• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ferdî Sertkal: 11 sal in bersûc serbest in

Abdullah Esen / AW

6 COTMEH 2025 - 08:58
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Polîsan 11 sal berê Şehrîban Sertkal di serhildana şerê Kobanê de li Dîlokê bi sê guleyan birîndar kiribû. Birayê wê Ferdî Sertkal got: “11 sal di ser bûyerê re derbas bû, lê di aliyê edaletê de tu gav nehat avêtin.”

Polîsan di 10 cotmeha 2014an de Şehrîban Sertkal di çalakiyên ji bo Kobanê de li Dîlokê bi sê guleyan birîndar kiribû. Dema Şehrîban birîndar bû, girseyê ew rakiribûn Nexweşxaneya Zanîngeha Dîlokê. Lê rayedarên nexweşxaneyê birîndariya wê kirin hincet û derman nekirin. Piştre malbatê ew birin Enqereyê. Lê li wir jî heman tişt hat serê wê. Jê re gotin ‘ev terorîst e’ û tedawiya wê betal kirin. Ji ber Şehrîban Sertkal di dema xwe de nehat dermankirin, nikare bi serê xwe pêdiviyên xwe bibîne. Êdî di aliye fîzîkî de nikare pêdiviyên xwe yên jiyanî bibîne.

Birayê Şehrînban Sertkalê, Ferdî Sertkal anî ziman ku dewletê beriya çend salan xwişka wî beraat kiribû û got: “Piştî ku xwişka min beraat kirin me doza tazminatê li dadgehê vekir. îdareya Dadgeha Dîlokê ji xwişka min re dibêjin; ‘Her çiqas te doz li îdareyê vekiribe jî, tu bi zanebûn tevli vê çalekiyê bûyî. Te ev girse bi rêxistin kiriye, durişmeyan avêtiye û te pêşengtiyê kiriye. Ji ber vê yekê ev xesara ku te dîtiye dewlet ne berpirsyariya vê tiştê ye.’ û helwesta xwe anîn ziman.”

Ferdî Sertkal diyar kir ku xwişka wî Şehrîban ji sedî 96 ji aliyê fîzîkî ve astengdare û ker û lal bûye û û got: “Polîsan xwişka min birîndar kir. Xwişka min Şehrîban di 10ê cotmeha 2014an di serhildana Kobanê ya li Dîlokê de di çalekiyekên taxê de hate birîndarkirin. Wê demê Erdogan jî li Dîlokê di mîtîngekê de digot, ‘Kobanê ket û dikeve.’ Piştgiriya xwe ya DAÎŞê zelal dikir. Piştî vê gotina wî gelê Kurd li her derî derketin kolanan. Polîsan û çeteyên DAÎŞê li taxên Dîlokê bi hev re êrişên gel dikirin. Bi taybetî jî êrîşên taxên welatparêz dikirin. Di van êrîşan de xwişka min Şehrîban jî birîndar kirin. Sê gule li bedena wê ketin. Jixwe ji dayîkbûna xwe jî ker û lal e. Piştî van êrîşan ji sedî 96 xetereya wê ya ku nikare bimeşe heye. Niha jî li ser sendelyeya astengdariyê ye. Kesên ku tevli çalekiyê bûbûn xwişka min biribûn nexweşxaneyê. Piştre me ew bir Nexweşxaneya Zanîngeha Dîlokê. Lê li wir tedawî nekirin û ew avêtin ber derî. Piştre me li Dadgeha Dîlokê serlêdan kir. Lê Dadgehê di derbarê bijîjkan û nexweşxaneyê de tu tiştek nekir. Ev jî ji ber ku polîsan hem nexweşxaneyê û hem jî bijîjkan tirsandibû. Li gorî gotina wan ‘terorîst e.’ Piştre em çûn Enqereyê me li wir jî tedawiya wê berdewan kir. Li wir jî êrîşê me kirin û em mecbur man, çûn Wanê.”

‘Bi vê bûyerê re xwişka min sûcdar kirin’

Ferdî Sertkal di berdewamê de anî ziman ku piştî ew çûne Wanê êrişên Dewleta Tirk li wir jî berdewam kirine û wiha axivî: “Dure em çûn Antalya yê, sedema çûyîna me jî êrişên çete û yên dewletê bûn. 11 sal di ser bûyerê re derbas bû hê jî tu tiştekî zelal nebûye. Dadgehê ji bo xwişka min doza ji sedî sed baş dabû nişandan. Lê mixabin rewşa xwişka min qet nebaşe. Bi wê bûyerê re xwişka min sûçdarkirin. Doza wê bi mehan dan meşandin. Dure darazê beraatê erênî kir. Em jî rabûn li dijî Dadgehê me doz vekir, yên ku ew şew li taxa me êriş li dar xistin di nava wan de serfermandarên emniyete çete û polîs jî hebûn. Me vana jî li Dadgeha Dîlokê gilî kir lê 11 sal in tu lêkolîn nehatiye kirin. Piştî ku xwişka min beraat kirin me doza tazminatê li dadgehê vekir, îdareya Dadgeha Dîlokê ji xwişka min re dibêjin; ‘te çiqas doz li îdareyê vekiribe jî, tu bi zanebûn tevli vê çalekiyê bûyî. Te ev girse bi rêxistin kiriye, durişmeyan avêtiye û te pêşengtiyê kiriye. Ji ber vê yekê ev xesara ku te dîtiye dewlet ne berpirsyariya vê tiştê ye.’”

‘Di ser de 11 sal derbas bû tu tiştek li pêş neketiye’

Ferdî Sertkal bi domdarî bal kişand ser kiryarên dewletê yên bi çeteyan re, êrîşên xwe yên ku dikin û got: “Lê daxwaza xwişka min qebûl nekirin. Dure me dosya wê şande îstînafê, darazê û hemûyan dosya wê ya tazmînatê red kirin. Niha dosya xwişka min nêzîkî çar sal in li daraza bingehîn li ber dest tê hiştin. Ji ber vê yekê salvegera vê bûyerê ye, 11 sal di ser de derbas bûn. Lê tu pêşketinek tune ye. Hê jî xwişka min sûçdar tê dîtin. Çiqas ji bo dosyaya xwe serlêdan bike jî dibêjin tu sûcdarî. Dosya Selahaddîn Demîrtaş û yên hevalên wî ku ji serhildana Kobanê berpirsyar girtine, dewleta tirk di wir de gelek siyasetmedar û xwişka min jî di wê dosyayê de mexdûr e. Di vir de nakokî heye. Kesek di dosyayekî de mexdûr dibe û ya dinê de jî sûcdar dibe? Ev tişt nayê fêmkirin. Di ser de 11 sal borîn lê tu tiştek li pêş neketiye. Taxa ku bûyer lê qewimîbû, di dawetekê de DAIŞê êrişek pêk anîbû. Di encama wê de qetlîamet mezin çêbû. Li Enqerê jî qetlîama GARê pêk hat, li taxa me ew kesê ku çûbû navê wî Yunus Durmaz bû. Piştre li Dîlokê digirin ser mala wî kesî û di leptopa wî de navê malbata me jî têde derbas bûye. Dewletê em kirine hedef. Dixwazin me qetil bike. Ev hemû bi destê mîtê têne kirin. Welatparêzên ku li wê taxê dijîn piraniya wan hatine deqkirin. Xwişka min niha felç e. Mûçeyê wê yê astengdariyê birîn.”

‘Pirsgirêk a bi hezaran e’

Ferdî Sertkal di dawiya axaftina xwe de xwest kujer bên darizandin û cezakirin û got: “Xwişka min ji sedî 96 astengdar bûye. Em dixwazin civaka me jî vê rastiye zanibe. Pêvajoyeke nû ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hatiye destpêkirin. Ne tenê mijara xwişka min e. Pirsgirêka bihezaran e. Bi hezaran kesên kujerên wan nediyar hene. Divê dewlet di vê pêvajoyê de gavên erênî biavêje. Mûçeyên astengekê yê xwişka min betal kirine. Ev aştî çawa bê kirin mirov fêm nake. Em dixwazin ev mijar û pêvajoya heyî bi awayekî bigihêje armanca xwe.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê ji bo 49 cangoriyan şîn hat danîn

Li Amedê ji bo 49 cangoriyan şîn hat danîn

21 TEBAX 2026
‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

21 TEBAX 2026
ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

21 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Neparastina nirxên civakî rizîbûna civakî bi xwe re tîne’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne