• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
03 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Di dîroka zilmkaran de her dem têkçûn heye

Navenda Nûçeyan /AW

24 KANÛN 2024 - 17:04
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A

Di nobeta Sînorê Nisêbînê de Gulseren Yildirim anî ziman ku di dîrokê de hemû zilmkar têk çûn û di dîroka zilmkaran de têkçûn heye. Parlamenterê DEM Partiyê Zekî Îrmez jî anî ziman ku eger AKP-MHP çareserî û aştiyê dixwazin divê demildest deriyê Îmraliyê vekin û bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin bêne kirin.

Nobeta Sînorê Nisêbînê ku di pêşengiya TJA, DBP û DEM Partiyê di 13ê Kanûnê de li dijî êrîşen li ser Rojava dest pê kiribû didome. Îro jî rêxistinên TJA, DBP û TEM Partiyê yen Sîlopî, Cizîr û Mêrdînê hatin ser sînor û piştgirî dan çalakiya Nobeta Sînor. Aktîvîsta TJAyê Gulseren Yildirim li ser sînor axivî û wiha got: “Em hemû hevalên ji Cizîr, Silopî û Mêrdînê hatine silav dikin. Tev bi xêr hatine. Ev berxwedana ku em li vir dimişînin berxwedana rûmetê ye. Berxwedana Xwebûn û hebûnê ye. Hûn dizanin îro li Rojava şerekî dijwar heye. Şerê li ser gelê me yê Rojava nayê qebûl kirin. Şoreşa Rojava bûye mînakek cîhanî û mirovî. Şoreşa Rojava şoreşa nirxên mirovahiyê ye. Şoreşa azadkirina nirxên mirovahiyê ye. Di vê şoreşê de wekhevî, azadî û naskirina hemû nasnameya hemû bawerîyan heye. Di nava vê şoreşê de wekheviya hemû pêkhatiyan heye.”

Di dîroka zilmkaran de her dem têkçûn heye

Gulseren Yildirim, bal kişand ser kes û hêzên ku êrîşî Rojava dikin û wiha berdewam kir: “Lê yên êrîşî şoreşa Rojava dikin kîne? Ew kesên ku jinan qetil dikin tazî dikin û tecawîzî wan dikin in. Kesên zarokan dikujin in. Kesên ne mirov in. Zarokan qetil dikin. Heq û hiqûq li cem wan tune ye. Ew ne li ser axa xwe şer dikin. Ne ji bo axa xwe şer dikin. Li ser axa me ji bo berjewendiyên desthilatdaran bûne maşik. Mirovan di malên wan de dikujin. Lê mixabin, ji bo em van rastiyan tînin ziman em wekî sûcdar têne dîtin. Mînaka vê yekê 2 rojnamevanên ku li vir rastiya van çeteyan dianîn ziman, êşa gelê xwe parve dikirin hatin qetilkirin. Di kesayetiya Cîhan û Nazim êrîşî heqîqetê kirin. Gelo sûcê Nazim û Cîhan çibû. Tenê heqîqet û rastiya gelê xwe dianîn ziman. Berxwedana gelê xwe li ser axa xwe dianîn ziman. Di dîroka zilmkaran de her dem têkçûn heye. Mînaka wê jî wekî Esad û îro jî mîna Esad heye. Kesên înkar dikin, qetil dikin dawiya wan têkçûn e. Lê îro gelê Kurd li ser axa xwe têkoşîna hebûn û azadiyê dide. Dixwaze bi ziman, reng û nasnameya xwe dixwaze bibe xwedî statu. Çima mijar dibe Kurd ew qas neyarên gelê Kurd dikevin nava tirsê. Em Kurd peyama ku em pê bawirin didin. Gelo îro desthilata AKP-MHP li şûna bi gelê Kurd de aştiyekê pêş bixe û lihevkirinekê bike, ne çêtire ku ji çeteyên mîna DAIŞê re hevkariyê bikin? Çima tercîha desthilatdariyê îro dibe ew çete. Çima neyartiya gelê Kurd dike. Gelê Kurd di her şert û mercan de di her teme de ji bo aştî û çareseriya demokratîk bang dike. Gelê Kurd her dem ji bo demokrasî û çareseriya demokratîk amade ye. Lê desthilat ça û guhê xwe digire. Tenê bi xapandinê nêzî gelê Kurd dibin.

Hemû hêzên dijminantiya Kurdan kirin têk çûn

Parlamenterê Şirnexê Zekî Îrmez jî li ser sînor axivî û wiha got: “Ez bejna xwe li hemberî hemû kesên ku li dijî DAIŞê û çeteyan şer dikin bejna xwe ditewînim. Ji 2012an heta niha gelê Rojava tenê xwe parast. Êrîşî tu deran nekir. Li dijî êrîşên Rejîm û çeteyên hovane xwe parast. Dema DAIŞê li ser mirovahiyê hovîtî dibarand wê demê parastina xwe kir. Wê demê parastina mirovahiyê kir. Rûmeta mirovahiyê parast. Li Kobanê DAIŞ têk bir. Hemû gelê Kurd li çar aliyan parastin kir. Hemû kesên dijminahiya mirovahiyê û gelê Kurd kirin têk çûn. Sadam dijminantiya Kurdan kir, têk çû. Beşar Esad dijminantiya Kurdan kir têk çû. DAIŞê li dijî Kurdan şer kir têk çû.

Kî dijminantiya kurdan bike dê têk biçin

Em îro ji desthilatiya AKP-MHPê re jî dibêjin; eger hûn dijminantiya gelê Kurd bikin û hûn êrîşî gelê Kurd bikin hûnê jî tek biçin. Hûn li ser Kurdan komkujiyê ferz bikin hûn ê jî têk biçin. Gelê Kurd ji ber gelekî mafdar e. Divê li ser axa xwe azad û bi aştiyane bijî. Divê bi awayekî demokratîk bi hemû gelan re wekhev bijî. Daxwaza gelê Kurd ev e. Esed ket û çû. Her kes dixwaze li Sûrî aramî û îstîkrar hebe. Hemû dewlet û gel vê yekê dikin. Lê îro yên li Rojava û Sûriyê îstîkrarê xera dike, şer kûr dike û kuştinan dike desthilata AKP-MHPê ye. Em bang li gelê Kurd, rêxistinên Rojava dikin. Bi yekitiya xwe biçin sedsala 21an. Eger em bi yek dengî û yek rêzê daxwazên xwe bibin Şamê, dê nikaribin li ser Kurdan van êrîş û qirkirinan pêk bînin. Dê êrîşên li ser Rojava têk biçin. Ev yekîtî û tifaqa ku pêk bê, ne tenê ji bo gelê Kurd, di heman demê de ji bo çar aliyê Kurdistanê jî gelê Kurd dê karibe bi gelan re bi awayekî demokratîk û azad bijî.”

Ji bo çareseriyê deriyê Îmraliyê vekin

Birêz Abdullah Ocalan perspektifek ji bo desthilata AKP-MHPê nîşan daye. Gotiye ‘Şert û merc guncav bibe, ji bo şer raweste û pêvajoya hiqûqî û siyasî dest pê bike ez amade me.’
Divê demildest desthilata AKP-MHP deriyê îmraliyê vekin. Divê hevdîtinê bi Birêz Ocalan re çekin. Ji bo li Rojhilata navîn aştî pêş bikeve û Tirkiye demokratîk bibe azadiya Birêz Ocalan ferz e. Eger Tirkiye li ser gelê Kurd kuştin, qirkirin û înkarê ferz bike, Kurd û gelê Rojhilata Navîn êdî vê yekê qebûl nake. Em ê li dijî vê yekê heta dawî li ber xwe bidin. Di 2014an de li dijî DAIŞê dema Ebû Leyla li Kobanê dirûşma “Bijî berxwedana Kobanê” berz kir, îro heman dirûşme, li Tişrîn û Kobanê u Rojava heye. Ev berxwedan li hemû cîhanê belav bûye. Divê demildest desthilatiya AKP-MHPê demildest van êrîşên li ser Rojava rawestîne. Bi taybetî bi gelê Rojava û Rêxistina Rojava re dîne. Em dixwazin bi aştî û azad bi hemû gelan re bijîn.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

Sezaî Temellî bertek nîşanî qedexekirina çapemeniya Kurd da

2 TÎRMEH 2026
Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

2 TÎRMEH 2026
Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

2 TÎRMEH 2026
Doza Ayşe Tokyaz hat taloqkirin

Doza Ayşe Tokyaz hat taloqkirin

2 TÎRMEH 2026
Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

2 TÎRMEH 2026
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

2 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (38)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne