• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Key Mayê her tişt bi destê komuna jinan dipije

Nûda Arici - Esra Polat / AW

6 MIJDAR 2025 - 10:28
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Amed – Xebatkarên Key Mayê xwarinên xwemalî çêdikin û dibêjin xwarinên wan bi destê jinan tên çêkirin, xweş in û gotin ku ew xebateke komunal dikin.

Kooperatîfa Jinan a Key Mayê di meha Adara 2024an de ji bo hilberîn û pêşkêşkirina çêja xwarinên xwemalî ku liAmedê bi windabûnê re rû bi rû ne, hatibû vekirin. Key Ma xebatên xwe li Navenda Gastronomiyê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) bi rê ve dibe. Ev xebat hemû ji aliyê jinan ve pêk tên û wek komunekê ev xebat tên meşandin. Key Mayê di bin banê DTSOyê de firoşgeha bi navê “Çerçî” ku wek kooperatîfê ye vekir. Di kooperatîfa Key Mayê de nêzî 100 jinan dixebitin. Her tişt li vir bi destê jinan tê pêjandin û jin bi keda destê xwe tehmê didin xwarinên xwemalî. Key Ma di heman demê de dema organîzasyon û civîn çêdibin jî xwarinên ku çêdikin dibin û serwîsê dikin.

Xebatkarên Key Mayê ji ajansa me re axivîn û bi bîr xistin ku wan bi 7 jinan dest bi kooperatîfê kiriye û gotin ku ev du sal in vê xebatê bi rê ve dibin.

‘Bandora zilaman li vir tune ye’

Yek ji aşpêja Key Mayê Arzu Kelekçîerê diyar kir ku ew xwarinên xwemalî çêdikin û ji ber ku xwarin bi destê jinan çêdibe pirr kêfxweş in û got: “Em xwarinên ku hatine jibîrkirin çêdikin. Wek mînak ‘nanê savar’ heye. Ev xwarina ‘nanê savarê’ ji biçûkatiya min di bîra min de maye; dayika min ‘nanê savarê’ li tendûrê xistibû û min jî xwaribû. Tehma wî nanê hê jî ji bîra min neçûye. Em niha li vir ‘nanê savarê’ çêdikin û em pirr jê hez dikin, nanekî pirr xweş e. Mînak xwarina bi navê ‘parkaç’ min qet nedizanî çibû, ez li vir hîn bûm. Mînak xwarina hebenîsk, dolmên tirş, dolmên Amedê, çorekên Amedê çêdikin. Em gelek tiştan çêdikin. Ez di jiyana xwe de qet nexebitîbûm, piştî 40 salan ez niha li vir dixebitim. Ez dixwazim bila jin bi giştî bixebitin. Dema jin nexebitin nikarin azad bin. Divê em xwe bi xwe aboriya xwe pêk bînin. Dema aboriya me azad bibe wê hemû mirova azad bibin.”

‘Em bi kêfxweşî karê xwe dikin’

Aşpêjeke din a Key Mayê Sureyya Akalpê jî da zanîn ku pêşî wan derbarê xwarinan û çêkirina xwarinan de li kursê perwerde dîtine û wiha got: “Em hatin vir ewilî me dersên çêkirina xwarinan dît. Em hemû li vir jin in. Karê li gel jinan gelek xweş e, li ser me bandora zilaman tune ye. Em jin li vir pirr rehet in. Dema me bi kêfxweşî derbas dibe, betilandina me jî nayê ber çavê me.”

‘Ev der komuna jinan e’

Fatma Budak Guler a ku wek beşdar hatibû Key Mayê jî anî ziman ku ew xebata jinan a li vir serkeftî dibîne û wiha axivî: “Bi rastî karekî pirr girîng e. Ji hêla dîtbarî ve berhemên jinan derdikevin holê û ji ber ku ev berhem jî xwezayî ne. Rasterast yên ku van berheman derdixin holê jin in, ev cihê kêfxweşiyê ye. Key Ma ji bo jinan û hilberîna jinan, bi rastî cihekî girîng e. Ji çandiniya nav erd bigire heta çêkirina xwarinê û heta serwîskirina xwarinê hemû bi destê jinan tê kirin. Xebatên bi vî rengî û qadên wiha cuda divê zêde bibin. Ev der wek komuna jinan e. Divê pêşiya xebatên bi vî rengî were vekirin. Kooperatîf tiştên serkeftî ne ji ber ku xebatên hevpar in. Çimkî ev der ne cihekî kapîtalîzmê ye, ev der bi keda jinan hatiye avakirin.”

Etîket: DTSOJinkeda jinanKomunKooperatîfa Key Maxwarinên xwemalî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

19 TEBAX 2026
Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

17 TEBAX 2026
‘Komûn ne taktîk e, stratejî ye’

‘Komûn ne taktîk e, stratejî ye’

16 TEBAX 2026
Rêzeçalakiyên jinan ên li dijî tundiyê dest pê kir

Rêzeçalakiyên jinan ên li dijî tundiyê dest pê kir

29 TÎRMEH 2026
Li Hewagê civîna civaka demokratîk hat lidarxistin

Li Hewagê civîna civaka demokratîk hat lidarxistin

29 TÎRMEH 2026
DTSO: Mûçeyê herî kêm ê herêmî dê bibe sedema pêleke nû ya koçberiyê

DTSO: Mûçeyê herî kêm ê herêmî dê bibe sedema pêleke nû ya koçberiyê

28 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne