• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Di roja 6an de li ber girtîgehê bang kirin: Rêzdar Ocalan û girtiyên siyasî serbest berdin

Enqere / AW

6 COTMEH 2025 - 18:04
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
TJA, di roja 6an a meşa Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” de li ber girtîgeha Sîncanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî xwestin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” di 1ê Cotmehê de ji Amedê ber bi Enqereyê ve meşek dabû destpêkirin. Meş di roja 6an de gehişt Enqereyê. Jinan li ber Girtîgeha Sîncanê pankarta li ser, “Em bi heviyê her bi azadiyê dimeşîn” dinivisî vêkirin û meşiyan. Jinan di meşe de bênavber dirûşmeya, “Jin Jiyan azadî azad bike Rêbertî”, “Mafê hêviyê nayê astengkirin”, “Azadï azadî azadiya Rêbertî”, “Mîmarê aştiyê li Îmraliyê ye”, “Silav silav hezar silav ji Îmraliyê re”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Mafê hêviyê mafê gelan e” berz kirin.

Girseya di nav de aktivîsta TJA Sebahat Tuncel, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û rêxistinên Enqereyê yên DEM Partî hebûn bi dirûşmeyan di nava girtîgehê de meşiyan. Girseyê li ber girtîgehê ji aliyê girseya li benda wan ve bûn hatin pêşwazîkirin. Girseyê li vir jî dirûşmeyên, “Bê Serok jiyan nabe” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” ve derbasî cihê daxuyaniyê bûn.

‘Rêzdar Ocalan û hemû girtiyên siyasî ben berdan’

Li pêşberî deriyê Girtîgeha Sîncanê daxuyanî hat dayîn. Di destpêke de aktivîsta TJA Zeynep Sîbcîk axivî û anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 26 sal in dilgirtiyê û wiha got: “Birêz Ocalan di nava 4 diwaran de tovên aştiyê kom kir û ji me jinan re şand û got ez van tovan ji wê re dişînin da ku hûn belav bikin. Niha me ew tov bi xwe re aniyê. Em li her bajarê derbas bûn ew tov reşand. Me ew tov anîn Enqereyê ku wan tovan kesên şer dixwazin di dile wan de biçînin ku dilê wan nerm bibe. Şertê vê pêvajoye jî ew ê ku di serî de Rêzdar Ocalan û girtiyên siyasî ben berdan. Bi vî awayî baweriya gelê me jî ji vê pêvajoyê bawer bikin. Em li vir silaveke germ li girtiyan re dişînin û dibêjin careke din em ê werin li vir û wê li vir derxînin.”

‘Desthilat li gor pêvajoyê tevnegere’

Piştre jî Hevseroka Giştî ya OHDê Ekîn Yeter Moray axivî, diyar kir ku 6 rojin ew ji bo Azadiya gelê Kurd û wekheviya gelan meşiyan û ev tişt gotin: “Me ji bo hemû gelên tune tên hesibandin meşiyan. Mafê hêviyê mafekî gerdûnî ye. Lê tevî biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê jî ew maf pêk nehatiyê. Biryara DMMEyê 11 sal in pêknayê. Heta meha hezîranê dem dan Tirkiyeyê. Her wiha berpirsyarî da komîsyonê. Lê tevî ew qas gav hatine avetin jî hê komîsyonê di vê mijarê de gav neavetiye. Em jî vê daxwazê tînin ziman. Divê mafê hêviyê pêk were. Lê helbet ne tenê di mafê hêviyê de di înkara gelê Kurd de jî polîtîkayên xwe didomînin. 24 jin li vê girtîgehê tevî cezayê xwe qedandine jî bi biryarên Lîjneya Rêveberiya Çavderiyê berdana wan tên taloqkirin. Di hiqûqê de cihê vê yekê tune ye. Di pêvajoyê de binpêkirinên girtiyên siyasî ên jin nayê qebûlkirin. Hê jî binpêkirina mafan berdewam dike. Hê jî desthilat ne li gor pêvajoya aştî û hiqûqa navneteweyî ye. Em jî ji bo wê dimeşin. Daxwazên me daxwazên rewa ne. Di şexsê Rêzdar Ocalan de bi berdana girtiyên siyasî ve em ê Aştî û Civaka Demokratîk ava bikin.”

Piştî daxuyaniyê parêzer derbasî girtîgehê bûn bi jinên girtî re hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de silavên meşvanan gihandin wan. Girseyê jî li ber girtîgehê govenda azadiyê gerandin.

 

Etîket: Abdullah Ocalanazaddaxuyanîgirtîgeh
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

2 TÎRMEH 2026
Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

2 TÎRMEH 2026
Endamekî Hêzên Parêzvanên Niştîmanî ya Siwêdayê birîndar bû

Endamekî Hêzên Parêzvanên Niştîmanî ya Siwêdayê birîndar bû

1 TÎRMEH 2026
Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

1 TÎRMEH 2026
Bakirhan: Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin

Bakirhan: Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin

30 HEZÎRAN 2026
‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

29 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (33)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne