• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Gabarê bi destûra Gerînendetiya Daristanê talan heye!

Nedîm Orûç AW

28 MIJDAR 2025 - 09:19
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET, ROJANE
A A
Cerdevanên ji gundê Şerefiyê li Çiyayê Gabarê bi destûra Gerînendetiya Daristan û Çandiniyê talanê dikin. Çavkaniyên pê bawer diyar kirin ku gerînende bertîlê ji cerdevanan distîne.

Ji sala 2019an heya niha bi mîlyonan darên li daristanên Şirnexê bi şirîkatiya hêzên dewletê û bi destê cerdevan û kesên alîgirê dewletê tên birîn. Her roj dîmenên talana daristanên Herêma Besta, Çiyayên Cûdî û Gabarê digêhin ber destê Çapemeniya Azad. Ji destpêka talana daristanan heya niha bi sedan nûçe ji aliyê Çapemeniya Azad ve hatine çêkirin lê her roja diçe talana xwezaya Şirnexê dijwartir dibe.

Dîmenên ku duh ji aliyê çavkaniyên ji herêmê hatin ber destê me, yên gundê Şerefiyê yên Herêma Haranê ya Şirnexê ne. Di dîmenan de xuya dike ku çend kes bi traktoran ketine nav daristanê û talanê dikin.

Çîrok anku dîmenên duh ji aliyê hin çavkaniyên ji herêmê hatine ber destê me bi serê xwe nûçeyeke cûda ye. Lê weke Ajansa Welat em dixwazin çîroka dîmenan, ka çawa ji aliyê çavkaniyan ve hatine ber destê me, ji xwînerên xwe û xwezaparêzan re ragihînin. Ev çavkaniyê ku bi xwe xwezaparêz e beriya ku dîmenan ji me re bişîne destpêkê dibêje, ‘Ji ber ewlehiya min divê teqez hûn navê min nedin’ û piştre dîmen û wêneyên talanê dişîne. Çavkaniyên ku dibin şahidê talanê van talanker û kesên destûrê didin wan baş nas dikin. Her wiha di talana daristanan de lîstikên çawa tên lîstin jî baş dizanin. Lê ji ber ewlehiya xwe naxwazin ev agahî werin parvekirin.

Li Gabarê kî, çawa talanê dike?

Li gor lêkolînên me û agahiyên çavkaniyên me dane, li gundê Şerefiyê cerdevanê berê ku niha teqawît bûye Bahattîn Vûral û cerdevanên bi navê Mahmût Vûral û Mehmet Nûrî Vûral ji bo birrîna daran ku dibêjin ‘erdê me yê bi tapû ye’ serî li Gerînendeya Daristan û Çandiniyê ya Şirnexê didin. Li ser vê daxwaza cerdevanan Gerînendetiya Daristan û Çandiniyê ya Şirnexê destûra mehekî (30 roj) ji bo birrîna daran dide van kesan. Piştî destûr hatiye stendin van cerdevanan karkerên birrîna daristanan dîtine û duh dest bi talanê kirine.

Gerînendetiya Daristanan bertîlê distîne!

Li gor agahiyên hatine bidestxistin ev her sê cerdevan di heman demê de weke axayên gund in û erdê ku dibêjin ê me ye, erdê şêniyên gund ên salên 90î koçî metropolan kirine ye. Lê ev kes hêza dewletê didin pişta xwe û talanê li ser van erdan dikin. Her wiha bertîlek baş didin kesên di Gerînendetiya Daristan û Çandiniyê de dixebitin û bi vî awayî karê xwe rêve dibin.

Gerînendetiya Daristan û Çandiniyê: Me destûr daye

Bi rêya telefonê me xwe gihand rayedarên Gerînendetiya Daristan û Çandiniyê ya Şirnexê û pirsa, ‘We destûra birrîna daristanên gundê Şerefiyê daye’ kir. Rayedaran pirsa me bi erênî bersivand û gotin wan bi rêyên fermî destûra vê yekê daye.

Etîket: Gerînentiya DaristananŞirnextalana xwezayê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Şirnexê agir bi daristanê ket

Li Şirnexê agir bi daristanê ket

1 TEBAX 2026
‘Li gel pêvajoyê talana xwezayê jî zêdetir bû’

‘Li gel pêvajoyê talana xwezayê jî zêdetir bû’

31 TÎRMEH 2026
Nobeta Aştiyê didome: Aştî bi gavên hiqûqî mîsoger dibe

Nobeta Aştiyê didome: Aştî bi gavên hiqûqî mîsoger dibe

24 TÎRMEH 2026
Li Şirnexê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

Li Şirnexê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

21 TÎRMEH 2026
ÎHDê di nobeta vê hefteyê de ji bo xwezayê edalet xwest

ÎHDê di nobeta vê hefteyê de ji bo xwezayê edalet xwest

17 TÎRMEH 2026
Leşkerên Tirk lêgerîna ciwanê ku li ber avê çûbû asteng dikin

Leşkerên Tirk lêgerîna ciwanê ku li ber avê çûbû asteng dikin

15 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne