• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Ez bi çavekî hunerî li karê dirûnê dinêrim’

Ugur Dînler / AW

24 COTMEH 2025 - 09:35
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Amed – Husnu Tîmur ev 42 sal in karê cildirûnê dike û bi çavekî hunerî li dirûnê dinêre û ew di heman demê de karên hunerî jî dike û got: “Li şûn karê dirûnê dixwazim biçim ser çiyayekî rûnêm û wêneyan xêz bikim lê belê aborî li pêşiya xeyala min dibe asteng.”

Husnu Tîmur bi xwe ji Colemergê ye û lê ji ber kar û meseleyên malbatî tê li Amedê bicih dibe. Ev nêzî 40 salî ye li Amedê dijî û karê cildirûnê dike ango terzî ye. Ji ber pirsgirêkên aborî û ji bo debara jiyankirinê dest ji vî karî berdide û derbasî karên înşaetan dibe. Dema karên înşaetan dike jî ji ber çend pirsgirêkan dîsa dizivre ser karê xwe yê cildirûnê û ev nêzî 42 sal in vî karî dike. Husnu Tîmur dibêje ku ew di aliyê hunerî de jî gelek tiştan dike. Ew wêneyan zane xêz bike, peyekran çêke û teşe dide texteyan û şiklan jê çê dike. Bi çavekî êvindariyê li hunerê mezê dike. Tîmur diyar dike ku pirsgirêka aborî nahêle ku ew bi karên hunerî ve mijûl bibe. Hisnî Tîmur li ser kar û barên xwe axivî û diyar kir ku ew dixwaze pirsgirêkên aborî ji holê rabin û bi karê hunerî ve mijûl bibe.

‘Pirsgrêka aborî dikeve pêşiya xeyala min’

Husnu Tîmûr da zanîn ku ew di sala 1976an de ji Colemergê hatiye Amedê û ji ber derfetên aborî û rewşa xwendina zarokên xwe neziviriye Colemergê û wiha got: “Ez êdî li Amedê me û min ev terzîxane ji xwe re vekir. Min di sala 1983yan de li Colemergê dest bi vî karî kir. Piştre min ev kar berda û dest bi karên avahiyan kir. Lê dema ev hikûmeta diz hate ser kar, ez fikirîm û min got an ez ê berdewam bikim diziyê bikim, an jî ez ê berdim. Min dest ji karê avahiyan berda û dîsa ez zivirîm ser karê terzîxaneyê. Kesekî karê dirûnê nîşanî min neda, ez bi xwe hîn bûm. Min heya niha gelek kar kirin e û ez bûme pisporê karê xwe. Hinek aliyê min ê hunerî jî heye. Ez wêneyan xêz dikim, hunera neqişandina daran jî çêdikim û şikilan didim texteyan. Karê dirûnê bi kêfxweşî nakim lê ji aliyê aborî ve ez neçar dimînim û vî karî dikim. Xwesteka min ew e ku ez karên hunerî bikim. Ez dixwazim biçim ser çiyayekî rûnêm û wêneyan xêz bikim, lê mixabin pirsgirêka aborî dikeve pêşiya xeyala min.”

‘Ez bi çavekî hunerî li karê dirûnê dinêrim’

Husnu Tîmur diyar kir ku yên bixwazin karê cildirûnê bikin divê bi pratîk û hûnerî nêzî karê dirûnê bibin û axaftina xwe wiha domand: “Yên dixwazin ku vî karî bikin divê bi xwestek û pratîk bin. Karê dirûnê û hunerê ji bo min yek e. Ez bi çavekî hunerî li karê dirûnê dinêrim. Dema tu bi çavekî hunerî li dirûnê binêrî wê çaxê karêkî baş derdikeve holê.”

‘Serdestên me çand û hunera me dizî ne’

Husnu Tîmur bal kişand ser astengî û qedexeyên li ser çand, huner û jiyana gelê Kurd û di dawiyê de wiha got: “Serdestên me her tim xwestin gelê Kurd bindest bimîne. Serdestan dîroka me, çanda me û jiyana me dizî ne. Dema ku mafên gelê Kurd hatin mîsogerkirin, netewên ku diziya çand û hunera me kirine wê bêçare bimînin. Em xwedî dîrok in, hêza me di her aliyê de heye. Pirsgirêka me Kurdan jî ew e ku em nabin yek. Di bingeha van hemû tiştan de pirsgirêka aborî heye. Lê divê em hay ji hêza xwe jî hebin. Heke înkar û bişaftin li ser gelê Kurd nebûna wê di warê çand û hunerî de gelek pêşketîbûna. Heke her çar aliyên Kurdistanê bibine yek tu kes nikare hêza wan bişkîne û êrişan li ser wan bike.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

7 COTMEH 2026
Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

7 COTMEH 2026
Rojnameger Hakan Tosun hate kuştin

Cezayê muebedê li kujerên rojnameger Hakan Tosûn hate birîn

7 COTMEH 2026
DEM Partî bi rojnamegeran re civiya: Di pêvajoyê de dê çi bibe?

DEM Partî bi rojnamegeran re civiya: Di pêvajoyê de dê çi bibe?

7 COTMEH 2026
ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

7 COTMEH 2026
‘Şahbanûya Afrîkayê’ li Hewselê xwe da ber tavê

‘Şahbanûya Afrîkayê’ li Hewselê xwe da ber tavê

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne