• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tuncer Bakirhan: Pêvajo bi yek alî nameşe

Enqere / AW

15 MIJDAR 2025 - 20:39
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di bernameya partiya xwe de axivî anî ziman ku tevî gavên dîrokî ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatine avêtin jî dewletê tu gav neavetiye û got ku pêvajo bi yek alî nameşe.

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Enqereyê li resturanteke navçeya Çankaya ya Enqereyê ji bo piştgiriyê xwarin da. Hevserokê Giştî yê DEM Partyê Tuncer Bakirhan, parlamenterên DEM Partî, endam û nûnerên saziyên demokratîk û gelek kes tevlî bûn. Bername bi guhdarkirina stranan destpê kir. Piştre jî hevserokên DEM Partî yên Enqereyê axivîn û xêrhatina gel kirin.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di axaftina xwe de kesên di têkoşîna azadî, aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û ji bo mamosteyê Çapemeniya Azad rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol ku meheke ku li beşa lêneherîna awartê ya nexweşxaneyê tê derman kirin şifa xwest. Tuncer Bakirhan di şahsê Seyîd Riza de qurbaniyên komkujiya Dêrsîmê bi bîr anî û wiha got: “Divê edî komara Tirkiyeyê demokratik bibe. Komar ev sed sal in ji bo gelan êş û xwîn anî. Edî bila ew serdem cuda bibe. Bi têkoşîna me jî wê cuda bibe. Di vê sedsalên derbasbûyî de ziman, çand û nasname tune hatin hesibandin. Em jî dibêjin edî bila reng tune neyên hesibandin.”

‘Divê dewlet jî gav bavêje’

Tuncer Bakirhan bal kişand ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birêz Ocalan deriyeke nû vekir. Rojhilata Navîn niha şer û pêvçûnan de ye. Sedema wê jî pergalên heyî ye. Ji ber tunehesibandin û bê demokratîkbûyinê ew şer û pêvçûn hene. Em niha di pêvajoyeke pir girîng de derbas dibin. Divê demokrasî û aştî bi hev re bibe. Heke demokrasî hebe aştî jî dê were vî welatî. Ez bang li desthilatê dikim ku gorên Seyîd Riza, Şêx Saîd û hemû windahiyên me aşkera bikin. Di vê pêvajoyê de ew gav girîng e. Em bang li desthilatê dikin ku vê gavê bavêjin. Banga 27ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîrokî bû. Herî dawî jî birêz Ocalan rêxistina xwe vekişand derveyî Bakurê Kurdistanê. Lê ew pêvajo bi gavavêtina yek alî naçe serî. Divê desthilat jî gav bavêje. Ew gav çi ne; di serî de dikarin girtiyên nexweş berdin. Karkerên bi KHKê ji kar hatine dûrxistin vegerin ser karê xwe. Her wiha girtiyên ku cezayê wan qediyane bên berdan. Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demirtaş û girtiyên doza Kobanê dikarin werin berdin. Şeredariyên qeyûm tayinî şûna wan hatine kirin dikarin vegerin ser karê xwe. Ew gav weke gavên erênî dikarin werin avêtin. Lê mixabin heta niha ew pêvajo bi yek alî tê meşandin. Divê edî gav ji aliyê din ve jî werin avêtin.”

‘Divê komîsyon biçe Girava Îmraliyê’

Tuncer Bakirhan destnîşan kir kudivê komîsyon biçe Girava Îmraliyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dewlet bi birêz Ocalan re hevdîtin dike. Lê çima komîsyon naçe Girava Îmraliyê. Divê demildest komîsyon jî biryar bide û biçe Girava Îmraliyê. Divê komîsyon bi wêrekî tevbigere. Em hevî dikin ew gav bê avêtin. Em ê li her qadê piştgirî û rêxistinkirina xwe xurt bikin. Dema em xwedî li hevdu derketin û di nava piştgiriyê de bin wê demê em ê behtir xurt bibin û pêşiya zext û sepanên pergalê bigirin. Em bi piştgirî û rêxistinbûyina siyaseta demokratik dikarin bi ser bikevin. Têkoşîna li dijî pergalê bi hev re dibe. Bi rêxistinî dibe. Em hertim nava piştgiriyê de bin, xwedî li hev derbikevin û bi rêxistinî tevbigerin.”

Piştî axaftinan xwarin hat xwarin û bername bi stran re bi dawî bû.

 

Etîket: aştîBakirhandewletgavpêvajo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Dewlet, cemaet û mafya dixwazin bi rêya rêzefilman civakê teşe bikin

Dewlet, cemaet û mafya dixwazin bi rêya rêzefilman civakê teşe bikin

19 ÎLON 2026
Bayik: Yekîtî û têkoşîna gelê Kurd wê azadiyê bîne

Bayik: Kurd di makeqanûnê de cih negirin çareserî çênabe

4 ÎLON 2026
Dogan: Divê ji bo rêvebirina pêvajoyê birêz Ocalan bi rola xwe rabe

Dogan: Divê ji bo rêvebirina pêvajoyê birêz Ocalan bi rola xwe rabe

28 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne