• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Shko Şhwan: Çareserî perspektîfa Abdullah Ocalan e

Mahmût Altintaş / AW

27 MIJDAR 2025 - 09:02
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Rêveberê Ciwanên Partiya Zahmetkeşên Kurdistanê parêzer Shko Şhwan diyar kir ku perspektîfa Abdullah Ocalan ji bo hemû Rojhilata Navîn çareserî ye û got: “Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.”

Ciwanên endamên Partiya Zahmetkeşên Kurdistanê û Partîya Sosyalîsta Kurdistan (PASOK), ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, ji herêma Federe ya Kurdistanê hatin bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê. Ciwanan li Amed, Riha, Mêrdîn û Enqereyê hin hevdîtin kirin. Ciwan di serî de beşdarî panela Yekitiya Netewî ya Ciwanan ku li Mêrdînê pêkhat bûn. Piştre jî serdana gundê Amara ya navçeya Xelfetî ya Rihayê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ji dayik bûyî kirin. Ciwan herî dawî jî hatin Enqereyê. Ciwanan ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin daxwazname dan Wezareta Dadê û li ber wezaretê daxuyanî dan.

Ji ciwanên ku ji bo serdana Girava Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan, Rêveberê Ciwanên Partiya Zahmetkeşên Kurdistanê parêzer Shko Şhwan tekildarî armanca hatina bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Armanca me piştgiriya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e’

Parêzer Shko Şhwan ku ji Kerkukê hatiyê diyar kir ku gelek partiyên Başurê Kurdistanê xwestinê bi wan re werin, lê ji ber vîze derneket nekarîbûn bên û li ser armanca xwe wiha got: “Em şandeyeke ji endamên partiyên Kurdistanê hatine. Armanca me piştgiriya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Em dixwazin ew pêvajo berdewam dike û pirsgirêka Kurd çareser bibe. Em dixwazin gelê Kurd di bin destiyê derkeve. Ji bo wê me jî serdana Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir. Em dixwazin li vir gelek kesên siyasetmedar re hevdîtinê bikin. Em dixwazin biçin Girava Îmraliyê û serdana Rêber Ocalan bikin. Em dixwazin bi vê serdanê piştgiriya pêvajoyê bikin û bi cihanê re parve bikin.”

‘Şer êdî di vê serdemê de bi dawî dibe’

Di berdewama axaftina xwe de Shko Şhwan destnîşan kir ku perspektîfa Aştî û Civaka Demokratîk ji bo tevahî Rojhilata Navîn çareseriye û wiha axivî: “Ew pêvajo ji bo tevahî herêmê aramî û başî ye. Ev pêvajo ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bi hev re azad û wekhev bijîn pêngava herî baş e. Li Rojhilata Navîn sedsala borî bi şer derbas bû. Di vê sedsalê de jî guherînek di Rojhilata Navîn heye. Divê gelên li Rojhilata Navîn jî li gor vê guherînê tevbigere û ew şer êdî raweste. Şer êdî di vê serdemê de bi dawî dibe. Êdî gelên li Rojhilata Navîn jî li gor vê tevbigerin. Divê gelên li Rojhilata Navîn di vê baweriyê de bin ku di vê serdemê de çareseriya herî baş jiyana bi hev re ye. Tu gelên Rojhilata Navîn ji vî şerî sûdê nagire. Heke em hemû bi hev re bijîn, dibe mînakeke nû.”

‘Ciwan rolekî mezin digirin ser xwe’

Di dawiya axaftina xwe de Shko Şhwan bi lêv kir ku ew ji berê ve ji bo aştiyeke mayinde li herêmê têdikoşin û dê niha jî ji bo aştiyê bitêkoşin. Shko Şhwan bal kişand ser rola ciwanan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Weke ciwan em jî divê piştgiriya aştiyê bikin. Ciwan ji bo pêşerojê rolekî mezin digirin ser milê xwe. Divê em berpirsyariyê bigirin ku ew pêvajo baş derbas bibe. Ji niha û şûn vê jî ji bo aştiyeke mayinde pêk were xebatên me dê bidomin. Di vê demê de jî bi kêfxweşî em vê weke erkeke digirin ser milê xwe ku em di vê pêvajoyê de berpirsyariya xwe pêkbînin. Em dibêjin aştî ji bo hemû gelan e. Divê em hemû gel bi hev re wekhev, azad û di nava aştiyê de bijîn.”

Etîket: Abdullah Ocalanciwanên BaşûrRêveberê Ciwanên Partiya Zahmetkeşên Kurdistanê parêzer Shko Şhwan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026
Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne