• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Kê kir û kê nekir

Navenda Nûçeyan / AW

9 MIJDAR 2025 - 08:09
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Navenda Nûçeyan – Serokê MHPê Devlet Bahçelî di dîrokên cuda yên salekê de, hem ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hem jî ji komîsyona meclisê û rayedarên dewletê xwest ku gavan biavêjin. Lê geşedanên ku pêş ketin, nîşan didin ku heta niha tenê yek alî gav hatine avêtin.

Di 1ê Cotmeha 2024an de Devlet Bahçelî li meclisê silav da parlementerên DEM Partiyê pişt re geşedanên nû qewimîn. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aştî, demokrasî û wekhevî pêş bikeve gelek gav avêt û da avêtin. Lê Devlet Bahçelî ji bo bangên ‘Bila tecrîd rabe’ ‘Bila Ocalan bê li meclisê biaxive’, ‘Bila ji mafê hêviyê sûdê bigire’ û ‘Bila komîsyon biçe li Îmraliyê li Ocalan guhdar bike’ gav neda avêtin.

Di salekê de li ser banga Devlet Bahçelî gavên ku hatine avêtin û nehatine avêtin, mirov dikare bi xalên jêr şênbertir bike.
Serokê MHPê Devlet Bahçelî ji bo aştiya navxweyî pêş bikeve bang li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir ku gavan bide avêtin. Li ser bangên Devlet Bahçelî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hem gav avêt û hem jî gav da avêtin.

Serokê MHPê Devlet Bahçelî ji bo aştiya navxweyî di 1ê Cotmeha 2024an de silav da koma DEM Partiyê û xwest aştiyê di nava xwe de pêş bixin. Piştre bang li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Xwest Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li meclisê di koma DEM Partiyê de biaxive. Xwest Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li PKKê bike û xwe fesix bike. Piştre xwest komîsyon biçe Îmraliyê. Lê ne deriyê meclisê li Rêberê Gelê Kurd Kurd Abdullah Ocalan vekirin û ne jî deriyê Îmraliyê li komîsyonê vekirin.

Li hemberî banga Devlet Bahçelî, Rêberê Gelê Kurd ji bo aştî û civaka demokratîk pêş bikeve, bi lez bang li PKKê kir. Xwest kongreyê pêk bîne û xwe fesix bike. Xwest dawî li şerê çekdarî bîne. Li ser vê yekê PKKê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bersivand. Agirbest îlan kir. Kongre pêk anî. Xwe fesix kir. Çek îmha kirin û hêza gerîla ji Tirkiyeyê vekişand.
Di 15ê Cotmeha 2024an de, Serokê MHPê Devlet Bahçelî bang li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got: “bila kerem bike. Bibêje rêxistinê xwe fesix kiriye. Yek alî îlan bike.”

Di 22ê Cotmeha 2024an de dîsa Devlet Bahçelî bang li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got: “Eger tecrîd rabe, bila bê li meclisê li Koma DEM Partiyê biaxive. Bila bibêje rêxistinê xwe bi dawî kiriye.”
Di 28ê Sibata 2025an de Devlet Bahçelî piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” got: “Banga wî ji serî heta dawî bi qîmet û girîng e”
Di 12ê Gulana 2025an de Devlet Bahçelî, piştî biryara PKKê ya Kongreya 12emîn got: “Îro tişta qezenc kir, aştî, xwişk û biratî ye. Ya qezenc kir siyaset û demokrasî ye. Ya qezenc kiriye, Komara Tirkiyeyê ye.” Bahçelî hem ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hem ji Tayip Erdogan re spasiyên xwe kir.

Di 7ê Cotmehê de Devlet Bahçelî dîsa di koma partiya xwe de got: “Komîsyon dikare biçe Îmraliyê û li Ocalan guhdar bike.
Dewlet Bahçelî di 4ê Mijdarê de got: “Wekîlên ji komîsyonê bên hilbijartin dikarin biçin Îmraliyê û dikarin peyamên pêwist jî bigirin. MHP amade ye ku tev li şandeyeke wisa bibe.”

Herî dawî Dewlet Bahçelî xwest dadgeh biryara DMMEyê ya der barê Selahattîn Demîrtaş de pêk bîne, lê Selahattîn Demîrtaş hêj girtî ye.

Hem got hem gav avêt

Di 23ê Cotmeha 2024an de Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan, piştî 43 mehan çû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Abdullah Ocalan di peyama xwe de got ‘Tecrîd berdewam dike. Heke şert û merc ava bibin, hêza min heye ku ez pêvajoyê ji zemîna şer û pevçûnê veguherînim ser bingeha hiqûq û siyasetê. Ez xwedî vê hêza teorîk û pratîk im.’
Di 27ê Sibata 2025an de şande çû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Şandeya DEM Partiyê, Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd li Stenbolê li pêş sedan rojnameger, qanalên TV û rojnameyên navdewletî bi raya giştî ya cîhanê re parve kir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aşkere kir ku bang li PKKê dike ku xwe fesix bike û dawî li şerê çekdarî bîne. Her wiha xwest dewlet jî gavên hikûqî û siyasî bavêje.

PKKê xwe fesix kir

Di 1ê Adarê de 2025an PKKê li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agirbesta yek alî îlan kir.
Di 12ê Gulana 2025an de PKKê encama 12emîn kongreya xwe aşkere kir. Diyar kir ku li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 5-7ê Gulanê de li du qadên cuda kongre pêk anîye û biryara fesixkirina PKKê û berdana çekan dane.
Di 9ê Tîrmeha 2025an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi vîdeo daxuyanî da û xwest PKK çekan berde.

Gerîla çek şewitandin

Di 11ê Tîrmeha 2025an de 30 endamên PKKê li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi merasimeke heybet li Silêmaniyê çek şewitandin. Li hemû welatên cîhanê bû rojeva sereke û wekî gaveke erênî hat dîtin.

HPGê hêzên xwe ji Tirkiyeyê vekişand

Di 26ê Cotmehê de Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê di civîna çapemeniyê ya li Qendîlê de ragihand ku wan hêzên xwe yên di nava Tirkiyeyê de vekişandine Başurê Kurdistanê. Rêvberiya Tevgera Azadiyê anî ziman ku li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk, hêzên xwe vedikişînin başûrê Kurdistanê.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

21 TEBAX 2026
‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

21 TEBAX 2026
Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

21 TEBAX 2026
‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

21 TEBAX 2026
‘Li dijî tundiyê armanca sereke pêşxistina hişmendiyê ye’

‘Li dijî tundiyê armanca sereke pêşxistina hişmendiyê ye’

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne