• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Elewiyên Ereb li ber Meclîsa Tirkiyê gotin: Bila komkujî bên rawestandin

Enqere / AW

2 KANÛN 2025 - 10:54
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Elewiyên Ereb li dijî komkujiya Elewiyên li Sûriyeyê li ber Meclîsa Tirkiyeyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de jî bo rawestandina komkujiyê bang li desthilatê hat kirin.

Nûnerên sazî û komeleyên Elewiyên Ereb ku li bajarên Edenê, Hatay û Mersînê hatin Enqereyê li dijî komkujiya Elewiyên li Sûriyeyê li ber Meclîsa Tirkiyeyê daxuyanî da. Girseya xwest li ber deriyê Çankaya yê Meclîsê daxuyanî bide ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Li ser vê yekê girseyê li hemberî Meclîsê daxuyanî da. Endam û nûnerên partiyên siyasî, komele, saziyên Elewî û Parlamenterên DEM Partiyê Celal Firat, Ayten Kordu, Perîhan Koca jî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser, “Komkujiya li dijî Elewiyên Sûriyê rawestînin” dinivisî hat vekirin.

Her wiha girseyê dovîz û wêneyên ku komkujiya Elewiyan şermezar dikir jî hilgirtin. Girseyê bê navber dirûşmeyên wek, “Kujer Colanî bila bê darizandin”, “Ji komkujiya Elewiyan re bêdeng nemîne” û “Gelê Elewî ne bi tenê ye” berz kir.

Beriya daxuyaniyê rojnameger û pîsporê Rojhilata Navîn Musa Ozugurlu axivî û anî ziman ku Elewî bi komkujiyeke mezin re rû bi rû mane û got ku divê bêdengiya li dijî vê komkujiyê bi dawî bibe û Tirkiye û dinya li dijî vê komkujiyê rabe ser pêyan. Musa Ozugurlu destnîşan kir ku heke Tirkiye bixwaze dikare bi telefoneke vê komkujiyê rawestîne û bang li desthilata AKPê kir ku beriya aloziyeke mezin bikeve nava hewldanê.

‘Bêdengî hevkarî ye’

Metna daxuyaniya hevpar ji aliyê Serokê Komeleya Piştgiriya bi gelê Elewiyên Ereb re Hamît Karaoglarindan ve hat xwendin. Hamît Karaoglarindan bi lêv kir ku tundiya li dijî Elewiyên li Sûriyeyê veguheriyê komkujiyeke sîstematîk û wiha got: “Divê raya giştî ya Navneteweyî bikevê nava hewldanê. Ev bêdengî nayê qebûlkirin. Pêvîstê dewletên navneteweyî, saziyên navneteweyî û raya giştî li dijî vê komkujiyê bikeve nava tevgerê. Bêdengî hevkarî ye.”

Daxwazên saziyên Elewiyan

Hamît Karaoglarindan diyar kir ku ew bi hemû gelên rastî komkujiyê tên re di nava piştgiriyê de ne û daxwazên xwe wiha rêz kir: ”

* Divê êrişên qirkirinê yên li dijî Elewiyan tavilê werin rawestandin.
* Divê civaka navneteweyî mekanîzmayên bersivdayînê yên lezgîn û bibandor bicîh bîne.
* Divê korîdorek alîkariya mirovî were avakirin, ku ji Deriyê Sînor ê Yayladagiyê dest pê bike. Meclîsa Tirkiyeyê di vî warî de erk û berpirsiyariya xwe pêk bînê.
* Divê herikîna alîkariya mirovî ji bo herêmê were xurtkirin û rêxistinên navneteweyî bi lez bigihîjin qadê.
* Divê hemû gel û bawerî di pêvajoyên siyasî yên têkildarî pêşeroja Sûriyeyê de werin temsîlkirin.

‘Divê heyetek ji parlamenteran derbasî Sûriyê bibe’

Piştî daxuyaniyê parlamenterê DEM Partiyê Celal Fırat jî axivî û bertek nîşanî komkujiyan da û wiha got: “Yên ku Colanî di qesran de pêşwazî dikin berpirsên vê komkujiyê ne. Divê desthilat êdî ji komkujiyê re bêdeng nemîne. Divê êdî ev komkujî bên rawestandin. Em bang li Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan dikin ku heyetek ji parlamenteran bişîne Sûriyê û ev komkujî bên rawestandin. Heke ji Meclîsê komîsyonek neçe jî weke DEM Partiyê em ê biçin.”

Piştî daxuyaniyê heyetek ji bo hevdîtina bi partiyên siyasî yên li Meclîsê re derbasî Meclîsê bû û dê bi partiyên siyasî re hevdîtin pêk bîne.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026
Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne