• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tunç: 27 sal in li dijî aştiyê komplo û tecrîd berdewam dike

Abdullah Esen / AW

8 COTMEH 2025 - 11:05
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Endamê Koma Aştiyê Mehmet Şîrîn Tunç diyar kir ku di 9ê Cotmehê de komploya ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir û got: “Tevî ku pêvajo hatiye destpêkirin jî lê 27 sal in komplo û tecrîdek giran li ser serokatiya me berdewam dike.”

Hêzên serdest ên navneteweyî di 9ê Cotmeha 1998an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi Komploya Navneteweyî kirin. Di komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan de jî carek din derketibû holê ku hêzên hegomonîk li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dijminatiyê dikin û dixwazin Kurdan tasfiye bikin.

Alternatîfa li dijî hêzên kapîtalîst û hegomonya serdest, pergal û paradîgmaya demokratîk û azadiyê ya Abdullah Ocalan e. Ew bi projeya xwe xeta sêyemîn diparêze. Niha jî xeta sêyemîn a ku Ocalan pêşkêş dike; “Aştî û Civaka Demokratîk” e. Tevî ku Ocalan 27 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîd û zextên giran de ye jî bênavber ji bo aştiyê û civaka demokratîk projeyan afirand. Saleke ku Ocalan dixwaze bi “Aştî û Civaka Demokratîk” hemû komployên li dijî xwe bi temamî bi dawî bike.

Îsal 9ê Cotmehê wê di bin siya pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û azadiya fizîkî ya Ocalan de were şermezarkirin. Sibê di serî de li bajarên Kurdistanê û gelek welatên cîhanê bi çalakî û xwepêşandanên cuda dê komploya 9ê Cotmehê were protestokirin.

Siyasetmedar Mehmet Şîrîn Tunç ku di sala 1999an de li ser banga Abdullah Ocalan, ji nav komek gerîlayan de wek endamê Koma Aştiyê hate Tirkiyeyê. Mehmet Şîrîn Tunç têkildarî komploya 9ê Cotmehê ji Ajansa Welat re axivî.

’27 sal in komplo û tecrîd didome’

Mehmet Şîrîn Tunç anî ziman ku komploya 9ê Cotmehê ji aliyê hêzên navneteweyî ve li dijî tevgera azadiyê pêk hat û got: “Serokê Gelê Kurd di wê demê de ji bo aştiyê bîne Rojhilata Navîn, ji Sûriyeyê derket û berê xwe da Ewropayê. Lê belê tu dewletên Ewropayê di vê xalê de tu gav neavêtin. Rûsyayê jî di vê xalê de tu gav neavêt. Di encamê de di 15ê Sibata 1999an de hêzên komploger Rêberê Gelê Kurd li Narovyayê ya Kenyayê dîl girtin û anîn Girava Îmraliyê. Ev 26 sal in tenê di hucreya yek kesî de dîlgirtî ye.”

Mehmet Şîrîn Tunç diyar kir ku hêzên komploger ên navdewletî xwestin di 9ê Cotmehê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî bidin tunekirin û wiha got: “Di wê qonaxê de tevahî hêzên serdest bûn yek û xwestin serokatiya me ji tune bikin. Ev pêk nehat. Serokatiya me ev 27 sal in di nava tecrîdeke giran de hebûna xwe dide meşandin. Lê belê Rêberê Gelê Kurd vê qonaxê gihande qonaxek aştiyê. Di destpêkê de jî Serok digot muxatab ji min re lazim e. Û digot pêwîste em vê pêvajoyê bi awayekî aştiyane çareser bikin. Dîsa Rêberê Gelê Kurd ji vê nêrîna xwe tu gavek ji paş ve neavêt. Ji bo aştiyê û biratiya gelê Kurd û Tirk li ser pêvajoyê sekinî û bangewaziyên xwe kirin. Di vê qonaxê de gelek tiştên girîng derketin holê. Wê demê hêzên navneteweyî Serok radestî Tirkiyeyê kirin û hate xwestin wî bi dar ve bikin. Hêzên serdest dixestin nakokiyên di navbera dewleta Tirk û Kurdan de ên bi sed salan e kûrtir bikin. Hedefên komlogeran ev bûn.”

 

‘Ji bo komareke demokratîk xebat têne meşandin’

Mehmet Şîrîn Tunç bal kişand ser paradigmaya nû ya ku ji aliye Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye amadekirin û got ku Rêberê Gelê Kurd hemû planên li dijî Kurdan hatine kirin pûç kir û wî her dem demokrasiyê parastiye. Mehmet Şîrîn Tunç destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ji bo bersivê bide sedsala 21emîn paradîgmayek nû derxist holê û axaftina xwe wiha domand: “Her kes jî li ser vê xalê rawestiya ye. Îro jî Serok di vê bingehê de tavdigere. Dema 15ê Sibata 1999an pêk hat wê demê jî gelê Kurd got ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’. Gelê Kurd ji bo Serok bû xeleka ji agir. Bi taybetî jî li zindanan nêzîkî 80 hevalan laşê xwe dan ber agir û xwe şewitandin. Li her derî jî miletê Kurd di nava çalekiyan de bûn. Hê jî bandora komploya navneteweyî didome. Di vê qonaxê de jî Rêberê Gelê Kurd bersiv daye û qonaxeke nû hatiye destpêkirin. Di tu şoreşên cîhanê de komployeke bi vî awayî pêk nehatibû. Tenê li dijî Rêberê Gelê Kurd pêk hat. Îro dîsa jî Serok ji bo tevahiya cîhanê Komareke Demokratîk ava dike û xebatên vê yekê dide meşandin.”

‘Gumanên Kurdan zêde ne’

Mehmet Şîrîn Tunç bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji vê pêvajoyê hêviya me ew e ku ev mesele bi awayekî aştiyane bê çareserkirin. Heta niha Serok çi gotibe PKK a wî pêk aniye. Ji niha pê ve pêwîst e dewlet jî di vê rewşê de gavan biavêje. Da ku meseleya Kurd bi awayekî aştiyane bê çareserkirin. Bi rastî jî gelê Kurd bi awayekî guman nêzîkî vê pêvajoyê dibe. Hewce ye zemînên qanûnî û hiqûqî werin amadekirin. Divê qanûnek bingehîn a demokratîk were çêkirin. Divê astengiyên li pêşiya mafên gelê Kurd bên rakirin. Encex bi vî awayî aştî dikare pêk were. Dewlet li hemberî Kurdan li ser soza xwe nasekine. Lewma gumanên Kurdan zêde ne. Ger ku tecrîd ranebe û Serok ne azad be dê pêvajo li pêş nekeve. Kurd ne Kurdên berê ne, êdî Kurd nayên xapandin. Rêberê Gelê Kurd dibêje, ez kesî naxapînim kes jî nikare min bixapîne.”

‘Hewceye kes xwe nexapîne’

Mehmet Şîrîn Tunç da zanîn ku ew beriya 27 salan wek komeke gerîla bi çekên xwe ve li ser navê Koma Aştiyê hatin û di dawiyê de wiha got: “Ji wê demê ve heta niha hewla pêkanîna aştiyê heye, lê dewlet siyasetê dike. Armanca niha ew e ku êdî tu mirov neyên kuştin û neynûka kesekî jî xwîn nebe. Gotineke pêşiyên me heye dibêjin, ‘Xwîn bi xwînê nayê şûştin, bi avê tê şûştin’. Ev meseleya Kurd sed sal e dewam dike. Bi dehan komkujî hatine serê Kurdan. Hewceye em dersek ji dîrokê derxin. Pêwîst e di hiqûqê de hin tişt bên guhertin. Ger ku pirsgira Kurd neyê çareserkirin dewleta Tirk li ser pêya namîne. Divê van rastiyan baş bide ber çavên xwe. Hewceye kes xwe nexapîne û vê meseleyê bi awayekî rast bide meşandin. Divê ev mesele bi awayekî aştiyane bê çareserkirin. Pisrgirêka Kurd ne bi tenê ya dewleta Tirk e, ya hemû hêzên Rojhilata Navîn e. Kurdistan di nava çar dewletên dagirker de hatiye parçekirin. 60-70 milyon Kurd bi tenê li Rojhilata Navîn û li Kurdistanê dijîn. Hewceye her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û vê meseleyê çareser bike. Em wê demê hatin, aştî pêk nehat. Lê ez bi hêvî me vê pêvajoya Serok niha daye destpêkirin, dê bibe yekitiya gelan.”

Etîket: 9ê CotmehêAbdullah OcalanKomploya NavdewletîKomploya NavneteweyîMehmet Şîrîn TunçPêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

5 COTMEH 2026
Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

4 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne