• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hatîmogullari: Divê edî komîsyon derbasî merhaleya qanûnî bibe

Enqere / AW

25 MIJDAR 2025 - 14:33
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari bal kişand ser hevdîtina Komîsyonê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û got: “Bi vê hevdîtinê re merhaleyek derbas bû. Ji bo serkeftina pêvajoyê divê êdî demildest qanûn bên amedekirin.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari di komcivîna partiya xwe ya li meclisê de geşedanên dawî nirxand. Bi minasebeta 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî, hevşeredarên jin, Dayikên Aştiyê û saziyên jinan jî beşdarî civînê bûn. Ewil sînevîzyona ku qala têkoşîna jinan dike hat temaşekirin. Jinan dema sînevîzyon temaşe kirin “Jin jiyan azadî” berzkirin.

Piştî temaşekirina sînevîzyona Tulay Hatîmogullari axivî û 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan pîroz kir. Tulay Hatimogullari bi Erebî, Kurdî û Tirkî xêrhatina jinan kir û qala dîrok û wateya 25ê Mijdarê kir. Tulay Hatîmogullari bi wesîleya 25ê Mijdarê aktîvîsta TJA Berivan Kutlu ya ku rojên borî jiyana xwe ji dest da û hemû jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji destdanê bibîranî. Tulay Hatîmogllari 25ê Mijdarê li jinên girtî yên siyasetmedar jî pîroz kir û xwest girtiyên siyasî yên jin ben berdan.

Komkujiya li dijî Elewiyan û qetilkirina jinan

Tulay Hatîmogullari komkujiya Elewiyan ku ji aliyê hikumeta demkî ya Şamê ve pêkhat şermezar kir û got: “Bi hezaran Elewî hatin kuştin. Bi hezaran jin hatin revandin.” Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku li Suriyeyê li dijî pêkhateyên cuda weke Elewî, Durzî û hemû pêkhateyan xetereya komkujî heye û got: “Ew ne bi tenê ne. Jin li hemû qadên jiyanê rastî tundiyê tên. Wezaretê Karên Navxweyî dibêje komkujiya jinan kêm bû ye. Lê mirinên bê guman ên jinan her ku diçe zêde dibe û nayê lêkolînkirin. Her roj jin têne kuştin. Rabia Naz, Narîn Guran û Rojîn Kabaîş. Hê jî mirina Rojîn Kabaîş nehatiyê ronîkirin. Em li vir careke din dibêjin mirina Rojîn Kabaîş ronî bikin û kujerên darizinînin. Heta mirina jinan bê rawestandin têkoşîna me wê bidome.”

‘Dewlet kujeran diparêze’

Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku dewlet jinan naparêze û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê dewlet demildest careke din vegere ser peymana Stenbolê. Dadgeh bi biryarên xwe rê li pêşya mirina jinan vêdike. Em ji vê re dibêjin edî bese. Paketa 11emîn a Dadgehê neynin meclise. Em ê li dijî vê paketê jî derbikevin. Weke her sal îsal jî jin di budçeya 2026an de tune ne. Em dibêjin jin bi serê xwe kirdeye. Em dibêjin çareserî avakirina Wezareteke Xweser a Jinan e. Keda jinan tune tê hesibandin. Li Dîlovasi jin û zarokên jiyana xwe ji dest danê mînakên berbiçav in. Tevî ruhsat ji bo paketkirinê danê wê febrîqê jî hilberînê dikin. Lê venêrtin nekirine. Em bang li rayedar û berpirsyaran dikin ku ji bo careke din bûyereke bi vî rengî rû nede berpirsyariya xwe bi cih bînin. Bang li darazê jî dikin ku berpirsyariya xwe li gor edalet û hiqûqê pêk bînin. Divê debara jinan bê zêdekirin. Ji cihên kar ku ne ewlene mudaxale divê be kirin. Ew pêşniyarên me jî ji aliyê AKPê û MHPê ve hatin red kirin. Em jî heta encam bigirin têkoşîna xwe bidomînin.”

Di 12,13 û 14ê qanûnê de dimeşin Enqereyê

Tulay Hatîmogullari da zanîn ku derbarê kampanyaya Nan û Aştî ya partiya wan de dê di 12,13 û 14ê Qanûnê de dê li her derê li dijî xîzaniyê bimeşin Enqereyê û got: “Em ê bi berxwedanê bi serbikevin. Ji bo pêvajoya aştiyê civakî bibe divê sepana qeyûman bi dawî bibin. Divê hevşeredarên qeyûm tayinî şûna wan hatiyê kirin jî vêgerin karê xwe.”

‘Jin dê aştiyê ava bikin’

Tulay Hatîmogullari bal kişand şerê li Rojhilata Navîn û got: “Herî zêde jin ji şer bandor dibin. Ji bo vê yekê em aştiyê dixwazin. Em li vir bang dikin; Em ê aştiya vî welatî ava bikin. Jin dê jiyanê û pêşeroja demokratik ava bikin. Em careke din dibêjin; Em ê jiyaneke bê tundî ava bikin û xwedî li aştiyê derbikevin.”

‘Divê qanûnan rast bikin’

Tulay Hatîmogullari tekildarî hevdîtina komîsyonê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re jî got: “Em ji endamên komîsyonê ku çûnê giravê re spas dikin. Ew hevdîtin heviya pêşeroja aştiyê ye. Demeke dirêj e gel li bende bû. Birêz Ocalan li ser tîfaqa Kurd û Tirk û ji bo pêkhatina çareseriya demokratik helwest nişan da. Birêz Ocalan li ser pirsgirêka Suriyeyê jî nirxandinên girîng kir. Birêz Ocalan perspektîfa çareseriyê nişan da. Bi vê serdanê re gaveke mezin di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hat avetin. Merhaleyeke dîrokî hat derbaskirin. Ji bo pêşeroja gelen Tirkiyeyê divê ew pêvajo bi serbikeve. Ji bo wê jî divê desthilat û muxalefet xwedî li vê pêvajoyê derbikevin. Me dixwest hemû partiyên di komîsyonê de biçin giravê. Lê neçûn. Li ser vê yekê me rexneyên hewce dikir gotin. Çûyina giravê ji bo feydaya hemû gelan e. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke dîrokî ye û li pêşiya demokrasiyê asteng e. Divê hemû kes li gor wê polîtikayeke hilbijerin. Divê desthilat, muxalefet û dewlet berpirsyariya xwe pêk bînin. Sererastkirina qanûnên hewceyî pêk werin. Bendewariya me ew e ku komîsyon rapora xwe demildest binivisîne û derbasî merhaleya qanûnî bibe. Ji bo serkeftina pêvajoyê jî divê demildest sererastkirinên qanûnî pêk werin. Em ê aştiyê diyarî hemû jinên Rojhilata Navîn û cihanê bikin.”

Etîket: 25ê MijdarêAbdullah OcalanÎmralîTulay Hatimogullari
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
DEM Partî: Îradeyê Rojavayî seba ma esas o

Hevserokên DEM Partiyê karkerên Elewî yên li Humusê bi bîr anîn

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ergîn Atabey: Duh zû bû, sibê dereng e, niha dema wê ye!

Ergîn Atabey: Duh zû bû, sibê dereng e, niha dema wê ye!

24 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne