• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Şîrketên bazirganiyê Cûdî û Gabarê bi dînamîtan hildiweşînin

Fexredîn Kiliç - Nedîm Orûç / AW

28 ÎLON 2025 - 08:58
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Şirnex– Şîrketên bazirganiyê li çiyayên Cûdî û Gabar ji bo derxistina komir û petrolê her roj dînamîtan diteqînin û xwezayê wêran dikin. Hevserokê Şaxa Odeya Endezyarên Erdnasiyê ya Amedê Ozgur Haktan Bozan diyar kir ku teqandina dînamîtan zerarek zêde dide zîndiyan.

Di 10 salên dawî talankirina xwezaya Kurdistanê zêde bûye. Hikûmet her roj ji bo avakirina bendavan, vekirina kanên komirê, kolandina bîrên petrolê, birîna daran, qanûnên ku destûrê dide derdixin. Bi taybetî jî li ser navend û navçeyên Şirnexê polîtîkayek cuda tê meşandin. Di serdema hikûmeta AKPê de qanûnên ku li ser daxwaza şîrketên bazirganiyê tên guhertin zêde bûne. Ev qanûn bêtir zerarê didin xwezayê û rê li talankirinê vedikin. Ji ber vê yekê lêgerîna petrol û vekirina kanên madenê zêde bûye. Ev jî zerarek zêde dide xwezayê. Li Şirnexê jî di salên dawî de herî zêde xweza bi teqandina dînamîtan zerarê dibîne.

Li Geliyê Hirça her roj dînamîtan diteqînin

Bi taybetî li Çiyayê Cûdî di kanên komirê de û li Çiyayê Gabar di vekirina bîrên petrolê de teqandina dînamîtan zêde bûye. Her roj li van herdu çiyayan dînamît tên teqandin. Di demên dawî de bi taybetî li Herêma Geliyê Hirça ya Çiyayê Cûdî teqandina dînamîtan zêde bûye. Ev zerarek zêde dide xweza û zîndîwerên herêmê.

Dînamît zerareke mezin dide xwezayê

Hevserokê Şaxa Odeya Endezyarên Erdnasiyê ya Amedê Ozgur Haktan Bozan anî ziman ku dînamît zerarek zêde dide xwezayê got: “Helbet mirov ji xwezayê sûd werdigire lê divê ev sûdgirtin bi awayekî zanebûn were kirin. Divê rê li pêşiya zerarê bê girtin. Piştî kûratiyeke binerdî çavkaniyên avê zerarê ji dînamîtan dibînin. Her wiha zîndîwerên di xwezayê de dijîn jî zerarek mezin dibînin.”

Nezanî û tima zerarê dide xwezayê

Ozgur Haktan Bozan diyar kir ku ji bo teqandîna dînamîtan zerarê nede divê kesên pispor werin xebitandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Dema dînamît ji aliyê kesên nezan ve bên bikaranîn zerarek gelek mezin derdikeve holê. Helbet carna hewce dike dînamît bên bikaranîn. Lê divê ev yek di bin kontrola pisporên vî karî de were kirin. Tişta ku îro li Tirkiye û Kurdistanê xuya dike berojavî vê yekê ye. Dema em derxistina madenên binerd dinêrin xuya dike ku ev kar ne karê pisporan e û bi awayek nezanî ev teqandina dînamîtan pêk tê.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026
Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne