• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li aqûbeta Ender Togcu yê 31 sal in winda ye pirsîn

Amed / AW

29 MIJDAR 2025 - 12:49
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Xizmên Windayan û Şaxa ÎHDa Amedê di hefteya 877emîn a çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” de li aqûbeta Ender Togcu ku 31 sal in winda ye pirsîn.

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 877emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya Amedê li dar xist. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên ÎHDê û Xizmên Windayan û Komeleya Piştgirî û Yekitiyê ya ji bo Kesên Xizm û Nasên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirinê re (MEBYA-DER) a Amedê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.

Xizmên Windayan û beşdaran pankarta ku wêneyê windayan li ser bû jî li erdê hat raxistin û wêneyên kesên ku hatine windakirin hildan. Vê hefteyê li aqûbeta Ender Togcu ku ji 29ê Mijdara 1994an vir vê agahî jê nayê girtin, hat pirsîn.

Beriya daxuyaniyê Serokê ÎHDa Amedê Ercan Yılmaz axivî û diyar kir ku duh salvegera kuştina parêzer Tahir Elçî û hefteya derbasbûyî salvegera kuştina Şevket Epozdemîr bû û got ku kujerên wan jî bêceza hatin hiştin.

‘Em ê piştgiriya xizmên windayan bikin’

Hevserokê Giştî yê ÎHDê Cîhan Aydin jî anî ziman ku ew dê her piştgiriya Xizmên Windayan bikin û got: “Dewlet dîwaran li pêş edaletê datîne. Gel rastiyê dixwaze. Tevî daxwaza edaletê jî wîjdan tune ye û her kes kor e. Em hêvî dikin di vê pêvajoyê de faîlan derxin holê û cezabikin.”

‘Polîsan got di destê me de ye’

Endamê Komîsyona Windayan a ÎHDa Amedê Firat Akdenîz daxuyaniya hefteyê xwend û diyar kir ku Ender Togcu zewicî bûye û zarokek wî hebûye. Firat Akdenîz anî ziman ku Ender Togcu ji bo biçe nexweşxaneyê ji malê derketiye lê li gor gotina dayika wî Ender Togcu qet neçûyê nexweşxaneyê. Firat Akdenîz wiha got: “Heman rojê di seat 22.30an de polîs bi ser mala bavê Ender Togcu de digirin û tundiyê li bavê Ender Togcu, Huseyîn Togcu û zarokên wî dikin. Piştre jî bavê Ender Togcu agahî digire ku kurê wî di destê polîsan de ye.”

31 sal in aqûbet nehatiye ronîkirin

Firat Akdenîz qala geşedanên bûyerê kir û got ku tevî 31 sal bi ser bûyerê derbas bûye jî aqûbet nehatiye ronîkirin. Firat Akdenîz diyar kir ku tevî hewldanên malbatê yên hiqûqî jî tu encam nehatiye girtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Birayê mezin ê Ender di dema binçavkirina xwe de qêrîn û dengê Ender bihîstiye. Birayê wî yê mezin, Alî Togcu, di roja sêyemîn de li ser rêya Erxeniyê hate berdan. Bavê wî Huseyîn Togcu piştî windabûna kurê xwe, her meh serî li Serdozgeriya Dadgeha Ewlehiya Dewletê da, lê ji wî re hate gotin ku kurê wî nehatiye binçavkirin û tu qeyda binçavkirina wî tune. Birayê wî yê mezin jî bi devkî serî li Qereqola Polîsan a Çarşiyê da. Tevî hemû hewldanan û têkoşîna 31 salan jî hîn aqûbeta Ender Togcu nehatiye ronîkirin.”

Çalakî ji bo Ender Togcu û hemû windayan bi deqîeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Etîket: ÎHDa AmedêXizmên Winayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

13 HEZÎRAN 2026
Xizmên Windayan bang kirin: Bila komîsyonek were avakirin û faîl bên darizandin

Xizmên Windayan bang kirin: Bila komîsyonek were avakirin û faîl bên darizandin

23 GULAN 2026
Di hefteya 900emîn de bang kirin: Divê dewlet bi cînayetan re hevrû bibe û lêborînê bixwaze

Di hefteya 900emîn de bang kirin: Divê dewlet bi cînayetan re hevrû bibe û lêborînê bixwaze

9 GULAN 2026
Li çar bajaran li aqûbet û kujerên windayan hate pirsîn 

Li çar bajaran li aqûbet û kujerên windayan hate pirsîn 

2 GULAN 2026
Girtî Seda Baykan 4 roj in di greva birçîbûne de ye

Girtî Seda Baykan 4 roj in di greva birçîbûne de ye

4 NÎSAN 2026
ÎHDê li aqûbeta Nazim Babaoglû pirsî û qurbaniyên Helebceyê bibîr anî

ÎHDê li aqûbeta Nazim Babaoglû pirsî û qurbaniyên Helebceyê bibîr anî

14 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne