• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Her roj mirovan darve dikin

Mehmet Alî Ertaş /AW

30 MIJDAR 2025 - 08:45
Kategorî: CÎHAN, DARAZ, MANŞET
A A
Navenda Nûçeyan – Rejîma Îranê li Girtîgehan her roj mirovan darve dikin. Tenê di 9 rojên dawî de 33 welatî darve kirin. Tenê di 11 mehên dawî de 1503 mirov hatin darvekirin.

Li gorî amarên ku li Navenda Amar û Beleyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê hatine tomarkirin, ji destpêka 2025an heta 25ê Mijdarê li Îranê Hezar û 503 (1.503) girtî hatin darvekirin. Di nava wan de 231 girtiyên hatin darvekirin Kurd in. Dîsa di nava wan de 196 Lor, 138 Tirkên Azerî û 128 girtî jî hemwelatiyên Belûçî ne. Dîsa di nava wan de 45 jin û 78 hevwelatiyên Efxanî hatine darvekirin.

Ji destpêka sala 2025an heta 25ê Mijdara 2025an, li seranserê Îranê herî kêm 176 jin hatin kuştin. Rayedarên dewleta Rejîma Îranê di vê demê de 136 jin girtin. Li gorî daneyên ku ji hêla Navenda Statîstîk û Belgekirinê ya Rêxistina Hengaw a Mafên Mirovan ve hatine tomar kirin, 163 çalakvanên jin girtin û şandin girtîgehê.

Tenê dema mirov li 8 rojên dawî binere rêjeya darvekirinê nîşan dide ku Rejîma Îranê her hefte bi dehan kesan darve dike.

Rejîma Îranê 2 girtiyên bi navê Subhan Ceiferî û Mihemedkerîm Muradî li girtîgehên Xuremava û Kirmaşanê darve kirin.

Rayedarên Îranê di 28ê mijdarê de 5 girtî li girtîgehên cuda li Quçan, Saveh, Mahşehr, Malayer û Borazcanê darve kirin. Du ji kesên îdamkirî Ereb bûn.

Di 27ê mijdarê de 7 girtî li girtîgehên Şîraz û Îsfehanê darve kirin.

Di 26ê mijdarê de li girtîgehên Gorgan, Nîşapûr, Kaşan, Sabzewar û Alîguderzê 6 girtiyên bi navê Emîn Çarbaşî, Golamalî Eftexarî, Hamîd Emînî, Aşkan Sohrabî, Erselan Behbahanî û Qasim Sarlak darve kirin.

Di 23ê mijdarê de rejîmê 13 girtiyên din yên bi navê Rehman Molûdî, Mîrza Cenelîzade, Emîr Nosret Pîryan, Mihemed Husên Ekberî, Emîr Moradî, Hemîdreza Pîrhadî, Yehya Keremî, Ekber Feracî, Secad Hebîbî, Mihemedreza Beşaret, Mislim Naderî, Elyas Rehîmpûr, û Elî Şebanî îdam kirin. Ahvaz, Sarî, Borucerd, Îsfehan, Qezwîn û Qûmê berê mahkûm kirin û piştre darve kirin.

Li gori nûçeyên HENGAWê jî di Cotmeha 2025an de li girtîgehên Îranê herî kêm 241 girtî hatine darvekirin. Di Cotmeha 2024an de jî 161 mirov hatibûn darvekirin.

Navenda Mafê Mirovan a Îranê destnîşan kir ku Rejîma Îranê di Cotmehê de nêzî 311 girtî hatin darvekirin.

Di 10 salên navbera 2013 û 2023yan de li gorî raporên mafên mirovan ên Îranê Rejîma Îranê nêzî 4 hezar û 829 kes darve kirin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026
Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne