• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Piştî HTŞ bû desthilat li Humisê kuştin zêde bû

27 COTMEH 2025 - 11:01
Kategorî: CÎHAN
A A
Li bajarê Humis û gundên wê bûyerên kuştin, tundî û revandinê zêde bûye. Di cotmehê de zêdeyî 20 kes hatin kuştin. Ji serê salê heta niha hezar û 118 mirov hatin kuştin.

Li parêzgeha Humis û gundên wê kuştina mirovan zêde bûye. Piştî hikûmeta demkî ya HTŞê li Sûriye û bajarên wê kuştina mirovan zêdetir bû. Di 17 û 25ê cotmehê de têkçûyîneke ewlehî ya metirsîdar di gundewarê Humsê de derket. Li gorî daneyên ku Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) belge kiriye, roja înê 17ê cotmeha 2025an welatî Minîb El Esîl (58) ji bajarê Qiteyne ya Humsê hatiye revadin. El Esîl xwediyê kargeha Şîrê El Esîl e.

Li gorî şahidên bûyerê, 5 kesên bi 2 erebeyan bûn ketin kargehê de û Minîb El Esîl bi darê zorê revandin cihekî ne diyar. Li gorî şahidên bûyerê koma behsa mijarê 70 milyon lîreyên sûriyê ji kargehê revandin. Koma El Esîl revandin, paşê bi malbatê re ketin têkilî û ji bo berdana wî milyonek dolarê Amerîkî xwestin. Heta niha jî El Esîl li gel koma ew revandiye.

Di roja 18ê Cotmehê de welatî Nasir El Îsa (56) di encama birîndariyê de jiyana xwe ji dest da. El Îsa û kurê xwe Fayîz Nasir El Îsa (25) ji aliyê komeke çekdar ve hatin gulebarankirin. Kur birîndar bû û bav hate kuştin.

Ev bûyer li taxa Wadî El Deheb a bajarê Humsê pêk hat. Bav û kurê xwe li ser karê xwe yê dirotinê bûn, ji aliyê komê ve hatin gulebarankirin. Bav û kurê wî rakirin nexweşxaneyê tevî hemû hewldanan jî bav rizgar nebû. Kurê ji lingê xwe birîndar bûye hîna tê dermankirin.

Welatî yê Ibrehîm Salih El Elî bi navê (Îbrehîm Esfûr) tê naskirin û hevjîna wî Sûad Wenûd di roja 19ê Cotmehê de di encama gulebaranê de hatin kuştin. Li riya El Dirêb a bajarê Humisê çekdaran gule li wan barand. Di encama heman gulebaranê de welatiyê bi navê Racih Eqûl jî birîndar bû.

Di roja 20ê Cotmehê de komeke çekdar bi erebeyê bûn, gule li ciwanên bi navê Hatim El Ebûd barandin. Di encamê de El Ebûd jiyana xwe ji dest da. El Ebûd  li Otêla El Sefer a li taxa El Werid a kolana EL Hebal  a li bajarê Humisê  wekî Haris di nava şandeya Neteweyên Yekbûyî de kar dikir.

Di roja 21ê Cotmehê de nûçegihana ANHAyê ragihand ku cenazeyê bi navê Ela Mihemed Ibrehîm ê ji taxa Kerm El Loz a Humsê kuştî hate dîtin. Derbarê bûyerê de tu agahî ne hate zanîn.

Di heman rojê de an ku 20ê Cotmehê li taxa Ukrima ya Humsê komeke çekdar bi motorsklêtekî gule li 2 birayên hev yek 18 salî û yek 14 salî bû, reşandin. Di encamê de ji yek ji herdû birayan hate kuştin û yê din birîndar bû.

Nûçegihana ANHAyê diyar kir ku bûyer li nêzî stadyoma El Umal a li taxa Ukrima ya bajarê Humsê pêk hat.

DI roja 23yê Cotmehê de nûçegihana ANHAyê ya Humisê diyarkir ku komeke çekdar li ser motorsklêtekî gule li erebeya bijîşkê bi navê Wail Abid ve reşandin. Bûyer li gundê Enaz a li herêma Wadî El Nesara ya gundên Humsê pêk hat. Bêyî zirar bighêje bijîşk koma çekdar ji cihê bûyerê reviyan. Zirareke mezin di erebê de çêbû.

Di roja 25ê Cotmehê de jî komeke çekdar bombeya destan avêtin malekê li taxa Dahiyet El Welîd a bajarê Humisê, di encamê de ciwana bi navê Rîham Nizar Hemûde ya 32 salî hate kuştin. Di heman êrişê de ciwana bi navê Sara Mihemed Hemîdoş bi giranî birîndar bû.

Di heman rojê de bûyerên windabûna welatiyan di herêmê de çêbûn. Ev jî bû sedema metirsiya di nava civakê de. Ciwanê bi navê Basil Şihada Ceyêfîr ê ji bajaroka Reble ya gundewarê Qisêr ji roja yekşemê 19ê Cotmehê ve windaye û ji wê demê ve tu agahî li ser tune ye.

Li gundê El Qeraniya jî ciwanên bi navê Teysîr idrîs ê ji gundê El Qerniye ji roja 19ê Cotmehê ve winda bû ye. Erebeya wî paşê li ser riya gundê El Hoz û El Qerniye hate dîtin. Deriyê erebeyê vekirîbûn û ew ne xuya bû. Heta niha çarenûsa wî ne hatiye zanîn.

Li gorî rewşê di vê meha derbasbûyî de li Humisê bûyerên kuştin û revandinê zêde bû ye. li gorî serjimariyên saziyên herêmî bi vê yekê ji destpêka salê ve Heza rû 118 mirov hatine kuştin.

Rewşa ewlehiyê ya li Humisê tevlîhev dibe, komên çekdar ên revandin, kuştin û şelandinê pêk tînin zêde bûye, hêzên ewlehiyê di parastina ewlehiya welatiyan û herêmê de bê tevger dimînin. Welatî ji vê yekê bi tirs û fikarin.

Welatî ji aliyên eleqedar dixwazin ji bo pêkanîna ewlehiyê erka xwe pêk bînin û ji bê helwestiya xwe derkevin.

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

7 COTMEH 2026
Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026
Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

7 COTMEH 2026
ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

7 COTMEH 2026
Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne