• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

MKGê banga piştevaniyê li rojnamevanên cîhanê kir

Amed / AW

26 KANÛN 2024 - 13:38
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Amed – MKGê bi nivîsa ku ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên hatin qetilkirin bi 4 zimanan weşand, banga piştevaniyê li 103 rojnamegerên li gelek deverên cîhanê kir.

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên di 19ê Kanûnê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê SÎHA’yên Tirkiyeyê ve hatin qetilkirin, bi 4 zimanan (kurdî, îngilîzî, farisî, tirkî) nivîsek weşand. MKGê bi vê nivîsê banga hevgirtinê li 103 rojnamevanan kir

Di metna MKG’ê de ev tişt hatin gotin:

“Merheba ….

Ev banga piştevaniyê ye

Wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) li Tirkiyeyê li dijî binpêkirina mafên rojnamegeran, li dijî astengkirina rojanmegerên dixwazin karê xwe bikin, em tev digerin. Wekî jinên rojnameger ji bo vê armancê me Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê ava kir. Em wekî komele ji bo qada tevgerê ya rojnamegeriya jinê azad bikin hewl didin. Di heman demê de jî em bi faliyetên xwe yên rojnamegeriya jinê ya li qadan xebatên navenda wê wekheviya zayendê ye jî dimeşînin. Heger em derfeta têkiliya bi we re bibînin em dixwazin berfirehtir xwe bi we bidin naskirin.

Îro armanca şandina vê peyama me ji xeynî hevnaskirinê ji bo piştevaniyê ye. Em niha ji nava pêvajoyeke dijwar derbas dibin û em banga piştevaniya bi hev re ji we dikin.

Êrişên Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê ji 8’ê Kanûnê heta niha li Bendava Tişrîn û Pira Qerekozakê dewam dikin. Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dema ev êriş dişopandin di 19’ê Kanûna 2024’an de li nêzî Bendava Tişrîn û Sirînê saet di 15.20 deqeyî de di wesayitê de bûn hedef. Her du rojnameger bi SÎHA’yên Tirkiyeyê hatin qetilkirin. Ajokarê wesayitê Ezîz Hec Bozan jî birîndar bû.

Em dixwazin hûn vê yekê bizanibin, rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ku ji aliye Tirkiyeyê ve hatine qetilkirin ne yên ewil in. Di 24’ê Tebaxa 2024’an de Gulistan Tara û Hêro Bahadîn, di 4’ê Cotmeha 2022’yan de Nagîhan Akarsel hatin qetilkirin. Ev tenê çend navên kedkarên çapemeniya azad ên hatine qetilkirine. Ji xeynî van kedkarên çapemeniya azad ên hatine qetilkirin di 22’yê Adara 2017’an de Nûjiyan Erhan, di 8’ê Tebaxa 2014’an de Denîz Firat ji aliye DAÎŞ’ê ve hatin qetilkirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 10 salên dawî de 13 jê jin 32 kedkarên çapemeniya azad hatin qetilkirin. Dema em vê pêvajoyê digirin ber çavan qetilkirina kedkarên çapemeniya azad, tenê ne kuştineke di encama şer de ye. Li vir hedefa esil, rojnamegerên kurd in. Ev metna me ya banga piştevaniya bi hev re ye. Em bang we dikin ku hûn jî tevli piştevaniya me bibin û em dengê xwe bi hev re bilind bikin.

Em piştevaniya bi hev re mezin bikin.”

Etîket: banga piştevaniyêCîhan BîlginMKGNazim DaştanRojnamevan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

MKG û DFG: Em ê bi feraseta rojnamegeriya aştiyê tev bigerin

MKG û DFG: Em ê bi feraseta rojnamegeriya aştiyê tev bigerin

6 ÎLON 2026
MKGê rapora binpêkirina mafan ên jinên rojnameger eşkere kir

MKGê rapora binpêkirina mafan ên jinên rojnameger eşkere kir

4 ÎLON 2026
Sansûrên li ser JINNEWS û NûJINHAyê hatin şermezarkirin

Sansûrên li ser JINNEWS û NûJINHAyê hatin şermezarkirin

15 TEBAX 2026
MKG û DFGê Denîz Firat li ser gora wê bi bîr anî

MKG û DFGê Denîz Firat li ser gora wê bi bîr anî

8 TEBAX 2026
MGK dê bi rojeva ‘pêvajoyê’ bicive

MGK dê bi rojeva ‘pêvajoyê’ bicive

6 TEBAX 2026
MKGê rapora xwe ya meha Adarê eşkere kir: 5 rojnameger girtî ne

MKG: 5 rojnamevan û 17 hesabên medyaya dîjîtal hatin girtin

4 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne