• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Mifteya çareserî û azadiyê di destê Serok Ocalan de ye’

Ûgûr Dînler - Omer Demîr / AW

22 MIJDAR 2025 - 08:36
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Welatiyên li Amedê der barê çûyîna Komîsyonê ya Girava Îmraliyê de axivîn û gotin: “Çûyîna Komîsyonê ya Îmraliyê girîng e. Mifteya çareseriyê û azadiyê di destê Serok Abdullah Ocalan de ye. Serok were berdan dê gelek baş bibe.”

Komisyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî di 21ê Mijdarê de li ser çuyîna grava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne civiya. Komîsyonê ji bo çûyîna Giravê biryara dengdayînê girt. Di encama dengdayînê de bi piraniya dengan ji bo çûyîna Girava Îmraliyê hatin bikaranîn. Bi piraniya dengan teqez bû ku dê komîsyon biçe bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Di civînê de 33 deng ji bo çûyîna Girava Îmraliyê hatin bikaranîn û komîsyon dê hefteya pêş biçe giravê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.

Welatiyên li Amedê jî derheqê hevdîtina komisyonê ya bi Rêberê Gelê Kurd re nêrînen xwe anîn ziman û xwestin ev hevdîtin bibe sedema aştiyeke mayînde.

‘Mifteya çareseriyê, deriyê azadiyê destê Serok Abdullah Ocalan de ye’

Welatiyê bi navê Salîh Tolhildan anî ziman ku serokê Kurdan Abbdullah Ocalan e û ev tişt anî ziman: “Ev 40 sal in PKK şer dike. Abdullah Ocalan şensek da dewletê divê dewlet vî şensî bi awayekî erenî bikarbîne. Serokatî daxwazên xwe bi awayekî zelal anîn ziman. Mifteya çareseriyê, deriyê azadiyê di destê Serok Abdullah Ocalan de ye.”

‘Bi çûyîna Komîsyonê ya Îmraliyê keyfxweş in’

Necmettîn Orûç jî diyar kir ku çûyîna Komîsyonê ya Îmraliyê bi wateye, ew bi vê keyfxweş in û got: “Aştî çêbibe, dayîk negirîn tiştekî gelek baş e, em dixwazin tevahî girtî bên berdan û werin nava gelê xwe.”

‘Divê Abdullah Ocalan were Meclisê jî’

Welatî Îzettîn Alkiş jî diyar kir ku ew çûyina Komîsyonê ya Îmraliyê gelek girîng dibîne û wiha axivî: “Abdullah Ocalan dê vî şerî bisekinînê. Bila kes neyê kuştin, em dixwazin bi zimanê Kurdî perwerdehî pêk were. Divê Abdullah Ocalan were Meclisê jî. Ji xwe Devlet Bahçelî jî gotibû ku bila were Meclisê.”

‘Çûyîna Îmraliyê gelek girîng e’

Mehmet Ataş jî anî ziman ku Komîsyon here girava Îmraliyê dê gelek baş bibe û got: “Serok were berdan gelek baş e. Bila şer bê rawestandin û êdî xwîn nerijê. Ev yek dê gelek baş be. Çûyîna Îmraliyê gelek girîng e.”

‘Dewlet hê jî jidil tevnagerê’

Yaşar demîr jî destnîşan kir ku Abdullah Ocalan dê pêvajoyê heta dawiyê bibe û wiha axivî: “Selahattîn Demîrtaş jî bila were berdan lê em dibînin ku dewlet hê jî jidil tevnagere.”

‘Em dixwazin di nava aramiyê de bijîn’

Welatiyê bi nave Mehmet Gûngen jî ev tişt anîn ziman: “Komîsyon here Îmraliyê û li wir bi hev werin gelek baş e. Em tenê aştiyê dixwazin. Em dixwazin di nava aramiyê de bijîn.”

 

Etîket: Çûyîna Komîsyona ya ÎmraliyêHevditinKomîsyona Demokrasî Xwişk-Biratiyê û Hevgirtina MilîpêvajoRêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

5 COTMEH 2026
Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

23 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne