• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Yekemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gûrbetellî Ersozê bi coş û kelecaneke mezin pêk hat

Amed / AW

8 COTMEH 2025 - 22:16
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Xelatên Rojnamegeriyê ya Jinan a Gûrbetellî Ersozê îsal cara yekem ji hêla MKGê ve hatin dayîn. Di merasîma xelatgirtinê de rojnamegeran xelatên xwe diyarî şehîdên çapemeniyê û şehîdên aştî û demokrasiyê kirin.

Xelatên Rojnamegeriya Jinan ên Gûrbetellî Ersozê ku îsal cara yekem ji hêla Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) ve têne lidarxistin, li ÇandAmedê hatin pêşkêş kirin. MKG, Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG), gelek rojnameger, Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, dayika Gurbetellî Ersozê Fatma Ersoz, siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çigdem Kiliçgun Uçar, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD), Komeleya Jinan a Rosayê û rêxistinên civakî beşdar bûn.
Merasîmê ji bo şehîdên Çapemeniya Azad bi deqeyekî rêzgirtinê destpêkir. Piştî rêzgirtinê girseyê dirûşmeya ‘şehîd namirin’ berz kir.

‘Em ê tu carî serî netewînin’

Pişt re Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) Rojnameger Roza Metîna axivî. Roza Metînayê diyarkir ku Gûrbetellî Ersoz di salên herî zor û zehmet de têkoşîneke bêhempa raber kir. Ruxmê ku gelek caran hat girtin, rastî zordestiyê jî hat, tu carî serî netewan. Gûrbeteliyê di heman deme de li hember zimanê serdest û baviksalar jî bi pênûsa xwe têkoşîn meşand. Bi vê berxwedana xwe ji rojnamegerên jin yên Çapemeniya Azad re mîrateyeke mezin hişt. Gulistan Tara, Hêro Bahaddîn, Nûjiyan Erhan jî xwendekarên Gûrbetellî Ersozê bûn. Em ê îro jî li hember polîtîkayên serdest, mêrperest li ber xwe bidin. Em ê tu carî serî li ber van polîtîkayên dewletê netewînin.

Piştî axaftina Roza Metînayê sînevîzyoneke ku behsa jiyan û têkoşîna Gûrbetellî Ersozê, zext û zordariya ku di salên 90î de li ser Çapemeniya Azad dihat meşandin hat nişandan. Piştî temaşekirina sînevîzyonê gel dirûimeya ‘Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin’ berz kir.

Dû re dayika Gûrbetellî Ersozê Fatma Ersoz axaftineke kurt kir û got: “Me wek gelê Kurd pir bedelên giran dan. Êdî bes e. Em aştî û xweşiyê dixwazin. Ez ji we hemûyan re di têkoşîna we de serkeftinê dixwazim.”
Malbata Gûrbetellî Ersozê peyamek ji merasîmê re şand. Di peyamê de hat diyarkirin ku Gûrbetellî Ersoz ne tenê rojnamevanek bû; bi pênûs, helwest û berxwedana xwe, ew wijdana serdemekê û sembola Çapemeniya Azad bû. Di berdewamiya peyamê de ev tişt hatin destnîşankirin: “Têkoşîna wê îro jî di hemû rojnamegerên jin ên ku hîn jî pênûsa xwe ji bo rastî û azadiyê bikar tînin de dijî. Em bawer dikin ku ev merasîma xelatdayînê dê mîrateya Gurbetelliyê bigihîne nifşên nû û deng û gotinên jinan bêtir xurt bike. Zindî hiştina navê wê ne tenê bîranînek e; ew berdewamiya têkoşîna ji bo rastiyê ye. Ew jineke ku berê bayê û çarenûsa gotinan guherand bû. Ew dengê gelê xwe, bêhna jinan û pênûsa rastiyê bû.

Ji MKGê re peyama spasiyê

“Ev xelata ku îro bi navê wê tê dayîn, ne tenê bîranînek e; ew dengekî nû ye ji bo hemû jinên ku dixwestin wan bêdeng bikin. Agirê ku di dilê Gûrbetelliyê de mezin bû, di jinên ku niha pênûs û kamerayan digirin û dev ji nivîsandina rastiyê bernadin de berdewam dike. Li ser navê malbata me, em spasiya xwe ya kûr pêşkêşî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê dikin ji bo organîzekirina vê merasîma watedar. Ji hemû rojnamegerên jin ên ku beşdarî pêşbirkê bûn û ji herkesê ku di vê roja taybet de li vir amade ye û bîranîn û ronahiya Gûrbetelliyê di dilê xwe de hildigre.

Xewna Gûrbetelliyê xewna me hemûyan bû: Cîhaneke ku jin tê de azad bin û mirov bi rûmet bin. Ew xewn îro li vir bi we re ji nû ve geş dibe.

Bihezkirin û minnetdarî…”

‘Saya şehîdan em îro dikarin biaxivin’

Li ser navên Dayikên Aştiyê Nezahat Dogan axivî. Nezahat Doganê hemû beşdarvan silav kir û got: “Ez di şexsê Gûrbetellî Ersozê de hemû şehîdên Çapemeniya Azad bibîr tînim û bejna xwe li hember wan ditewînim. Heke îro em li vir dikarin gotinên xwe bînin ziman saya van şehidan e. Ez ji hemû xebatkarên Çapemeniya Azad re serkeftinê dixwazim.”

‘Têbikoşin, her tim têbikoşin’

Pişt re Hevseroka DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar bi Kirmanckî axaftinek kir û bi lê kir ku li ser kesên ku me li dû xwe hiştine axaftine pir zehmet e. me di sînevîzyonê de jî temaşe kir; salên 90î zehmet bûn. Gûrbetellî Ersozê her tim ev bang li jinan dikir; digot têbikoşin, her tim têbikoşin. Îro heke li çar aliye Kurdistanê û Erwopayê bi sedan jin ji bo rastî û heqîqetê poênûsa xwe bikar tînin, di, vê rewşê de bandora ku mîrateya Gûrbetellî Ersozê hiştiye pir girîng e. Sibê salvegera Komploya Navdewletî ye, Ez vê komployê şermezar dikim û dibêjim teqez aştî û azadiyê were vî welatî.”

‘Pênûsên azad’

Pişt re siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak axivî. Gultan Kişanakê da zanîn ku wê Gûrbetellî Ersozê di salên zor û zehmet de bi hev re rojnamegerî kir. Rojên zor û zehmet bûn lê xweş bûn. Serdest bi derewan, bi manîpulasyonan şer dimeşînin, dixwazin li ser rastî û heqîqetê bigrin. Ji ber vê xurtbûna pênûsên azad pir girîng e. bi saya van pênûsan mirov dikare azadiyê poêk bîne. Ez bangî pênûsên azad dikim; divê em heqîqetê bi awayekî herî xurt binivîsin, ji bo vê jî em rojnamegeriyê bikin. Em bi pênûsên xwe dikarin aştiyê pêk bînin.”

Gûrbetellî jineke pir berxwedêr û bi rûmet bû

Piştre peyama bidîmen ya ku ji hêla Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û hevala Gurbetellî Ersozê Eren Keskînê ve hatibû şandin, hate nîşandan. Eren Keskînê diyar kir ku Gurbetellî Ersoz yek ji kesayetên herî girîng di nav rojnamegerên jin ên Kurd de bû. Eren Keskînê destnîşan kir ku Gurbetellî Ersoz berdewama mîrateya rojnamegeriyê ya Musa Anter bû û got, “Gurbetellî berdewama rojnamegerên ku Musa Anter pir jê hez dikir e, ku wî jê re digot ‘zarokên min’.

Gurbetellî di heman demê de jineke pir berxwedêr û bi rûmet bû ku têkiliyên wekhev bi mirovan re ava dikir, bêyî ku têkiliyên hiyerarşîk di navbera serok û jêrdestan de çêbike. Bi serkeftî wekî edîtor xebitî. Di girtîgehê de qet serî netewand û jineke pir bihêz bû ku ji bo têkoşîna xwe, têkoşîneke ku wê bawer dikir, jiyana xwe xist xetereyê. Ez wê bi evîn û rêzgirtineke mezin bi bîr tînim.”

Di kategoriya Nûçeyên Kurdî de, ku rojnameger Semiha Alankûş, Hatice Kamer û Hesna Muhemed endamên juriyê bûn, nûçeya rojnameger, nûçegihanên jinnewsê Dîlan Babat û Rojda Aydin bi nûçaya xwe ya bi navê; Kiryarê ku destdirêjî 12 zarokan kir, tiryakê li ku peyda dike’ hêjayî “Xelata Yekem” hatin dîtin.

Aktîvîsta TJAyê Berîvan Elterê xelat da Rojda Aydin û Dilan Babatê.

Di kategoriya Nûçeyên Tirkî de xelata yekeminiyê, ji Ajansa Mezopotamyayê Zeynep Dûrgûtê bî nûçeya xwe ya bî navê; ‘Lî Şîrnexê şerê taybet: Çeteya fihûşê ya ku çawîşên pîspor jî di nav de’ girt. Xelata Zeynep Dûrgûtê ji hela endama Lijneya Edîtoriyê ya Kovara Jineolojiyê Fîgen Arasê ve hat dayîn.

Yeşim Oruç û Necla Demir Arvas jî di kategoriya nûçeyên Tirkî de hêjayî xelata taybet a juriyê hatin dîtin. Xelata Necla Demîr Arvasê ji aliye Rojnameger Nezahat Doganê, ya Yeşîm Orûçê jî ji aliyê Seroka Komelaya Jinan ya Rosayê Sûzan Îşbîlenê ve hat dayîn.

Di kategoriya Nûçeyên Bidîmen de ji Jinnewsê rojnameger Derya Renê bi nûçeya xwe ya bi navê; ‘Bi dîmenan şiddeta dewletê ya li Silopyayê’ xelata yekeminiyê girt. Xelata Derya Renê ji hêla Endama Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê Zeynep Karayilanê ve hat dayîn.

Di kategoriya wênekêşiyê de Fatoş Sarıkaya ya ji Ajansa Nûçeyan a Pîr (PIRHA) girt. Xelat ji aliyê Hevseroka DFGê Kesîra Demirê ve hat dayîn.

Rojnameger Sonay Odungit jî layiqî Xelata taybet a juriyê hat dîtin. Xelata Sonay Odungitê ji aliyê Hevberdevka Meclisa Şaredriya Bajarê Mezin Demet Ceylanê ve hat dayîn.

Di merasîmê de Xelata Rûmetê jî hat dayîn. Rojnamevan Munevver Karademir xelata rûmetê da Dayikên Aştiyê. Li ser navê Dayikên Aştiyê Murevet Demîrê xlat girt.

 

Etîket: AmedGurbetellî ErsozmerasîmXelat
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

5 COTMEH 2026
Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

25 ÎLON 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne