• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Lîjneya girtîgehê biryara dadgehê binpê kir û berdana girtiyê 30 salî dirêj kir

Enqere / AW

30 ÎLON 2025 - 08:46
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Berdana Mehmet Salîh Erden ku 30 sal in di girtîgehê de ye înfaza wî cara 3yemîn hat dirêjkirin. Dadgehê biryara lîjneyê şaş dît û îtîraza parêzeran qebûl kir. Lê tevî vê yekê jî Lîjneya Çavderiyê biryara dadgehê binpê kir û înfaza Erden taloqî 10ê Adara 2026an kir.

Girtiyê siyasî Mehmet Salîh Erden ku di girtîgeha Hejmar 1an a Xarpêtê de ragirtiyê tevî ku cezayê xwe qedandiye jî cara 3yemîn berdana wî wî hate taloqkirin. Mehmet Salîh Erden ku di 11 Çileyê de cezayê xwe temam kiribû ji ber biryarên Lîjneya Rêveberiya Çavderiyê û Îradeyê ya Girtîgehê nayê berdan. Tevî ku Dadgehê di biryara xwe ya 19ê Tebaxê de biryara dirêjkirina înfazê şaş dîtibû û îtîraza parêzeran qebûl kiribû jî lê belê Lîjneya Rêveberiya Çavderiyê ya Girtîgehê di 10ê Îlonê de berdana Erden 6 mehên din dirêj kir û taloqî 10 Adarê 2026an kir. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê Newroz Uysal Aslan tekildarî taloqkirina berdana Erden, serdana Seroktiya Komîsyonê ya Lêkolînkirina Mafê Mirovan a Meclîsê kir û ji bo Wezareta Dadê bibersivîne jî pêşniyazpirs pêşkêş kiribû.

Tevî ku pûana Mehmet Salîh Erden 44 bû û ji bo “Rewşa baş” sûdê werbigire têr dikir jî Lîjneya Çavdêriyê û Îdareyê di 11 Tirmehê de bi hinceta, “tev li greva birçîbûnê bûye”, “cezayê dîsîplîne hene” û “ne poşman e” berdana Erden taloq kiribû. Li ser vê yekê parêzeran jî îtîraz kiribû. Piştî îtîraza parêzeran, dadgehê di 19ê Tebaxê de biryar dabû û îtîraza parêzeran qebûl kiribû û xwestibû Lîjneya Çavderiyê û Îdareyê biryara xwe li ber çavan derbas bike. Di biryara dadgehê de destnîşan kiribû ku cezayê dîsîplînê û mayina di qawişên girtiyên siyasî de nabe sedema taloqkirina înfazê. Dadgehê diyar kiribû ku girtî Erden li gorî raporan û hemû qaîdeyan tevgeriyaye û di biryara lîjneyê de nakokî hene.

Lîjneya Çavderiyê biryara dadgehê binpê kir

Lê tevî van biryarên dadgehê jî Lîjneya Rêveberiya Çavderiyê di 10ê Îlonê de careke din kom bû û hemû biryarên ku dadgehê gotibû nabe sedema taloqkirina înfazê weke hincet nîşan da û berdana Erden 6 mehan dirêj kir. Bi vê biryarê Lîjneyê re biryara dadgehê jî hate binpêkirin û berdana Erden taloqî 10ê Adara 2026an hate kirin.

Pirsên Lîjneyê ji Erden kiribû jî li dijî biryarên dadgehê bû. Pirsên lîjneyê ji Erden kirine ev in: “Ji ber endamtiya rêxistinê hûn ketin girtîgehê an? Hûn çima tev li rêxistinê bûn? Yên ku derbarê te de îfade da sivîl bû an endam bû, di navbera we de tu pirsgirêk hebû an? Cezayên te yên dîsîplînê hene an na? Sedema cezayên dîsîplînê çi ne? Tu kîjan qawîşa siyasiyan de dimînî, dema tu hatî jî di wir de bûyî an? Dema tu di qawîşa siyasiyan de bî gelo divê hûn agahî û fermanê rêxistinê pêk bînî? Di malbata te de kesek bi rêxistinê re di nav pêwendiyê de heye an na? Sedema cezayên dîsîplînê gelemperî grava birçîbûnê ye, çima ewqas zêde ye? Ew çalakiyên takakesî ne an? We çalakiyên PKKê rewa didîtin an, tu derbarê bûyerên berê pêk hatine de çi difikirî? PKK rêxistineke terorê ye an na? 30 sal şûnve tu poşmanî an na?”

Parlamenter Newroz Uysal Aslan serdana Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê kir û rewşa Salîh Erden ragihandiye û xwestiye bê berdan. Her wiha Uysal pêşniyazname jî pêşkêşî Wezaretê Dadê Yilmaz Tunç kir û derheqê rewşa Erden de pirsan kiriye.

Etîket: girtigirtîgehgirtiyê 30 salîMehmet Salîh ErdenNewroz Uysaltaloqkirina ceza
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Di nexweşxaneyê de li girtiyê siyasî Nevzat Oren xistin’

‘Di nexweşxaneyê de li girtiyê siyasî Nevzat Oren xistin’

19 TEBAX 2026
Rapora binpêkirinên li girtîgehan hat aşkerekirin

Rapora binpêkirinên li girtîgehan hat aşkerekirin

31 TÎRMEH 2026
OHDyê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Egeyê ragihand

OHDyê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Egeyê ragihand

29 TÎRMEH 2026
Nobeta Aştiyê didome: Aştî bi gavên hiqûqî mîsoger dibe

Nobeta Aştiyê didome: Aştî bi gavên hiqûqî mîsoger dibe

24 TÎRMEH 2026
Girtiya nexweş Ayşe Kayra hate berdan

Girtiya nexweş Ayşe Kayra hate berdan

16 TÎRMEH 2026
OHDê rapora xwe ya 6 mehan a binpêkirinên mafan eşkere kir

OHDê rapora xwe ya 6 mehan a binpêkirinên mafan eşkere kir

16 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne