• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Rojnameger Mehmûd: Armanca êrîşen li dijî rojnamegeran tunekirina rastiyan e

Bazîd Evren / AW

25 KANÛN 2024 - 08:12
Kategorî: ROJANE
A A
Wan – Rojnamevan û rêveberê medyaya dîjîtal a Kanal 8ê Dewran Mehmûd ku derbarê hedefgirtina rojnamevanan de axivî û diyar kir ku her cara rojnameveke/î çapemeniya azad tê armancgirtin, rastiyek mezin winda dibe û got: “Dewletên êrişkar naxwazin dîmenên sûcên wan ên dermirovî bên tomarkirin û bên nivîsîn.”

Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di 19ê Kanûnê de dema geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, li ser rêya di navbera Qereqozaq û Bendava Tişrînê de di êrîşa balafira şer (SÎHA) de hatin kuştin. Li dijî vê yekê gelek sazî, kesayet û rojnamevanan bertek nîşan dan û kuştina rojnamegeran şermezar kirin. Rojnameger û rêveberê medyaya dîjîtal a Kanal 8ê (Channel 8) Dewran Mehmûd ku di beşa siyasî û çandî de rojnamegeriyê dike, bertek nîşanî êrîşên li ser rojnamegeran da, diyar kir ku di warê rojnamegeriyê de bi qetilkirina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li Rojava valahiyek mezin çêbû.

‘Di şer de herî zêde rojnamegeran dikin hedef’

Dewran Mehmûd ku behsa girîngiya rojnamevaniyê ya di rewşên şer de kir, diyar kir ku Rojhilata Navîn herêmeke tije pevçûn û alozî ye, lewma jî gelek pîşeger di nav metirsî û gefên tund de jiyan dikin. Dewran Mehmûd, anî ziman ku rojnamegerî di nav wan pîşeyan de ya herî metirsîdar e û got: “Ji ber ku dema em hewl didin destê xwe bigihînin rastî û naveroka gelek bûyeran rojnamegerî dibe pîşeya herî metirsîdar. Ez wekî rojanemvanekî, timî hewl didim rastiyê bernedim û bibim alîgirê wê. Heqîqet û rastiya bingehîn jî li cem wan kesan e ku ji bo azadî û aştiya civakî jiyana xwe feda dikin û têkoşînê dikin.”

‘Sûcdar naxwazin sûcê wan bên dîtin’

Di berdewamiya axaftina xwe de Dewran Mehmûd da zanîn ku êş û trajediya Kurdan di serdema modern de bi giştî ji aliyê rojnamevanan ve hatiye belgekirin û gihandin. Dewran Mehmûd, destnîşan kir ku wan ev yek bi sereke di jenosîda Helebceyê û gelek qirkirinên din de ditiye û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Ev belgekirina ji aliyê rojnamevanan ve, sedemên sereke ne ku cîhan bi van kiryaran dihese û van sûcên mirovî dide naskirin. Dewletên êrişker giringiya rojnamevaniyê dizane û naxwaze dîmenên sûcên wan ên dermirovî ji çavê kamereyên me ve werin tomarkirin û bi pênûsa me were nivîsandin. Her cara ku rojnameveke/î çapemeniya azad tê armancgirtin, rastiyek mezin winda dibe.”

‘Daştan û Bîlgîn çavkaniyên gelek kesan bûn’

Bi domdarî Dewran Mehmûd bal kişand ser kuştina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn û bi bîr xist ku Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn çavkaniyên gelek rojnamevan û medyayên din bûn.

Dewran Mehmûd, destnîşan kir ku her çendî nûçegihanên wan li Rojava hene jî, bi kuştina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, li herêmê valahiyek mezin çêbû û wiha pê de çû: “Kuştina Daştan û Bîlgîn di çapemeniya azad a qada Rojavayê Kurdistanê de li tevahiya cîhanê valahiyek mezin çêkir. Ev kiryar tenê nayê wateya ku jiyana du rojnamevanan hatiye stendin, mafên civaka xwecihî û navdewletî ya bidestxsitina rastiyê jî hatiye desteserkirin.”

‘Ji bo rojnamevanên Kurd bêdeng nemînin’

Dewran Mehmûd, dûbare kir ku her cara rojnameveke/î çapemeniya azad tê armancgirtin, rastiyek mezin winda dibe û ew ji bo ku rastî winda nebin dê kamere û pênûsa wan li erdê nehêlin. Dewran Mehmûd, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Banga min ji raya giştî ya cîhanê ew e ku ew çawa li hemberî kuştina rojnamevanên li Xezeyê derketin qadan, bila wisa jî ji bo rojnamevanên Kurd bêdeng nemînin. Kurd naxwazin êdî tenê çiya dostê wan bin, em piştgiriyeke hîn bêtir mirovî û manewî dixwazin. Herî dawî dibêjim, dewletên dijî me, ne tenê dijî jiyana rojnamevanan in, lê belê ew êrişî xweza û candarên vê erdnîgariyê jî dikin.”

Etîket: Cîhan BîlginDewran MehmûdKanal 8êNazim Daştan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Doza rojnamevan Ceylan Şahînlî hat taloqkirin

Doza rojnamevan Ceylan Şahînlî hat taloqkirin

15 HEZÎRAN 2026
5 rojnamegerên ji ber bîranîna Nazim û Cîhan dihatin darizandin, beraet bûn

5 rojnamegerên ji ber bîranîna Nazim û Cîhan dihatin darizandin, beraet bûn

8 GULAN 2026
Nazim û Cîhan li Îzmîrê hatin bibîranîn

Nazim û Cîhan li Îzmîrê hatin bibîranîn

22 KANÛN 2025
Ji bo bîranîna Nazim û Cîhan li Giyadînê mewlûd hat dayîn

Ji bo bîranîna Nazim û Cîhan li Giyadînê mewlûd hat dayîn

19 KANÛN 2025
Rênas Remo: Kamera û pênûsa Cîhanê dê tu car li erdê nemîne

Rênas Remo: Kamera û pênûsa Cîhanê dê tu car li erdê nemîne

19 KANÛN 2025
Li pey şopa heqîqetê du berxwedêr: Cîhan û Nazim

Li pey şopa heqîqetê du berxwedêr: Cîhan û Nazim

18 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne