• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Hezar û 800 jinan ji Abdullah Ocalan re name nivîsandin

Navenda Nûçeyan / AW

14 COTMEH 2025 - 14:04
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Kongra Star a kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê ragihand ku hezar û 800 jinan ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re name şandine û dê hewl bidin ku radestî Netewên Yekbûyî bikin.

Kongra Star a kantona Cizîrê di 1ê Comteha 2025an de kampanyaya namenivîsandina ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dabû destpêkirin. Kongreya Star bi daxuyaniyekê encama kampanyayê ragihand û diyar kir ku hezar û 800 jinan name nivîsandine û dê ji Neteweyên Yekbûyî re bişînin. Daxuyanî li pêşiya navenda Kongra Star a li taxa Xerbî ya Qamişloyê ji aliyê berdevka Kongra Star a Qamişloyê Rîhan Temo ve hat xwendin.

Rîhan Temo diyar kir ku ji bo demokrasî û wekheviyê Kongra Star beşdarî kampanyaya “Ez dixwazim Rêber Abdullah Ocalan bibîmin” bû û wiha domand: “Di vê çarçoveyê de li Qamişloyê rêzeçalakî pêk hatin. Ji bo wefadariya bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ re, bi pêşengiya Kongra Star meş û panel hatin lidarxistin. Manîfestoya Aştiyê hate xwendin û nêrînên gel hatin girtin. Herî dawî îro name ji jinan hatin girtin. Name ji tevayî jinên li herêmê di nava sazî û dezgehên jinan de kar dikin hatin girtin. Di nameyan de hêviyek mezin heye ku di pêvajoya nû de rêyên demokratîk û hiqûqî li pêşiya Rêber Apo werin vekirin. Da ji bo herêm ji aloziyê xilas bibe û mîsogerkirina aştiyê Rêber Apo rola xwe bilîze. Ji ber wê em bang dikin ku ji bo rêyên qanûnî li pêşiya Rêber Apo vebe li ser piyan be. Herwiha ev xebatên me li hemberî komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo hatiye meşandin e. Em komployê şermezar dikin û heta dawî dê banga me azadiya Rêber Apo be. Em weke jin soz didin ku berpirsyariya xwe ya ji bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk pêk bînin.”

Rîhan Temo bang li saziyên navneteweyî kir ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û mafê hêviyê, erka xwe pêk bînin. Çalakî bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

Etîket: Abdullah OcalanKongrename
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

15 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026
Abdullah Ocalan: Me azadiya jinan ji xwe re esas girt

Abdullah Guler: Dê rojnameger bikaribin biçin Îmraliyê

5 TEBAX 2026
DEM Partiyê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî îmze kir

Hevserokên DEM Partiyê: Qanûn ji bo vekirina deriyekî dîrokî ye

5 TEBAX 2026
Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

5 TEBAX 2026
Bahçelî: Banga 27ê Sibatê baştir hat fêmkirin

Bahçelî: Divê Ocalan bigihîje mafê heviyê û Demîrtaş were berdan

5 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne