• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Banga ji bo mitînga Êlihê: Werin em azadiya birêz Ocalan qîr bikin

Omer Demîr / AW

11 COTMEH 2025 - 13:07
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Êlih – Nûnerên Platforma Saziyên Demokratîk ên Êlihê banga tevlibûna mitînga “Civaka Demokratîk û Aştî” ya dê di 12ê Cotmehê de li Êlihê pêk were kirin û gotin: “Mitînga me daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike.”

Li Êlihê di 12ê Cotmehê de bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk dê mitîngek bi dirûşma “Aştî û Civaka Demokratîk” were lidarxistin. Di mitîngê de dê azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were xwestin. Ev çend roj in amadekariya mitîngê bênavber didome û îro dê amadekarî bi dawî bibin. Rêveber û nûnerên partiyên siyasî ku pêkhateyên Platforma Saziyên Demokratîk in ji Ajansa Welat re axivîn û gel vexwendin mitîngê.

‘Em ê bibêjin azadiya Serokatî azadiya gelê Kurd e’

Aktivîsta TJAyê Havva Can diyar kir ku girîngiya mitîngê ew e ku daxwaza azadbûna gelê Kurd û azadiya fizîka ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike û wiha axivî: “Ji bo gelê Kurd jî wekî tevahî gelên din azad bijî, em ê vê mitînga xwe li dar bixin. Îro Rêberê Gelê Kurd barek giran hildaye ser milê xwe. Divê em jî li gorî ruhê pêvajoya bi rola xwe rabin. Em doza azadiya Rêberê xwe dikin û tevahî hevalên xwe dikin. Heta ku Serok azad nebe tu kes azad nabe. Ji bona vê em ê roja Yekşemê bi yek dengî li pêşiya DEM Partiyê mitînga xwe pêk bînin. Em ê bibêjin azadiya Serokatî, azadiya gelê Kurd e. Em bang li gelê Êlihê dikin ku werin li mitîngê dengê azadiyê bilind bikin.”

‘Em ê dengê aştî û azadiyê bilind bikin’

Endamê Meclîsa Partiya ya DEM Partiyê Abdullah Gulgen jî destnîşan kir ku li darxistina mitîngê ji bo balê bikişînin ser çareserkirina pirsgirêka Kurd û wiha got: “Em vê pêvajoya çareseriyê gelek girîng dibînin. Komplo li ser birêz Abdullah Ocalan pêk hatibû. Ji bo em bêjin va ev komplo pûç bûye, em ê vê mitîngê li dar dixin. Her wiha ji bo ku nasnameya gelê Kurd were naskirin, em roja yekşemê li benda gelê xwe ne. Em ê dengê aştiyê bilind bikin û azadiya birêz Abdullah Ocalan bixwazin.”

‘Gelê me bila banga aştiyê bike’

Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Navendî ya Êlihê Nurullah Mermertaş jî anî ziman ku ew e mitîngê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dar dixin û got: “12ê Cotmehê em ê li pêşiya avahiya DEM Partiyê mitîngê li dar dixin. Em bang li gelê xwe dikin ku werin dengê xwe bilind bikin. Mitîng ji bo azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan e. Ji bona wê em bang li gelê xwe dikin; bila werin banga aştiyê bikin.”

‘Bi çoş tev li mitîngê bibin’

Hevşaredarê Êlihê Yeşîl Işik ê ku qeyim tayînî şûna wî hatiye kirin jî banga beşdariya mitîngê kir û got: “12ê Cotmehê em ê ji bo ‘mafê hêviyê’ bikeve pratîkê û azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd pêk were, li qada mitîngê bang bikin. Em ji tevahiya xelkê xwe re dibêjin bi awayek coş werin tev li mitînga xwe bibin.”

Etîket: Abdullah OcalanAştî û civaka demokratîkazadiya fizîkî ya Abdullah Ocalanbanga mitîngêÊlihMîtîng
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Li Êlihê jî welatiyan dest bi çinîna tutunê kiriye

Li Êlihê jî welatiyan dest bi çinîna tutunê kiriye

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne