• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ayşegul Dogan: Têkoşîna ji bo aştî û demokrasiyê hevpariyê dixwaze

Mahmût Altintaş / AW

3 MIJDAR 2025 - 08:16
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan têkildarî komxebata partiyên çepgir û sosyalîst anî ziman ku armanca komxebatê dîtina rêbazên têkoşîneke hevpar e û got: “Plansaziya dema nû jî wê li gorî vê perspêktîfa firehkirina têkoşînê be. Divê em mil bidin milê hev û têbikoşin.”

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Tevgera Kedê (EHP), Partiya Kedê (EMEP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkêrên Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Civaka Azad (TOP) li Enqereyê Komxebata “Em ji bo demokrasî û aştiyê tên ba hev û derfetên têkoşînê diaxivin” ku 2 rojan berdewam kir li dar xistin. Di komxebata ji 5 rûniştinan pêkhat de endam û nûnerên partiyên siyasî, komele, sendîka, akademîsyen, nivîskar, rojnameger li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, geşedanên li Rojhilata Navîn, pirsgirêka destûra bingehîn li Tirkiyeyê û rê û rêbazên têkoşîna bê kirin, nirxandin û nîqaş kirin. Piştî komxebatê encamname hat eşkerekirin û di encamnameyê de hat diyarkirin ku ew ê têkoşîna azadî û demokrasiyê berfirehtir bikin.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan a ku beşdarî komxebatê bû têkildarî armanca komxebatê û xebatên piştî komxebatê bên kirin ji Ajansa Welat (AW) re nirxand.

‘Armanca komxebatê dîtina rêbazên têkoşîneke hevpar e’

Ayşegul Dogan anî ziman ku di 2 rojên komxebatê de nîqaş û nirxandinên girîng derketine pêş û derbarê armanca lidarxistina komxebatê de ev tişt gotin: “Armanca komxebatê ev bû; derfet û rêbazên nû ya têkoşîneke hevpar wê çawa bên afirandin û birêvebirin. Rêbaza guherîna têkoşîna Tevgera Kurd bandor li ser siyaseta Tirkiyeyê bi giştî dike. Geşedanên dîrokî diqewimin. Di nav van geşedanan de em dikarin çi bikin. Çawa gav bi dewletê bidin avêtin, çawa dikarin hiqûqeke nû derxin holê, armanca sereke ya komxebatê jî ev bû. Fikir û rêmanên cuda hene. Nêzikatiyên cuda hene. Ew cudabûn divê weke dewlemendiyeke bê dîtin. Tevî vê cudahiyê em çawa dikarin werin li cem hev, çawa dikarin bêtir xwe bi rêxistin bikin û bi heztir bikin. Ev mijar hatin nîqaşkirin.”

‘Em dikarin ji bo demokrasî û aştiyê têkoşînek hevpar bikin’

Ayşegul Dogan destnîşan kir ku perspektîfa nû ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bandor li ser komxebatê kiriye û got: “Daxuyanî û banga rêzdar Abdullah Ocalan li ser hemû xebat û çalakiyên tên lidarxistin dike. Ne tenê bandor jî nîqaşeke nû jî daye destpêkirin. Hemû partî jî tevî cudahiyan jî xalên ku em bikaribin bi hev re tevbigerin jî hene. Yek xala aştiyê û yek jî demokrasiyê ye. Aştî û demokrasî ji hevdu ne qut in. Çawa ku ji aliyekî ve meriv divê pêvajoya aştiyê bimeşîne ji aliyê din ve jî kêmasiyên demokrasiyê jî temam bike. Ew herdu xal jî ji bo hemû partiyên siyasî girîng in. Di van herdu xalan de em dikarin mil bidin milê hev û têkoşînê bikin.”

Xebatên ji niha şûn ve

Ayşegul Dogan diyar kir ku piştî komxebatê ew dê di rojên pêş de plansaziyên nû çêbikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li vir tespîtên kêmasiyên diqewimin û hene hatin kirin. Divê li ser çi xalan bêtir em werin cem hev û nîqaşan bikin, ev yek derket holê. Ji bo nexşerêyek hevpar rêbazan bibînin. Em dixwazin dewlet ji bo pêvajoyê bi pêş ve biçe, gavan biavêje. Ji bo vê lez û beza me heye. Ji bo vê divê em teng nemînin. Derdora xwe fireh bikin. Plansaziya dema nû jî wê li gorî vê perspektîfa firehkirina têkoşînê be û em ê têkoşîna xwe mezintir bikin.”

Etîket: Aştî û civaka demokratîkBerdevka DEM Partiyê Ayşegul DoganDEM PartîKomxebattêkoşîna hevpar
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
‘Entegrasyona demokratîk li Rojhilata Navîn aştiyê misoger dike’

‘Entegrasyona demokratîk li Rojhilata Navîn aştiyê misoger dike’

23 ÎLON 2026
Ayşegul Dogan: Em di rojên pêş de li benda geşedanên nû ne

Ayşegul Dogan: Em di rojên pêş de li benda geşedanên nû ne

22 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne