• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
03 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Çima hûn zûtir nehatin?’

Mehmet Alî Ertaş /AW

16 COTMEH 2025 - 08:03
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A

Dema YPJ û HSDê dest bi hamleya Xezeba Firatê kirin û Reqa ji destê DAIŞê rizgar kir, gelê Reqayê digotin ‘Em li heviya we bûn. Çima hûn zûtir nehatin.”

YPJ, YPG, HSD, jin û şêniyên Reqayê hêz û moral dan hev û bi hevre ji bo Rizgarkirina Reqayê şer kirin. Xelaskirina jinên êzidî ya ji destê DAIŞê ji bo hemû şervanan bû hêz û moralekî pir mezin. Hêzên YJŞ û YBŞê jî piştgiriyek mezin da Rizgarkirina Reqayê.

Ji fermandarên YPJê Rojda Felat, têkildarî rizgarkirina Reqayê anî ziman ku revandina jinên êzidî yên li Şengalê hêrsa wan pir zêde kir. Rojda Felat, da zanîn ku di rizgarkirina Reqayê de rista YPJê gelek zêde bû.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi pêşengiya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û piştgiriya gelê Reqayê di 6ê Hezîrana 2017an de li Reqayê dest bi pêngava “Xezeba Firatê” kir. Piştî operasyona 5 mehan, di 17ê Cotmeha 2017an de HSDê alaya YPGê li Stadyûma Reqayê daliqand û ragihand ku dawî li dagirkeriya DAIŞê aniye. YPJê ku a pêkhateya HSDê ye, di 19ê Cotmehê de li Meydana El Neîm daxuyaniyek da û diyar kir ku bajar bi temamî ji çeteyên DAIŞê hatiye paqijkirin.

Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rojda Felat bi minasebeta 17ê Cotmehê roja rizgarkirina Reqayê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

Rojda Felat ewil 9emîn salvegera Rizgarkirina Reqayê li hemû şehîdên ku di hamleyê de canê xwe veda kirine û hemû kesên di hamlmeyê de cihê xwe girtine pîroz kir û wiha axivî: “Reqa Paytexta DAIŞê bû. Beriya rizgarkirinê gelek hamle hatin dastpêkirin. Piştî ku bi taybet Kobanê ji DAIŞê hat rizgarkirin DAIŞê darbeyek mezin xwar. Piştî me bajarok û gundewarên Kobanê rizgar kirin, me hamleyeke taktîkî pêş xist. Wekî ku em ê biçin Reqayê, lê em çûn ser Minbicê. Piştî ku me Minbic ji destê DAIŞê rizgar kir, me berê xwe da paytextê DAIŞê bajarê Reqayê. Ji bo hamleya li dijî Reqayê me amadekariyek mezin kir. Me navê ‘Xezaba Firatê’ li hamleyê kir. Wekî navê wê jî nîşanî me dide me amadekariyek mezin kir. Vê hamleyê dengekî mezin veda. Piştî vê pêngava Xezaba Firatê; me Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) ava kir. Di bin baneyê HSDê de gelek pêkhateyan cih girt.”

‘Gelê Reqayê jî li dijî DAIŞê şer kir’

Fermandara YPJê Rojda Felat destnîşan kir ku gelê Reqayê yên ku dixwest ji destê DAIŞê rizgar bibe û gelek welatiyên Reqayê tevî jin û zarokan tev li HSDê bûn û wiha got: “Gelê Reqayê li gel şervanên HSDê li dijî DAIŞê şer kirin. Şêniyên Reqayê ku di nava HSDê de cih girtin, bandoreke mezin li Rizgarkirina Reqayê kir. Ji ber ku şêniyên Reqayê yên ku tev li HSDê bûn bajar nas dikirin, di aliyê rizgarkirina Reqayê de ristek gelek mezin lîstin. Rizgarkirina Reqayê ya ji DAIŞê armanca me ya sereke bû. DAIŞê di milê leşkerî de Reqa ji bo xwe wekî paytext hilbijartibû. Reqa ji ber ku du milê firatê bi hev ve girê didan û hem jî ji ber aliyê wê yê dîrokî hebû, DAIŞê wekî cihekî stratejîk hilbijartibû. Ji bo ku Reqa kiribûn paytextê xwe perwerdehiyên xwe yên leşkerî, bîrdozî li vir pêş dixisitin. Dîsa li Reqayê we bi rêxistin dikirin.  Dîsa di aliyê aborî de jî destê DAIŞê xurt dikir.”

Revandina jinan hêrsa wan mezin kir

Rojda Felat bal kişand ser revandina jinên êzidî û wiha pêde çû: “Me ji bo rizgarkirina Reqayê xwe amade kiribû. Ne xeyalî bû, lê gelek girîng bû. Dema DAIŞ ket Şengalê û nêzî 500 jinên êzidî revandin, ev ji bo me bû hêrseke mezin. Ji bo me YPJ, YPG û HSDê bû hêreseke mezin. Dema jinên Şengalê li kolanên Reqayê dan firotin, vê yekê hişt ku di hemû hêzên YPJ, YPG û HSDê de hêrseke gelek mezin çêbîbe. Ji ber van kiryarên DAIŞê me bi re awayî xwe amade kir ku em Reqayê ji destê DAIŞê rizgar bikin.”

Dest bi hamleya Xezeza Firatê kirin

Rojda Felat bal kişand ser amadekariyên beriya hamleyê û ev agahî parve kir “Bi taybetî di aliyê leşkerî de ji bo em Reqa rizgar bikin di aliyê taktîkî de amadekariyeke gelek mezin hat kirin. Li ser vî esasî di milê leşkerî de perwerdehî hat dayîn û em derbasî Reqayê bûn. Me ji bo rizgarkirina Reqayê hamleya Xezeba Firatê da destpêkirin.  Piştî hamleyê dest pê kir, fesalên me yên wekî Şems-î Şemal, Şems-î Senadît, hêzên me yên Meclisa Leşkerî ya Suryanî û hemû pêkhateyên  HSDê cihê xwe girtin. Zarok û xelkên Reqa yên tev li hamleyê bûn destekek gelek mezin ran rizgarkirina Reqayê. Di rizgarkirina Reqayê de piştgiriya gelek hêzên din jî çêbûn. Di rizgarkirina Reqayê de şerên gelek mezin pêk hatin. Gelek hevalên me şehîd bûn. Gelê Reqayê di şer de gelek zor û zahmetî dîtin. Gelek zahmetiyên rizgarkirinê hebûn. Lê bi giştî wekî pêkhateyên HSDê û bi taybetî jî wekî YPJê me rizgarkirin û azadiya Reqayê ji bo xwe kiribû armanca sereke.”

‘Rizgarkirina jinan moral da şervanan’

Ji bo rizgarkirina jinên êzidî ên Şengalê hêzên YJŞê û YBŞê jî tev li şerê rizgarkirina Reqayê bûn. Rojda Felat li ser rizgarkirina jinên êzidî jî rawestiya û got: “Gelek jin hatin rizgarkirin. Rizgarkirina jinan ji bo Rizgarkirina Reqayê bû moraleke mezin. Maneviyateke mezin da hêzên leşkerî.  Dema me Reqa rizgar kir gelê Reqayê digot ‘Em li hêviya we bûn. Çima hûn zûtir nehatin.’ Dima me gundewarên Reqayê û Reqa bi xwe rizgar kir jî hêvî pir bû. Gel û bi taybetî jin li hevî û benda me bûn. Digotin ‘Çima hûn zûtir nehatin.’

‘Jinên Reqayê ji mafê xwe hatibûn mahrûmkirin’

Ji ber ku piştî dagirkirina Reqayê jin ji hemû mafê xwe hatibûn mahrûmkirin. Jinê êdî nikaribû xwe îfade bike. Ji bo jinan û gelê Reqayê kelecanek gelek mezin bû. Me bi xwe jî di nava Rizgarkirina Reqayê de cih girt.”

‘Rizgarkirina Reqayê bû serkeftina herî mezin’

Rojda Felat herî dawî li ser encama Rizgarkirina Reqayê jî rawestiya û wiha bi dawî kir: “30 hezar hêza leşkerî tev li vê hamleyê bû. Fedekarî û kerek gelek mezin bû. Destxistin û rizgarkirina Reqa ji destê DAIŞê ji bo me serkeftinek gelek gelek mezin bû. Me dizanibû ku DAIŞ di Reqayê de têk biçe (bi bin bikeve) dê li her derê têk biçe. Ji ber ku DAIŞê Reqa ji bo xwe wekî paytext hilbijartibû û kiribû mîna kelehê. Li gorî wê hemû amadeakriyên xwe kiribû. Li gorî vê rastiya wê jî em bi amadekariyeke gelek mezin û hêzek gelek xurt bi ser Reqayê de çûn. Hevalên me yên di vê hamleyê de şehît bûn, bûn hêza rista herî mezin a Rizgarkirina Reqayê. Dema DAIŞ li Reqayê bi bin ket, bandora xwe li ser herêmên din jî kir. Piştî Reqayê hamleya Dêra Zorê dest pê kir. Rizgarkirina Dêra Zorê jî hêza xwe ji Rizgarkirina Reqayê girt. Rizgarkirina Reqayê bandora xwe li ser rizgarkirina gelek herêmên din kir. Rizgarkirina Reqayê bû moral û kelecanek mezin avakir. Vê yekê hişt ku em bi moral û kelecan herêmên din jî rizgar bikin.

Di rizgarkirina Reqayê de fikrên DAIŞê têk çûn. Em li ser esasê Rizgarkirian Jinê û azadiya jinê ketin Reqayê.  Wekî YPJê di rizgarkirina Reqayê de roleke gelek mezin lîst.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

Sezaî Temellî bertek nîşanî qedexekirina çapemeniya Kurd da

2 TÎRMEH 2026
Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

2 TÎRMEH 2026
Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

2 TÎRMEH 2026
Doza Ayşe Tokyaz hat taloqkirin

Doza Ayşe Tokyaz hat taloqkirin

2 TÎRMEH 2026
Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

2 TÎRMEH 2026
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

2 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (38)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne