• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Fîlozofên cîhanê: Abdullah Ocalan rêberekî mezin e

Navenda Nûçeyan / AW

8 MIJDAR 2025 - 08:29
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Fîlozof û zanyarên ku li cîhanê navdar in, piştgiriyê didin bang û hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Filozof û zanyar hewldan û banga Abdullah Ocalan wekî gavên bangên dîrokî dinirxînin û dixwazin ku ev firsend neyê windakirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de banga dîrokî kir û xwest PKK xwe fesix bike û dawî li şerê çekdarî bîne. Li ser vê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan PKKê di 5-7ê Gulanê de 12emîn kongreya xwe pêk anî. Di 12ê Gulanê de jî encamnameya kongreya xwe aşkere kir. PKKê di encamnameyê de diyar kir ku wan di kongreyê de biryar girtiye ku xwe fesix bikin û dawî li şerê çekdarî bînin. Piştî vê bangê bi dehan fîlozof, nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar û zanyarên cîhanê daxuyanî dan û piştgirî dang banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Ji gulanê heta niha fîlozof, dîrokzan û zanyarên cîhanê ku piştgirî dan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha ne.

* Fîlozofa hemdem Catherine Malabou biryara fesixkirina PKKê weke pêvajoyeke jinûve avakirinê ya wêrek û exlaqî pênase kir û wiha got: “Abdullah Ocalan Rêberekî polîtîk e ku hurmetê nîşanî wî didim. Ew rêberekî mezin e û divê azad bibe.”

* Fîlozofa feminîst Eva Kittay, têkildarî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got: “Li dinyaya me ku ji demokrasiyê dûr dikeve û şer zêde dibin de bi rastî jî pêwîstiye me bi hewldanên wiha heye.”

* Fîlozofê Awûstûryayî Robert Pfaller ku teorîsyenê çandê ye piştgirî da Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Banga Abdullah Ocalan fersendeke dîrokî ye.”

* Fîlozof û rexnegirê çandî Santiago Zabala diyar kir ku modernîteya kapîtalîst hewl dide têkiliyên Kurd û Tirkan xera bike û wiha got: “Divê hewldanên Abdullah Ocalan vala neçin.”

* Fîlozofê û rexnegirê çandî Santiago Zabala diyar kir ku modernîteya kapîtalîst hewl dide têkiliyên Kurd û Tirkan xera bike û wiha got: “Divê hewldanên Abdullah Ocalan vala neçin.”

* Hevalê Edward Saîd profesorê Îranî Hamid Dabashi tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji DEM Partiyê re nameyek şand û di nameyê de destnîşan kir ku banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê serdema aloz de banga herî şoreşger e.

* Profesora femînîst û felsefeya zanistî ya Amerîkî Helen Longino, ji DEM Partiyê re nameyek şand û ev peyam da: “Banga Ocalan ku têkoşîna çekdarî li aliyekê hişt û parast ku hemû mafên ji bo Kurdan û her kesê li Tirkiyeyê tê xwestin bi rêyên aştiyane bên bidestxistin, bi rastî bandor li min kir.”

* Zanyara Siyasetê ya feminîst Françoise Verges piştgirî da banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku gelên kurd û tirk di qonaxeke dîrokî de ne û xwest her kes piştgiriyê bide aştiyê.

* Hevseroka KCDê Leyla Guven diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 30 salin li muxataban digere û got: “Banga Birêz Abdullah Ocalan bê şik û bêguman dê êşa sedan salan aş bike.”

* Aktivîsta TJAyê Ayla Akat Ata di mitîngê Amedê de axivî, bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Banga aştî û civaka demokratîk gihîşte me, em weke TJAyê, dayik û jin li pey banga birêz Abdullah Ocalan in.”

* Civaknas û profesor William I. Robinson peyamek ji bo piştgiriya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şand û got: “Abdullah Ocalan, bê nîqaş rêberê pêvajoya aştiyê û aktorekî sereke ye, divê bê berdan.”

* Profesorê Îtalyayî Enzo Traverso, ji bo piştgiriya banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek ji DEM Partiyê re şand û got: “Pirsgirêka neteweyî ya Kurd di qonaxeke dîrokî de ye.”

* Profesorê dîrokê yê sosyalîst Antonis Laikos bi peyamekê piştgirî da Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Ew bi wan kesan re ye ku pîvanên jiyana bi hev re, lihevkirin û hurmeta li hev diparêzin.”

* Lêkolîner û dîrokzan Roger van Zwanenberg, ku li ser Afrîkayê lêkolîna dîrokî dike piştgirî da banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Îsyana dawî ya gelê Kurd vîna aştiyê aşkere kir. Ev cihê kêfxweşiyê ye.”

* Hevseroka Navenda Lêkolîn û Pêşvebirina ji bo Demokrasiyê ya Îtalyayê Michela Arricale li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got: “Rola Birêz Ocalan din çareseriyê de pir girîng e. Ji ber vê divê destûr bê dayîn ku ew bi gelê xwe re biaxive û wan tevlî pêvajoyê bike.”

* Serokê Sinn Féin yê berê Gerry Adams piştgirî da banga Abdullah Ocalan û wiha got: “Azadiya Ocalan ji bo ku pêvajoyeke berfireh dest pê bike û bigihije lihevkirineke siyasî pir girîng e.”

* Teorîsyenê siyasetê yê Amerîkayî Michael Hardt, têkildarî banga Abdullah Ocalan daxuyanî da û got: “Ez biryara Ocalan û PKKê ya ji bo aştî û demokrasiyê pîroz dikim û piştgiriyê didim wan.”

* Hevserokê Koma Çep a PE’yê Martîn Schirdewan xwest ku astengiyên li pêşiya Rêber Apo werin rakirin û wiha got, “Ez dixwazim biçim Tirkiyeyê û serdana Abdullah Ocalan bikim.”

Etîket: Abdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026
Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne