• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Werin em bi hevre li bîra xwe xwedî derkevin’

Amed / AW

12 COTMEH 2025 - 13:58
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Komeleya Wêjekarên Kurd li avahiya xwe têkidarî Pêşengeha Pirtûkan a ku di 18-26ê cotmehê de bê vekirin, civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de Hevseroka YEW-KURDê Asya Genim bang li hemû xwîneran kir û xwest bi hevre li bîra xwe xwedî derkevin.

Komeleya Wêjekarên Kurd, PENa Kurd û Yekîtiya Weşangerên Kurd (YEW-KURD) tekildarê 9emîn Peşengeha Pirtûkan a Amedê ku di 18-26ê Cotmehê de bê lidarxistin civîna çapemeniyê pêk anîn. Endamên Komeleya Wêjekarên Kurd, PENa Kurd û YEW Kurd tevlî civîna çapemeniyê bûn. Civîn li avahiya komeleyê li dar xistin. Hevseroka YEW KURDê Asya Genim bi Kurmancî, Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Hacî Ozkal jî bi zazakî daxuyanî xwendin.

‘Gelek nivîskarên kurd dê beşdar bibin’

Asya Genim têkildarê pêşengeha pirtûkan ku di 18-26ê cotmehê de bê vekirin axivî û got: “Em ê di 18-26ê cotmehê de li Amedê pêşengeha pirtûkan (Tuyap) li dar bixin. Weşanxaneyên kurdî bi pirtûk, nivîskar û bi helwesta xwe ya kurdî wê beşdarî vê fuarê bibin. Wek em dizanin xebatên çand û ziman hemû beşên civakê têkildar dikin, bi hewldan û xebatên hin saziyên kurdî, nivîskar, weşanger, rojnamegeran problema ziman û bişaftinê heta radeyekê tê çareserkirin. Civaka kurdan bi hemû beşên xwe, bi siyaset, aborî, medya, sazî û dezgeyên xwe berpirsê zimanê xwe ne. Divê li gorî girîngiya vê berpirsiyariyê tevbigerin.”

‘Em bi hev re li bîra xwe xwedî derkevin’

Asya Genim li ser armanca pêşengehê jî rawestiya û wiha got: “Her mirovê hişnas û hişmend bi vê yekê baş dizane; mirov hewcedarî ziman e. Civaka bêziman bê kok e, bê bîr e, civaka bîra wê hedimî gav bi gav ji giyanê azadiyê dûr dikeve. Werin em bi hev re bîra xwe xwedî derkevin. Armanca me ev e, em bi xebatên çand, ziman, huner û rewşenbîriyê, civakê li rêgeha wê, ango li reseniya wê vegerînin. Xwendin di pêşketina hişê mirov û hişê civakî de tevgera herî bi bandor e. Pêşketina civakê xwe li gorî rêjeya xwendinê çêdike. Dema me, aboriya me têra her karî dike, em dema xwe û aboriya xwe hêjayî her bûjen û karî dibînin. Lê di xwendin û kirîna pirtûkan de em çikûsiya demê û çikûsiya kirînê dikin.”

‘Ziman doza herî mezin a hebûnê ye’

Asya Genim di dawiya axaftina xwe de dîyar kir ku wekî cihanê divê gelê Kurd jî aliyê hişmendiyê, aliye xwendin û aliyê ziman xwe derxîne pêş û axaftina xwe de wiha bi dawî kir: “Pirtûk qadeke serbixwe û qadek e azad e ku ti desthilatdar nikarin wê qadê bi dest bixin. Qadên ji destwerdana desthilatdaran re nê pêkan bin ew qad hêvî û hêza azadiya mirov xurt dikin. Em jî wek her civaka dinyê xwendina xwe, siyaseta xwe, ramangeriya xwe, afirîneriya xwe bi zimanê xwe, bi kurdî bikin. Berxwedana herî mezin a li hemberî bişaftinê, axaftin û xwendina kurdî ye; bi vê şiyarê, hişê hatiye fesilandin wê saziyên kurdî, berhemên kurdî û xebatên kurdî, a girîng jî wê ruhê kurdî hembêz bike. Ziman ala neteweyan e, ziman metrîsa berxwedanê ye, ziman ezmanê me ye, ziman xaka me ye, ziman doza herî mezin a hebûnê ye.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Îranê ji bo girtiyên siyasî nameya vekirî

Li Îranê ji bo girtiyên siyasî nameya vekirî

21 TEBAX 2026
‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

21 TEBAX 2026
‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

21 TEBAX 2026
Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

21 TEBAX 2026
‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne