• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Li Rojhilata Navîn bêyî Kurdan çareseriyeke demokratîk pêşnakeve’

Mahmût Altintaş / AW

4 COTMEH 2025 - 08:40
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Rojnameger û pisporê Rojhilata Navîn Musa Ozugurlu anî ziman ku li Rojhilata Navîn hêza herî bi rêxistinî heza Kurdan e û got: “Ji bo wê jî heke Rojhilata Navîn wê çareseriyeke demokratik pêşbikeve hêza Kurdan nayê tunehesibandin. Yanî beyî Kurdan nabe.”

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat pêşxistin, rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê, êrîşên Îsraîlê li dijî Xazeyê û hwd. demekê dirêje di rojevê de ne û nîqaşên li ser geşedanan berdewam dikin. Di nav geşedanên Rojhilata Navîn de li Neteweyên Yekbûyî (NY) civîneke girîng pêkhat. Civîna 80emîn a Lijneya Giştî li Navenda Giştî ya NY li New York a Amerîkayê pêkhat. Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ahmed El Şera ku heta salek berê di lîsteya terorê ya dewletên navneteweyî de bû jî beşdarî civînê bû û xwestin ku wî di raya giştî ya cihanê de rewa bikin. Her wiha Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan jî beşdarî civînê bû û piştrê jî Serokê Amerîkayê Trump re hevdîtinek pêkanî. Hevdîtina Erdogan bi Trump re bandoreke çawa li Sûriyeyê taybet li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike, rewakirina Ahmed El Şera wê pêşeroja Sûriyeyê çawa diyar bike tê nîqaşkirin.

Ji aliyekî ve bandora civîna NYê wê çawa Rojhilata Navîn bike û ji aliyê din vê jî gefên Tirkiyeyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Erdogan herî dawî di vekirina sala nû ya Qanûndanînê ya Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) de careke din gef li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar û anî ziman ku ew parçebûna Sûriyeyê qebûl nakin. Di nav van geşedanan de pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî berdewam dike. Gefên Erdogan li dijî Rojava û geşedanên li Rojhilata Navîn wê bandoreke çawa li pêvajoyê bike tê nîqaşkirin.

Pisporê Rojhilata Navîn rojnameger Musa Ozugurlu li ser geşedanên dawî li Rojhilata Navîn û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pirsên Ajansa Welat (AW) bersivand.

*Hikûmeta Şamê tevî hevpeymana 10ê Adarê jî êrîşî taxa Şêxmeqsûd û cihên girêdayî Rêveberiya Xweser kir. Hûn van êrîşan çawa dinirxînin? Dema em li planên hezên hegemon dinêrin pêşeroja Sûriyeyê wê çawa bibe, Kurd dê di vê pêşerojê de çawa cih bigirin?

Erê di navbera HTŞ û HSDê de hevpeymanek hat îmzekirin lê piştî îmzakirina hevpeymanê herdu aliyan jî tevî ku qala heman hevpeymanê dikirin jî cûda şîrove dikirin. Ji aliyê HSDê ve li ser hevpeymanê dihat gotin ku mafê pêkhateyên Sûriyeyê di çerçoveya mafê mirovan de bê naskirin. HSDê digot destkeftiyên gelên Sûriyeyê di makezagonê de bê misogerkirin. Ji aliyê din ve jî ew ne li gor xwesteka Tirkiyeyê bû. Hikûmeta Şamê jî hewl dide ji Tirkiyeyê ve polîtîkayeke xurt bimeşîne. Ji ber wê jî naxwaze maf û destkeftiyên pêkhateyên Sûriyeyê di makezagonê de misoger bike. Heke ew bibe HSDê û Kurd jî wê bên naskirin. Ji ber vê yekê naxwaze. Ji aliyekî din vê jî pêşeroja YPGê wê çi bibe. Rêveberiya Xweser dixwaze entegrasyona ku YPGê belav neke pêkbîne.  Lê ew yek ji aliyê hikûmeta Şamê ve nayê qebûlkirin. Tirkiye jî vê naxwaze. Ji aliyê din vê jî ji bo xazîneyên binerd jî têkoşînek di navbera aliyan de heye. Ji ber wê jî her çiqas hevpeymanek hatibû îmzakirin jî herdu alî jî nêzî hev nabin. Ji ber wê jî heta ew hevpeyman di makezagonê de neyê misogerkirin, ew êrîş û nîqaş wê berdewam bikin.

                     

*Di hevdîtina Erdogan û Trump de çi daxwazên Tirkiyeyê derketin pêş? Her wiha piştî hevdîtinê jî Erdogan careke din gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar. Dema hûn van geşedanan dinêrin pêşeroja pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk çawa dibînin?

Ez weke texmîn dikarim bejim; Tirkiyeyê hêza ku li Sûriyeyê ji xwe re xetere dibînê dixwaze Amerîka wê heêzê zevt bike.  Amerîkayê ew daxwaza Tirkiyeyê çawa bersivand em nizanin. Tom Barrack beriya niha gotibû divê tenê artêşek û dewletek hebe. Lê artêşeke çawa wê hebe, dewleteke çawa wê hebe ew ne diyar e. Daxuyaniya Erdogan ku gotibû em yekitiya Sûriyeyê dixwazin jî ne daxuyaniyeke nû bû. Gelek caran jî ew yek anî ziman. Tirkiye herêmeke xweser qebûl nake. Ji ber wê jî Serokkomar Erdogan wisa dibêje. Dibe ku ew ji ber rewşa Durziyan gef xwarineke li dijî Îsraîlê be jî lê herêma ku nêzî Tirkiyeyê herêmên Rêveberiya Xweser e. Ji ber wê jî mebesta Erdogan Rêveberiya Xweser e. Di pêvajoyê de jî herdu alî tiştên cûda dibêjin. Li gor desthilata Tirkiyeyê banga çekberdanê ji bo Sûriyeyê jî derbasdar e. Lê aliyê din dibêje Sûriye ne di nav de ye. Ji ber wê jî yek jî xala herî girîng a pêvajoye rewşa Sûriyeyê. Êre li meclisê komîsyonek hat avakirin. Lê xebatên komîsyonê pir hêdî dimeşin. Sedema wê jî rewşa Sûriyeyê. Li benda geşedan û guherînên Sûriyeyê ne.

*Modela Neteweya Demokratîk û Entegrasyona Demokratîk ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn pêşniyar dike, dikare çareseriyeke çawa ji pirsgirêkên heyî re peyda bike?

Hêzên navneteweyî û herêmî ji bo Sûriyeyê hertim modeleke hildibijêrin. Ew model hinek din xwe dispêre aktorekî xurt ango bi hevkariya hêzeke xurt. Lê dema em entegrasyona demokratîk ku Abdullah Ocalan pêşniyar dike dinêrin di wir de xweserî heye. Ez wê xweseriyê ne ji bo xweseriya siyasî dibêjin yanî di biryaran de xweserî. Yanî bi awayekî xweser tevgerînê pêşniyar dike. Ew beriya niha li Tirkiyeyê jî hat nîqaşkirin. Ew ê çawa bibe, wê bê qebûlkirin an nayê qebûlkirin, sînorên wê dê çawa bibin ew girîng e. Lê dema em demokrasiyê bînin berçavan ew pêdiviyeke û nabe nabe ye. Bi qasî nan û avê girîng e. Lê entegrasyona demokratîk ku Abdullah Ocalan pêşniyar dike divê di pratîke de bikeve meriyetê ku aliyên wê hevdu bibînin. Yanî wê li ser çi pergalê bikeve meriyetê. Erê qala Navendîbûna Ademî tê kirin lê aliyên desthilat çiqas ji vê re amade ne. Mînak Tirkiye çiqas amade ye. Helbet modela entegrasyona demokratîk ji bo Sûriyeyê başiyê tîne. Jixwe HSDê jî vê modelê pêşniyar dike. Ew ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê derbasdar e. Gelo desthilata Sûriyeyê ji vê re amade ye? Ez ne bawerim amade be. Lê ew model dikare pirsgirêkên Sûriyeyê çareser bike.

*Ahmed El Şara ku ji berê lîsteya terorê ya dewletên navneteweyî de bû çend roj berê vexwendin civîna Neteweyên Yekbûyî û li wir xwestin wî rewa bikin. Di bin vê de çi plan hene? Em ê di pêvajoyên li pêş me de Sûriyeyeke çawa bibinin?

Ahmed El Şara ji ber ku xizmeta berjewendiyên dewletên rojavayî dike weke karmendekî (eleman) serdestan digirin. Ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî, aborî û planên xwe yên Sûriyeyê dikarin Ahmed El Şera bikarbînin. Wisa dibinin. Ji ber wê jî niha Şara li gor berjewendiyên wan e.  Desthilatiya Esad û pirsgirêka demokrasiyê ya Sûriyeyê nîqaşeke cûda ye lê Esad li dijî dewletên rojava tevdigeriya. Ji ber wê jî ji bo dewletên rojava Şara yekî hê baştir e. Ji bo wê jî dixwazin wî rewa bikin. Hemû kes li gor berjewendiyên xwe dikarin bikarbînin. Hemû dewletên navneteweyî dixwazin wî bikarbînin. Ew jî îtîraz nake. Di hîşe wî de modeleke ango birdoziyeke siyasî ku pêşbixîne jî tune ye. Ji ber wê jî hemû hêzên hegemon niha piştgiriyê didin lê sibe dema berjewendiyên hêzan hat hemberî hev Şara jî wê neçar bimîne hêzeke hilbejerê. Wê demê Sûriye jî wê berbi parçebûnê ve biçe. Heke pêkhateyên Sûriyeyê hêza xwe bikin yek li gor min jî ew hewcedariyeke wê demê li Sûriyeyê dê rewşa xwe îro pir cûda bibe.

*Heke hebûna Kurdan were tunehesibandin ango Kurd careke din bêstatu bê hiştin ma wê pirsgirêkên Rojhilata Navîn çawa çareser bibin?

Dema em hevsengiyên Rojhilata Navîn dinêrin divê hîn dînamîk li ber çavan werin girtin. Jixwe pêvajoya li Tirkiyeyê destpêkiriyê jî bi vê re têkildar e. Rojhilata Navîn hat rewşeke wisa ku statukoyên hebûn parçe bûn. Ji bo wê jî dinamik ango hêza Kurdan ne mumkune ku tune bê hesibandin. Hêza herî bi rêxistin jî hêza Kurdan e. Ji bo wê jî heke Rojhilata Navîn wê çareseriyeke demokratîk peşbikeve hêza Kurdan tune nayê hesibandin. Yanî beyî Kurdan nabe.

*Çima Rêveberiya Xweser a Kurdan ku li Rojavayê Kurdistanê pêkhatiye ji bo hêzên herême weke xetere tê dîtin?

Erê modela Rêveberiya Xweser ji bo hîn dewletan weke xetere tê dîtin. Ji ber ku dema em ji aliyê gelan ve Rojhilata Navîn dinêrin, parçebûnek heye.  Sînorên siyasî û sînorên civakî li hev nagirin. Rojhilata Navîn erdnîgariyeke wisa ye. Ji ber wê jî dema hezeke bêdewlet ji xwe re cih dît, ji aliyê sînorên siyasî ve dewletên herêmê aciz dike. Hemû kes jî ji aliyê xwe vê lê dinêrê û ditirsin ku ew hêz ango ew model bandor li welatê wan jî bike.

*Dema em van hemû geşedanan dinêrin li Rojhilata Navîn pêşerojeke aştî û demokratîk pêkan e gelo?

Helbet li Rojhilata Navîn û li her derê pêşerojeke demokratîk pêkan e. Lê ew ji rastiya qadê nirxandin, li gore rastiyên qadê pêşxistina polîtîkayeke rast pêkan e. Yanî ew rastî ne ew e; HTŞ hat ser desthilatdariya Şamê ne ew e. HTŞê bi rastiyên Sûriyeyê re hev nagire. Hêzeke hatiye çêkirine. Lê hêzên ku li wê axê derketine serwer bibin. Yanî dînamîkên aidî wê axê divê serwer bibin wê demê helbet pêşerojeke demokratîk pêkan eb.  Ez di wê baweriyê de me ku dînamîka çanda demokrasiyê girtiyê û bi demokrasiyê re jî pirsgirêka xwe tune ye wê teqez di Rojhilata Navîn de bi ser bikeve.

  

Etîket: KurdMûsapêvajoRojnamegerSûriye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

1 TÎRMEH 2026
Ji bo vegera efrîniyan amadekariyên dawîn tên kirin

Li Efrînê desteserkirina erd û milkên Kurdan didome

1 TÎRMEH 2026
MYKa DEM Partiyê dê sibe bicive

MYKa DEM Partiyê têkildarî pêvajoyê civiya

1 TÎRMEH 2026
Wezîrê Îngilîz Falconer: Li Îranê Kurd bi zexteke giran re rû bi rû ne

Wezîrê Îngilîz Falconer: Li Îranê Kurd bi zexteke giran re rû bi rû ne

29 HEZÎRAN 2026
Wanî: Keştiya Serokatî bi bawer e û li benda gel e

Wanî: Keştiya Serokatî bi bawer e û li benda gel e

28 HEZÎRAN 2026
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê: Ji bo aştiyê divê gavên berçav bên avêtin

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê: Ji bo aştiyê divê gavên berçav bên avêtin

26 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (36)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne