• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DEM Partî: Serdana Îmraliyê dê bibe wesîleya aştiyeke mayînde

Enqere / AW

21 MIJDAR 2025 - 18:38
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan li ser biryara çûyina komîsyonê ya ji bo Girava Îmraliyê ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike daxuyaniya nivîskî parve kirin û gotin bila bibe wesileya aştiyeke mayînde.

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, li ser biryara Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî ya çûyina Girava Îmraliyê ku bi Rêberê Gelê Kd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike daxuyaniya nivîskî parve kirin.

Daxuyaniya nivîskî wiha ye: “Em biryara çûyîna Îmraliyê ya Komîsyona Piştgiriya Neteweyî, Xwîşk-Biratî û Demokrasiyê ya ku îro daye, wekî îfadeya herî berbiçav a pêşketina demokratîk û vîna aştiyê ya Tirkiyeyê dibînin.

Serdana Îmraliyê ya ku wê çêbibe, wê bibe gaveke dîrokî ya ji bo bidawîkirina mayînde ya êşên bi dehan salan hatine jiyîn û ji bo misogerkirina lihevkirina civakî. Bingeha diyalogê ya ku wê li Îmraliyê bê avakirin û kanalên têkiliyê yên zelal ên ku wê bên pêşxistin, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê firsendeke bêhempa pêşkêş dikin.

Çûyîna Komîsyonê ya Îmraliyê wê deriyê serdemeke nû li Tirkiyeyê veke; wê cihê siyaseta tirsê, hêvî û baweriya jiyana bi hev re bigire. Ev hevdîtin wê zelalî û jidiliya pêvajoyê xurt bike û beşdarbûna her beşê civakê ya avakirina aştiyê zêde bike.

Baweriya me temam e ku hevdîtinên ku wê bi birêz Ocalan re bên kirin, wê di pêşveçûna saxlem û ewledar a pêvajoyê de roleke diyarker bilîzin. Em endamên Komîsyonê yên ku wê vê serdanê pêk bînin ji dil pîroz dikin û spasiyên xwe pêşkêşî hemû partiyên siyasî yên ku di xebatên Komîsyonê de roleke avaker girtine ser milê xwe û Serokê Meclisê birêz Numan Kurtulmuş dikin.

Herwiha, ji ber avakirina Komîsyonê, pêkanîna xebatên wê di nav aramiyê de, dîtina daxwaza gelan a aştiyê û bi wêrekî anîna vîna çûyîna Îmraliyê, em spasiya Serokkomar birêz Recep Tayyip Erdogan, Serokê Giştî yê MHP’ê Birêz Devlet Bahçelî û partiyên me yên tifaqa EMEP û TÎP’ê yên ku berpirsyariya siyasî girtine ser xwe dikin.

Rola esasî ya siyasetê, parastina berjewendiya hevpar a welêt û gelan û çareserî hilberandin e. Ev biryara ku îro hatiye girtin, tam jî nîşaneya berpirsyariyeke wiha ye. Lê belê, divê em diyar bikin ku em nêzîkatiyên dûr ên hin derdorên siyasî yên ji vê gava dîrokî re bi xemgînî pêşwazî dikin. Di pêvajoyên aştiyê de, wêrekî û dûrbînî her tim heq dikin ku bên teqdîrkirin. Dudilî û dûrketin wijdana civakî birîndar dikin. Pêwîstiya siyaseta demokratîk, di pêvajoyeke wiha ya dîrokî de, li gel hev sekinîn û mil bi mil meşîn e di biryarên ku derbarê pêşeroja hevpar a gelan de tên girtin.

Bi vê aramancê, em careke din berpirsyariya dîrokî ya ku dikeve ser milê her kesî ji bo xurtkirina vîna aştiyê, tînin bîra wan. Gavên wêrek ên ku em ê îro bavêjin, wê di nav hiqûqa biratiyê de pêşerojeke nû bi dest bixin. Em hêvî dikin ku ev serdan, bibe wesîleya pêşeroja hevpar a 86 milyon kesan, yekîtiya me ya demokratîk a azad, hevwelatîbûna wekhev û aştiyeke mayînde. Avakirina aştiyê erka me ya hevpar û berpirsyariya me ye. Her çend dîtinên me yên siyasî cuda bin jî, em bang li her kesê ku ji bo pêşeroja vî welatî, ji bo pêşeroja me ya hevpar û avakirina aştiya mayînde gotineke wan heye, dikin ku di payîngeha hevpar a çareserî û aştiyê de bicivin.”

Etîket: daxuyanîDEM PartîhevserokÎmralîserdan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Tuşbayê DEM Partî û hevşaredaran serdana gundan kir

Li Tuşbayê DEM Partî û hevşaredaran serdana gundan kir

5 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

25 ÎLON 2026
Ergîn Atabey: Duh zû bû, sibê dereng e, niha dema wê ye!

Ergîn Atabey: Duh zû bû, sibê dereng e, niha dema wê ye!

24 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne