• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Çalakgerên sînor: Em li peyama Abdullah Ocalan xwedî derdikevin

Navenda Nûçeyan /AW

29 KANÛN 2024 - 18:38
Kategorî: ROJANE
A A

Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li sînorê Kobanê hatiye destpêkirin di roja 7an de didome. Çalakgeran xwestin ku îradeya çareserî û aştiyê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan esas bê girtin û gotin: “Em li peyama Rêber Abdullah Ocalan xwedî derdikevin.”

DBP, TJA û DEM Partiyê di 23ê Kanûnê de li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMOyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser sînorê navçeya Pirsûs a Rihayê û Kobanê dest bi çalakiyê kirin. Çalakiya nobete di roja 7an de didome. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Wêjekarên Kurd, PENa Kurd, Yekitiya Weşangerên Kurd (YEWKURD), Komeleya Lêkolînên Çanda Devkî Dîrok Wêjeyê (SOZ-DER), parlamenterên DEM Partiyê Ferît Şenyaşar, Dîlan Kunt Ayan, hevşaredarên DEM Partiyê, rêveberên DEM Partî û DBP’ê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kesên din tev li çalakiya îro bûn.

Çalakgeran di çalakiyê de pankarta “Rojava rûmeta me ye” hilgirtin û daxuyanî hildan. Hevşaredarê Xelfetî ya Rihayê Mehmet Karayilan di daxuyanî da û got: “Hûn nikarin Pirsûs û Kobanê ji hev cuda bigirin. Kobanê, bi têkoşîna gelên cîhanê hat bidestxistin. Niha li ser qadên jiyanê yên gelan gef hene. Ev gef li ser hemû gelên herêmê ye. Guleyên diavêjin Kobanê li dilê me dikevin. Em îro bi kelecan şiyar bûn ji ber ku ji Îmraliyê xeber hat. Bi muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin hate kirin û em jî li ser sînorê Kobanê ji Rêber Abdullah Ocalan re silav dişînin. Divê bersivê bidin hewldanên aştî û çareseriyê yên Abdullah Ocalan. Em jî dê xwedî li peyama Îmraliyê derkevin û têkoşîna xwe mezintir bikin.”

‘Em Kobanê bi tenê nahêlin’

Berdevkê Demê yê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Ahmet Baran jî geşedanên li Sûriyeyê û got: “Kurdên Sûriyeyê bi tenê nînin. Em ê destûrê nedin Kurd qurbanî terorîzma cîhadîstan bên kirin. Divê ev êriş bên sekinandin û tavilê muzakere dest pê bikin. Me duh li dijî terorîzma DAIŞ’ê çawa piştevanî kiribe, dê îro jî Kobanê bi tenê nehêlin.”

Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Rêdûr Dîcle jî wiha got: “Êriş û gefên li dijî xaka Rojavayê û rêveberiya Rojavaya ku jiyaneke nû lê tê avakirin û ji bo hemû reng, deng û baweriyan cihê hêviyê ye, eşkere li meydanê ye. Di serî de Tirkiye û hin hêzên din ku ji jiyana nû ya li Rojavayê hatiye avakirin û ji bo hemû gelen cîhanê bûye îlham ditirsin, dixwazin van geşedanên dawî veguherînin firsendekê. Bi vê re jî, vê pergala jiyana nû ya ji aliyê gelen Sûriyeyê ve hatiye qebûlkirin û ji bo aramiya herêmê cihê hêviyeke mezin e, ji holê rakin. Ji bo vê jî, bi awayekî tund êriş dikin; jîngeh, sivîl û rojnamevan jî tê de her tiştî hedef digirin. Banga me ji bo raya giştî ya Tirkiyeyê û navneteweyî jî ew e ku li hemberî van gef û êrişên ku dixwazin jiyana gelan a bi kedeke mezin hatiye avakirin bêdeng neminin û bi her awayî li dijî van êrişan rabin. Ji lew re Rojava, tenê ne ji bo Kurdan, ji bo hemû gelan hêvî ye.”

‘Deng bidin banga Abdullah Ocalan’

Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan jî anî ziman ku pergala hevjiyana azad a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef tê girtin û got: “Netewe dewlet 100 sal in dixwazin gelan tune bikin. Lê hesabên wan hev negirtin. Dem dema yekitiyê ye ku em hêviyê mezin dikin. Ji Rêber Abdullah Ocalan silav hat. Abdullah Ocalan got ku dê ji hêla pozîtîf ve piştgiriyê bide pêvajoyê. Em jî li ser sînorê Kobanê, bi ruhê berxwedana Kobanê bang li gel û hemû rêxistinên civaka sivîl dikin ku deng bidin vê bangê. Divê tavilê zemîna siyaseta demokratîk were amadekirin.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxedana Rojava”, “Hezar silav ji Îmraliyê re” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

Etîket: Abdullah OcalanAhmet BaranDîlan KuntKobanêRêdûr Dicle
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
DEM Partiyê qurbaniyên 6-8ê Cotmehê bi bîr anî

DEM Partiyê qurbaniyên 6-8ê Cotmehê bi bîr anî

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne