• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

ZIMAN-KURD vebû: Armanc pêşvebirina zimanê Kurdî ye

Fexredîn Kiliç / AW

17 ÎLON 2025 - 10:53
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Riha – Rêveberê ZIMAN-KURDê ku li navçeya Sêwregê ya Rihayê hate vekirin, Mazlûm Dogan Taniş têkildarî armanca avakirina komeleyê û xebatên wê axivî û wiha got: “Armanca me lêkolîn û pêşvebirina çand, huner û zimanê Kurdî ye.”

Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Çand, Huner û Zimanê Kurdî ya Sêwregê (ZIMAN-KURD) beriya mehekê li navçeya Sêweregê ya Rihayê bi awayekî fermî hate vekirin û rêveberiya xwe ava kir. Li Sêweregê cara ewil e ku komeleyeke çand, huner û zimanê Kurdî tê vekirin. Rêveberî avahiya ku ji bo komeleyê radestî wan hatiye kirin niha restore dike. Ji ber avahiyeke kevnare ye tê payîn ku restorasyon dê heta mehek û nîvan biqede. Piştî ku restorasyon biqede û avahî were amadekirin dê bi zaravayên kurmancî û kirmanckî ders bên dayîn. Her wiha ji bilî ziman dê dersên piyano, gitar, wênexêzî û sînemayê jî bên dayîn.

Rêveberê Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Çand, Huner û Zimanê Kurdî ya Sêwregê (ZIMAN-KURD) Mazlûm Dogan Taniş têkildarî armanca avakirina komeleyê û xebatên wê ji ajansa me re axivî.

‘Xebateke wiha heta niha li bajarê me çênebibû’

Mazlûm Dogan Taniş têkildarî pêvajoya avakirina komeleyê wiha got: “Qasî 6-7 mehan nîqaş li ser vî fikrî çêbûn. Em komeleyeke wisa ava bikin, an nekin. Gel dê çiqas xwedî lê derkeve, çiqas bigihe armanca xwe… Beriya mehekê me rêveberiya xwe ava kir û ji bo avakirinê serlêdan kir. Serlêdana me hate pejirandin. Çawa serlêdana me hate pejirandin me dest bi restorekirina avahiya xwe kir. Armanca me lêkolîn û pêşvebirina çand, huner û zimanê Kurdî ye. Mixabin xebateke wiha heta niha li bajarê me çênebibû. Ji ber vê yekê me jî xwest ku em vê valahiyê dagirin. Û ji bo nifşên pêşiya xwe em bingehekê ava bikin. Em dixwazin çi jin, çi mêr, zarok, ciwan herkesên zimanhez be û bixwaze zimanê xwe bi pêş ve bibe me xwest li ser vê bingehê saziyekê ava bikin. Mirovên me yên dixwazin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin bêçare nemînin. Helbet em dizanin roleke me ya dîrokî heye, ev pergala em di nav de di sed salên dawî de bi awayekî sîstematîk şerekî taybet dimeşîne. Em hewl didin vê rola xwe ya dîrokî bi awayekî herî serkeftî pêk bînin.”

‘Piştgiriya gelê me em gelekî şanaz û serbilind kirin’

Mazlûm Dogan Taniş bal kişand ser eleqeya gel a zêde ya ji bo komeleyê û wiha pê de çû: “Em ne li bendê bûn ku di nava Sêweregê de em di demeke kin de ewqas zû bên nasîn û piştgiriyeke ewqas mezin çêbibe. Piştgiriya gelê me em gelekî şanaz û serbilind kirin. Di vê pêvajoya avakirina komeleyê de çi ciwan çi jin ji xwendekar û çi kal û pîr hema bêje her roj em xebatên avakirinê dimeşînin. Di nava rojê de serdan, alîkariya madî û manevî ji aliyê gel ve tê kirin. Bi rastî xwedîderketina gel hem erkên me mezinkirin hem jî hişt ku em bi awayekî cidî, coş û kelecan karê xwe bikin.”

Banga xwedîderketina li saziyê

Mazlûm Dogan Taniş wiha bang li gelê Sêwregê kir: “Di serî de daxwaza me ji gelê Sêweregê ew e ku xwedî li saziya xwe derkevin. Em saziya gel in. Xwedîderketina saziyê xwedîderketina li çand, huner û zimanê xwe ye. Ji ber vê yekê em dixwazin werin saziya xwe. Her wiha piştgiriya pirtûkan dibe amûran dibe were kirin dê baş bibe. Banga me li saziyên çand, huner û ziman ên li Kurdistan û derveyî welat jî heye ku piştevaniya me bikin. Em hewl didin ji vê pêvajoya girîng ku tê re derbas dibin re bibin bersiv.”

‘Çand û huner û ziman tûrnûsola pêvajoye ne’

Mazlûm Dogan Taniş bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku aştî mayînde bibe divê em pêşiyê bi nirxên civakê yên esasî re li hev werin. Ev jî çand û zimanê Kurdî ye. Sazîbûyîna me jî girêdayî pêvajoyê ye. Mirov dikare bêje çand û huner û ziman tûrnûsola pêvajoyê ne. Mixabin pratîka ewilî ya di civîna Komîsyona Aştiyê de neyînî bû. Astengkirina axaftina dayikeke Kurd mînaka vê yekê ya şênber e. Hêviya me ew e ku ev kompleks û refleksa neyînî were derbaskirin. Ji bo ku aştî mayînde bibe divê civaka Kurd bi awayekî serbest û azad bikaribe bi ziman û çanda xwe bijî.”

Etîket: çandHuner û Zimanê KurdîKomeleya ZimanMazlûm Dogan TanişSêwregZIWAN-KURD
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Dengê Borî: Konserên Amîdayê II’ dê dest pê bikin

‘Dengê Borî: Konserên Amîdayê II’ dê dest pê bikin

30 ÎLON 2026
Şêniyên Kercewsê: Karê berhamên me ne wekî berê ye

Şêniyên Kercewsê: Karê berhamên me ne wekî berê ye

6 ÎLON 2026
Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 3  Cewad Merwanî: Ji 45 hezar stranan 4 hezarê wan hatin rizgarkirin

Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 3
Cewad Merwanî: Ji 45 hezar stranan 4 hezarê wan hatin rizgarkirin

15 TEBAX 2026
Festîvala Tetwanê bi konserek coş dest pê kir: Pêvajoya aştiyê siberoja gelê Kurd û Tirk e

Festîvala Tetwanê bi konserek coş dest pê kir: Pêvajoya aştiyê siberoja gelê Kurd û Tirk e

31 TÎRMEH 2026
Festîvala Depê bi dîwana dengbêjan dest pê kir

Festîvala Depê bi dîwana dengbêjan dest pê kir

31 TÎRMEH 2026
58emîn Mîhrîcana Tetwanê bi meşê destpê kir

58emîn Mîhrîcana Tetwanê bi meşê destpê kir

31 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne