• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Girtiyê nexweş Îvrendî dubare ceza dikin

Fexredîn Kiliç / AW

19 COTMEH 2025 - 08:24
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Berdana girtiyê nexweş Cemîl Îvrendî ku 31 sal in di girtîgehê de tê ragirtin, di meha Nîsanê de cara duyemîn 6 mehan hatibû taloqkirin. Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê berdana Îvrendî bi hinceta ku “ne poşman e û ji hevalên xwe re name şandiye” careke din 6 mehan taloq kir.

Li girtîgehên Tirkiyeyê û Kurdistanê girtiyên nexweş jî di nav de gelek girtiyên ku tevî cezayê li wan hatiye birîn xelas dikin û nayên berdan hene. Yek ji van girtiyan jî girtiyê nexweş Cemîl Îvrendî yê 61 salî ye. Cemîl Îvrendiyê ku niha li Girtîgeha Girtî ya Tîpa S a Kirşehîrê tê ragirtin zêdetirî 31 salan girtî ye. Nexweşiyên weke dil, hîpertansiyon, kolesterola zêde, astim, anal fîstul û gelek nexweşiyên din li Cemîl Îvrendî peyda bûne.

12 caran hatiye emeliyatkirin

Cemîl Îvrendiyê ku ji ber şert û mercên girtîgehê tedawiya wî bi rêk û pêk nayê 12 caran hatiye emeliyatkirin. Cemîl Îvrendî 4 caran sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) hatiye kirin, raporên wî nehatine erêkirin û rêveberiya girtîgehê jî gotiyê ‘Divê di girtîgehê de bimîne.’ Tevî ku cezayê li Cemîl Îvrendî hatiye birîn di 15ê Cotmeha 2024an de xelas bûye jî Lîjneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê di Cotmeha 2024an de û di meha Nîsanê de cuda cuda berdana wî 6 mehan taloq kir.

Ji ber ji hevalên xwe re name jî şandine berdana wî hate taloqkirin

Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê di 15ê Cotmehê de bi hinceta ku Cemîl Îvrendî “ne di rewşeke baş de ye, ne poşman e, ji ber ji endamên rêxistinê yên li bajarên din re name şandiye û ne amade ye ku bikeve nava civakê” berdana wî cara sêyemîn 6 mehan taloq kir. Lijne dê di 15ê Nîsana 2026an de rewşa berdana Îvrendî careke din binirxîne.

‘Malbata min bifikar e ku dê jiyana xwe ji dest bidim’

Cemîl Îvrendî yê ku di piştî vê biryara lijneyê di 17ê Cotmehê de bi telefonê li malbata xwe geriya têkildarî rewşa xwe ev tişt gotin: “Di esasê xwe de Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê cara sêyemîn e agahiya mirina min dide malbata min. Malbata min jî dikeve nava fikarên ku ‘vê carê neyê berdan dê jiyana xwe ji dest bide.’ Mafdar in ji ber ku ez nexweşê dil ê kronîk im.”

‘Girtîgeh beriya ku li raporê binere ev biryar girtiye’

Cemîl Îvrendî diyar kir ku ew di 7ê Cotmehê de birine Saziya Tiba Edlî (ATK) ya li Stenbolê û wiha domand: “Li wir ez birim Lijneya Îhtîsasê ya 11emîn û wir rapor amade kirin. Îhtîmaleke mezin rapor hêj negihiştiye girtîgehê. Lê girtîgeh bêyî ku li raporê binêre ev biryar girtî ye. Ji ber ku hiqûqa dijminatiyê pêk tînin. Kesên ku vê yekê dikin jî midûrê girtîgehê yê yekemîn û dozgerê ji girtîgehê berpirsyar in. Di heman demê de Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya di serokatiya wan de ye. Ez di 14ê Cotmehê de bi midûrê duyemîn re axivîm. Ji xwe kes nikare xwe bigihîne midûrê yekemîn. Parêzer, parlamenter, malbatên me tên dixwazin pê re hevdîtinê bike lê nake. Baweriya wî bi kê tê nizanim lê pişta xwe daye cihekî.”

‘Mirina girtiyan di xema midûr de nîne’

Cemîl Îvrendî diyar kir ku dema di 10ê Cotmehê de bi telefonê diaxivî girtiyekî krîza dil derbas kiriye û jiyana xwe ji dest daye û ev agahî dan: “Dema bi telefonê diaxivî krîz derbas kir. Di qawişa B-7an de dima. Her wiha girtiyekî li C-29ê û girtiyekî li B-11ê dihatin ragirtin jî jiyana xwe ji dest dan. Ev yek di xema midûrî de nîne.”

‘Li benda mirina min in’

Cemîl Îvrendî di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Min bernadin lê FETOyiyan berdidin. Hem jî beriya saleke ew berdan. Min tevî cezayê xwe xelas kiriye jî salekê berdana min dirêj kirin. Dibêjin ‘Cemîl bimire’ û li benda mirina min in. Ji ber ku hem midûr û hem dozger ji Partiya Zaferê ne.”

‘Ne diyar e ka ez ê ji emeliyatê derkevim an na?’

Cemîl Îvrendî di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Gelek caran min bang kiriye ku werin li vê derê binêrin. Ez ê di 30ê Cotmehê de emeliyat bibim. Ne diyar e ka ez ê ji emeliyatê derkevim an na? Kî dê ji vê yekê berpirsyar be? Ez bang herkesên ku wijdana wan heye dikim, bang li Fethî Yildiz dikim. Madem hûn edaletê dixwazin van pêkanînan ji girtîgehan bipirsin. Bila herkesên xwedî wijdan dengê min bibihîze û ez tiştekî din nabêjim.”

Malbatê ragihand ku dema Cemîl Îvrendî bi telefonê diaxivî telefona wî di nivî de hatiye qûtkirin. Her wiha malbatê diyar kir ku parêzerên Îvrendî dê îtîrazî vê biryarê bikin.

 

Etîket: Cemîl ÎvrendîKirşehîrTîpa S
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Girtî Babat li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da

Girtî Babat li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da

1 NÎSAN 2026
Keça girtiyê nexweş: Dixwazim bavê min bi saxî ji girtîgehê derkeve

Keça girtiyê nexweş: Dixwazim bavê min bi saxî ji girtîgehê derkeve

27 ÎLON 2025
Girtiyê siyasî: Em bêtir têkoşînê xurt bikin

Girtiyê siyasî: Em bêtir têkoşînê xurt bikin

17 ADAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne