• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ahmet Turk: Komara Demokratîk dê bi xebatên gelan were avakirin

Mêrdîn / AW

11 COTMEH 2025 - 12:55
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Ahmet Turk di konferansa Ol û Gelan a ji hêla Yekitiya Însiyatîfa Demorkatîk ve tê lidarxistin de axivî û got : “Komara Demokratîk dê bi xebatên gelan were avakirin”

Konferansa Jiyanek Hevpar û Demokratîk a Ol û Gelan li Mezopotamyayê a ji aliyê Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk ve tê lidarxistin dê 2 rojan berdewam bike. Berdevkên însiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç, hevşaredarên Bajarê Mezin ên Mêrdînê, gelek kesên ji ol, bawerî û civakên cuda tev li konseransa li oteleke taybet hatiye pêkanîn bûn.

‘Armanc hemû aliyan gihandina ba hev e’

Konferans bi rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Berdevka Însiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku ew ji bo yekitiya gelên Kurdistanî xebatên xwe dimeşînin û wiha axivî: “Dema me ev însiyatîf ava kir, me hewl da em xwe bigehînin hemû aliyên Kurdistanê. Em hê jî vê xebatê berdewam dikin. Ji ber ku heya yekitiya gelên Kurdistanî pêk neyê, em ê nikarin xwe bigehînin azadiya gelan. Ev xebatên me heya ku em her kesî bigîhînin ba hev, wê berdewam bikin.”

‘Tifaq dê hêz bide pêvajoyê’

Hevberdevkê înîsiyatîfê Mehmet Kamaç jî anî ziman ku wan ji bo hemû gel û baweriyan derdora pêvajoyê bikin xelek, xebatên xwe berdewam dikin û ev tişt gotin: “Îro bi bangewaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyek hatiye destpêkirin û dema gelen Kurdistanî tifaqa xwe pêk anîn ev yek wê hêzek pir zêde bide Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.”

‘Pêdivî bi têkiliya her çar parçeyan heye’

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk diyar kir ku siyaseta demokratîk roj bi roj berfireh dibe û got: “Bi siyaseta demokratîk gele Kurd careke din xwe rêxistin dike. Ev konferans ji bo gelê Kurd gelek  hêja û zêrîn e. Ev siyaseta demokratîk ji bo pêş bikeve hewceyî bi her çar parçeyên Kurdistanê re bi têkiliyan heye û divê ev têkilî werin pêşxistin.”

‘Bila konferans bibe sedema kongreya netewî’

Ahmet Turk di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya nû ya siyaseta demokratîk ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan hatiye destpêkirin û axaftina xwe wiha domand: “Birêz Ocalan ji bo pêvajoya nû û siyaseta demokratîk perspektîf ji bo hemû aliyên Kurd û Tirkiyeyê aşkere kir. Em vê pêvajoya bi awayek baldarî dişopînin. Ji bo Komara Demokratîk were sazkirin barek giran dikeve ser mile hemû aliyan û em bawer dikin ev bar wê were rakirin û Komara Demokratîk wê ava bibe. Ji bo me tifaq gelekî girîng e. Em hêvî dikin ku ev konferans bibe sedema kongreya neteweyî. Divê hemû aliyên siyasî û civaka sivîl ên Tirkiye ji bo yekitiya vê civakê tevbigerin û ev yek ji bo wan peywireke.”

‘Li şûna HTŞê bila Kurd bibin cînarê Tirkiyeyê’

Ahmet Turk derbarê pêşveçûna pêvajoyê de got ku pêvajo pêş dikeve lê li pêşiya vê yekê hin astengî hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yek ji van astengan jî pirsgirêka li Sûriyeyê ye. Mafên Kurdan yên li Rojava dixwazin asteng bikin. Kurdan li Rojava ji bo ewlehiya xwe dest avêtin çekê. Dewleta Tirk dixwaze Kurd li Rojava çekê danin. Em vê pirsê dikin kî dê li Rojava gelê Kurd biparêze. Li şûna ku HTŞ bibe cînarê Tirkiye bila Kurd bibin cînarê Tirkiyeyê. Em bang li hemû partiyên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê dikin ku ji bo Rojava bibin yek û bi heman hişmendiyê nêzî Rojava bibin.”

‘Fersendên dîrokî sed salan carekê tên’

Ahmet Turk herî dawî bang li hemû aliyên siyasî û civakî yên bakurê Kurdistanê kir ku bila ji bo yekitiyê werin ba hev û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Fersendên dîrokî sed salan carekî tê pêşiya me. Ger em fersenda îro li ber me baş nenirxînin em ê paşerojek tarî bidin zarokên xwe. Ez rîca dikim ji her kesî ku ji bo pêşeroja Kurd û Kurdistanê destê xwe dirêjî gelê Kurd bike.”

Piştî axaftina Ahmet Turk sînevîzyon û peyama Oldarê Kurd Şêx Mehmûd Xeznewî ku ji bo konferansê şandîbû hatin nişandan.

Konferans dê bi rûnistina yekemîn, bi tevilbûna axaftvan Parêzer Ahmet Ozmen, Yuksel Genç, Mehmet Bayrak, Eyup Bûrç, Pakrat Estûkyan û Omer Gultekîn ve berdewam dike.

 

Etîket: Ahmet TurkDevrîm DemîrEyup BûrçMehmet BayrakOmer GultekînPakrat EstûkyanParêzer Ahmet OzmenRêberê Gelê Kurd Abdullah OcalanŞêx Mehmûd XeznewîYuksel Genç
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

5 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Heyeta DEM Partiyê wê roja duşemê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê

13 ÎLON 2026
Dema qeyûmê Mêrdînê hat dirêjkirin

Dema qeyûmê Mêrdînê hat dirêjkirin

3 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne