• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Kurd hewl didin zimanê xwe biparêzin û kedeke mezin jî didin’

Wan /AW

16 COTMEH 2025 - 13:52
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Wan – Di rûniştina şeşemîn a komxebata Kurdî de mijara “Di Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî de Rista Bîr û Baweriyê” hat nîqaşkirin û axaftvanan destnîşan kirin ku Kurd hewl didin zimanê xwe biparêzin û kedeke mezin jî didin.

Di rûniştina şeşemîn ya komxebata “Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî” de Lokman Ozdemîr, Nesrîn Navdar, Kerem Yilmaz, Îmam Şenol û Sutiye Dapakli mijara “Di Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî de Rista Bîr û Baweriyê” pêşkêş kirin.

‘Gelek pêşengên Kurdî ji medreseyan derketin’

Aktivîstê DÎKê Lokman Ozdemîr diyar kir ku 50 sal in têkoşîna gelê Kurd bedelên gelek giran dan û da zanîn ku ev bedel ji zimanê Kurdî azad nîne. Lokman Ozdemîr ku bal kişand ser têkiliya medrese û zimanê Kurdî wiha got: “Kurd hewl didin zimanê xwe biparêzin û kedeke mezin didin. Gelek pêşengên zimanê Kurdî ji medreseyên Kurdî derketine. Medreseyên Kurdan şêwaza jiyana Kurdan in û balkêş in. Zimanê Kurdî di medreseyan de cih girt û medrese bihêz û xurt bûn.”

‘Mafê ti kesî nîne ku zimanê neteweyekî qedexe bike’

Endama Estituya Kurdî ya Amedê Nesrîn Navdar bi zaraveya Kirmançkî axivî û diyar kir ku mafê ti serdestan nîne ku zimanê miletekî qedexe bike. Nesrîn Navdar anî ziman ku ji aliyê baweriyê ve jî qedexekirina ziman rûreşiyek e û got: “Mirov xweza ye û têkiliya navbera wan de gelek bi hêz e. Qûran dibêje ku her qewîm bi zimanekê cûda hatiye çêkirin. Heta niha bi zaravayê Kirmançkî qet perwerdehî nehatiye dayîn, lewma Kirmançkî gelek lawaz maye.”

‘Em bi xwe, xwe di bişaftinê re derbas dikin’

Li ser navê Komeleya Alimên Olî ya Wanê Kerem Yilmaz bandora olê ya li ser ziman vegot. Kerem Yilmaz got ku ti kes mafê mirov nade, divê em bi xwe mafên xwe bistînin. Kerem Yilmaz diyar kir ku heke hûn zimanê xwe bibin xwedî, lê herkes alîkariyê bide û got: “Miletê Kurd xwe Kurd hesab nekiriye û xwe bi xwe bişaftî ye. Dewletê gelek polîtîka ceribandin, lê nekarîn Kurdan di bişaftinê re derbas bike. Lê me bi xwe bi bişaftina navxweyî xwe bişaft. Li ser navê olê me hînî zimanê xwe dikin. Heke em bibin berxê serjêkirî, dê dijmin jî bi ser me de bên. Mirovê ku Kurdî nezane û di mala xwe Kurdî neaxive, divê ji aliyê ziman ve bên hişyarkirin û ziman li ber çavên wan bên şirînkirin.”

‘Em zimanê xwe paşguh dikin’

Li ser navê Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Sutiye Dapakli mafê axaftinê wergirt û diyar kir ku ew zimanê xwe pir paşguh dikin û wiha dirêj kir: “Ji ber ku em li malê bi kar naînin, zimanê me winda dibe. Divê em jî xwe li hember zilma ku dewlet li ser me ferz dike biparêzin. Divê em li hember van polîtîkayên qedexe li ber xwe bidin û her kêliyê bikaranîna zimanê xwe derbas bikin.”

‘Em bi îradeya xwe asîmîle nebûn’

 

Rêveberê Navenda Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Îmam Şenol jî got: “Pirtûkên kirmanckî tên nivîsandin, lê em wan fêm nakin. Ji ber ku em wan fêm nakin, pirtûk li wir dimînin. Em bi îradeya xwe asîmîle nebûn. Ji aliyekî ve dewletê em asîmîle kirin û ji aliyê din ve jî gelê kurmancan em tepeser kirin. Her kes dibêje ku ew ji kirmanckî hez dikin, lê kes ji bo kirmanckî tiştekî nake. Her çend dewlet destûrê bide me ku em mafên xwe bi kar bînin jî, me envanter an daneyên ku em vî mafî bi kar bînin tune ne. Divê bi heman awayî ku nêzî kurmancî dibin, nêzî kirmanckî jî bin.”

 

 

 

Etîket: DADDÎKEnstîtuya Kurdî ya AmedêKomeleya Alimên OlîKomxebata Zimanê Kurdî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Zeynel Kete: Divê Elewî piştgirî bidin pêvajoya demokratîkkirina komarê

Zeynel Kete: Divê Elewî piştgirî bidin pêvajoya demokratîkkirina komarê

30 TEBAX 2026
Panela DADê: Elewî dixwazin bibin kirdeya pêvajoyê

Panela DADê: Elewî dixwazin bibin kirdeya pêvajoyê

29 TEBAX 2026
Prof. Bochenska: Ez ê doktoraya xwe li ser wêje û nasnameya Kurdî binivîsim

Prof. Bochenska: Ez ê doktoraya xwe li ser wêje û nasnameya Kurdî binivîsim

21 TÎRMEH 2026
Enstîtu û Amargî dê gotûbêja ‘Kurdnasiyê’ li dar bixin

Enstîtu û Amargî dê gotûbêja ‘Kurdnasiyê’ li dar bixin

19 TÎRMEH 2026
Li Enqereyê Komxabeta Zimanê Kurdî dê bê lidarxistin

Li Enqereyê Komxabeta Zimanê Kurdî dê bê lidarxistin

5 HEZÎRAN 2026
Li Sêwregê komxebata zimanê Kurdî hate lidarxistin

Li Sêwregê komxebata zimanê Kurdî hate lidarxistin

31 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne