• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Li tenişta Tevgera Azadiyê ya Kurd cih bigrin

Enqere / AW

2 MIJDAR 2025 - 15:50
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar xwest hemû partiyên çepgir ên sosyalist ji bo pêvajoyê, bi berpirsyarî tevbigerin û li tenişta Tevgera Azadiyê ya Kurd cih bigirin.”

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Tevgera Kedê (EHP), Partiya Kedê (EMEP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkêrên Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Civaka Azad (TOP) li Enqereyê Komxebata “Em ji bo demokrasî û aştiyê tên ba hev û derfetên têkoşînê diaxivin” pêk anî. Komxebat 2 rojin didome. Komxebat li Odeya Endezyarên Makîneyê berdewam kir. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak û endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl jî tevlî komxebatê bûn. Komxebat bi axaftinên nûner û endamên partiyên siyasî berdewam kir.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar ku di komxebatê de axivî û anî ziman ku hewceye ew li ser ‘Çima pêvajo hê jî civakî nebûyê’ nîqaş bikin û got: “Piştgiriya ji bo pêvajoyê zêdeyî ji sedî 80î ye. Lê baweriya civakê bi desthilata AKPê tune ye. Divê em vê pêvajoyê civakî bikin. Dema civakî nebe desthilat dikare li gor berjewendiyên xwe tevbigere. Divê em pêvajoyê li benda desthilat nêhelin. Em hevsengiyeke nû ava bikin. Divê hemû alî xwe ji pêvajoyê berpirsyar bibinin. Yanî di nav pêkhateyên me de kesên ku zimanê wan ê dayikê Kurdî ye jî hene. An zaravayê Kirmançkî an jî Kurmancî. Lê em qet nabînin ku ew bi zaravayê xwe diaxivin. Weke ku tenê endamên Tevgera Siyasî ya Kurd dikarin biaxivin tevdigerin. Na bila ew jî biaxivin. Ew yek jî nişan dide ku çima em ew qas tenê ne. ”

‘Em ê hundirê komînan bi têkoşînê dagrin’

Çîgdem Kiliçgun Uçar destnîşan kir ku paradigmaya Abdullah Ocalan li çar aliyên Kurdistanê bû xwedî hêzek û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ew hêz 40 sal in zextê li demokrasiya Tirkiyeyê dike. Birêz Ocalan dibêje, ‘Yan sosyalîzm an jî dawiya cîhana ku em tê de dijîn’ Rast e tişta ku Tirkiye di vê serdema nû ya danûstandinê de anî maseyê, guhertinên jeopolîtîk ên li Rojhilata Navîn bûn. Lê ji bo siyaseta demokratîk a Kurd, ne tenê guhertinên jeopolîtîk bûn Ji sala 1993an û vir ve lêgerîneke ji bo aştiyê hebû. Encama vê pêvajoyê jî ne tenê aştiyeke bi Kurdan re ye. Ava kirina demokrasiyeke herêmî ji bo hemû welatiyan e. Birêz Ocalan qala komînan dike. Komîn pergaleke bê dewlet e. Rêveberiya gel ya xwe bi xwe ye. Birêz Ocalan dîtina rê û rêbazên avakirina komînan nîqaş dike. Divê em bi têkoşînê hundirê wê tijî bikin.”

Divê li tenişta Tevgera Azadiyê ya Kurd cih bigirin’

Çîgdem Kiliçgun Uçar herî dawî xwest ku partiyên sosyaslîst ên çepgir jî di pêvajoyê de bibin alî û got: “Piştgirî û tîfaq edî têrê nakin. Divê hûn jî alîgirbin. Berpirsyariya hemû partiyên siyasî heye. Demokrasiya herêmî li cihanê çawa tê nîqaşkirin. Li cihanê weke demokrasiya herêmî ango xweseriya herêmî tê binavkirin. Lê li Tirkiyeyê em hemû bûn şahid ku çawa pêşiya vê tê girtin. Divê em niqaşan xurt bikin. Divê em niha çi ava bikin? Divê hemû hêzên çepgir li tenişta Tevgera Azadiyê ya Kurd cih bigrin.”

‘Pêvistî bi têkoşîneke hevpar heye’

Li ser navê partiya Şoreşger Elîf Turun jî anî ziman ku ew piştgiriya pêvajoyê dikin û got: “Bi banga birêz Ocalan pêvajo derbasî merhaleyeke nû bû. Em li tenişta gelê Kurd in. Vê yekê dubare diyar dikin. Pêvajo bi tevlîbûna çîna karkêran, jin, LGBT+ û hemû beşên civakê dikare bigehejê encamê. Peywîra me ew e ku em faşizmê têk bibin.”

Li ser navê ESPê jî Murat Çepnî anî ziman ku ew ji bo pirsgirêkan çareser bikin kom bûne û got: “Di komxebatê de derket holê ku divê em bibin yek. Pêvîstiya me bi têkoşîneke hevpar heye. Heke têkoşîna gelê Kurd û sosyalîstan nebûna îro pêvajoyê pêş nediket. Me çi li ku winda kir divê em li wir lê bigerin. Tevgera Azadiyê ya Kurd li rêyeke nû digere. Bi derfet û heza xwe ya cewherî vê yekê dike. Ew yek pir bi wate ye.”

‘Têkoşîna hevpar êdî pêwistî ye’

Li ser navê SODAPê Sehtap Akdag jî axivî û got: “Divê em rêxistinbûyinê ava bikin. Ji SYKPê Mertcan Tîtîz jî xwest ew xwedî li aştiyê derkevin û got: “Bi têkoşîna bihempa ya Tevgera Azadiyê ya Kurd a 50 salî îro ew îhtîmal derket hole. Heke em vê pêvajoyê ji desthilatê re bihêlin, em ê xeletiyeke mezin bikin. Bi banga birêz Ocalan ev pêvajo derbasî merhaleyeke nû bû. Divê em kom bibin û rêbazên têkoşîne diyar bikin. Têkoşînek bi hev re edî pêvîstiyeke.”

li ser navê partiya Çepên Kesk jî xwest ew li dijî faşizme têkoşîneke yekgirtî pêş bixin û got: “Ya girîng ew e ku em tişta nû ava bikin. Ji bo wê jî serpehatiyên me yên bi wate hene. Divê em li ser paradîgmayeke nû bixebitin. Di daxuyaniyên Tevgera Kurd û Îmraliyê de Sosyalîzm tê destnîşankirin. Ev pir girîng e. Divê ew baş be fehm kirin. Li gor wê politika be hilbijartin û em li gor wê tevbigerin.”

Komxebat bi axaftinên nûnerên sendîkayan berdewam kir.

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026
Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

7 COTMEH 2026
ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

7 COTMEH 2026
Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne