civakî bi xwe re tîne’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne