• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Bi parastina xwezayê em dikarin civakeke azad ava bikin

Nedim Oruç / AW

8 ÎLON 2025 - 08:45
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex- Parlamentera Şirnexê Newroz Ûysal bang li gel kir ku tev li çalakiya herêma Bestayê bibin û got: “Bi xwedî derketina xwezayê mirov dikare civak û axek azad ava bike.”

Li ser xwezaya Kurdistanê bi salan e, bi awayek sistematik û bi şerê taybet talanek pêk tê. Ev talana şerê taybet di salên dawî de bi taybetî li ser xwezaya Botanê berdewam dike. Ji çêkirina santralên termîkê bigire, heya bendavên ji bo ewlehiyê, ji vekirina kanên komirê heya lêgerîna bi dînamîtan ya petrolê, ji derxistina şewata daristanan heya birîna daristanan a bi destê dewlet û cerdevanan, ji çar aliyan ve xwezaya Şirnex bûye hedefa dewletê. Li dijî vê talanê gelê Şirnex dê 9 û 10ê Îlonê de bi meş û nobeta li Herêma Besta bertek nîşanî hewldanên talankirinê bidin. Parlementera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan derbarê talana xwezaya Şirnexê de ji ajansa me (AW) re axivî û got: “Encax bi xwedî derketina xwezaya xwe mirov dikare civak û axek azad ava bike.

Bi talana xwezayê dixwazin Kurdistanê vale bikin

Ûysal diyar kir ku armanca dewleta tirk bi talanê valekirina Kurdistanê ye û wiha axivî: “Nêzîkatiya talana xwezayê li hemû cîhanê bi destê polîtîkayên kapîtalîst pêk tê. Heman polîtîka li Tirkiyeyê jî tê meşandin. Li hemû bajarên Tirkiyeyê bi destê şîrketên rantê ev yek pêk tê. Talana li Kurdistanê ji ya her derê cudatir e. Ji ber ku nêzîkatiya bajarên Kurdan tenê ne rant e. Dema li Kurdistanê talanê dike, dibêje ez ê Kurdistanê çawa bêmirov, bêkes bihêlim.”

Xîzanî û koçberiya gel ji ber talana xwezayê ye

Newroz Ûysal da zanîn ku dewlet bi talana xwezayê derdikeve derveyî qanûnan û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Li Kurdistanê ji salên 1980ê pêde dest bi bendavên ewlehiyê kirin. Îro xizaniya gelê me, koçberiya gelê me bi vê talanê ve girêdayî ye. Ev talan bi kanên komirê destpê kir, îro bi derxistina petrolê, lêgerîna madenên cuda, dar birînê berdewam dike. Dema talan dikin jî hemû qanûnên parastina xwezayê binpê dikin.”

Qirqirina xwezaya Kurdistanê bi şerê taybet ve girêdayî ye

Newroz Ûysal destnîşan kir ku bi talana xwezayê re encamên gelek neyînî herêmê derdikevin holê û wiha dirêjî da axaftina xwe; “Di xwezaya Kurdistanê de qirkirinek heye û ev qirkirin bi şerê taybet ve girêdayî ye. Gelê Kurd bi xwezaya xwe ve girêdayî ye, Lê ji bo parastina xwezayê çi hewce bike divê mirov pêk bîne. Her mudaxaleya mirov li ser xwezayê pêk tîne bi xwe re encameke derdixe holê. Îro encamên vê yekê li Silopya zêdebûna nexweşiya penceşêrê ye. Li gelek gundên Şirnex êdî çandinî nayê kirin. Ji ber mudaxaleya xwezayê çandinî têk diçe.”

‘Em ê bi çalakiyan xwezayê biparêzin’

Newroz Ûysal herî dawî bang li gele Botanê kir û xwest bi girseyî xwedî li xwezayê derkevin got: “Ev demeke dirêj e, di aliyê talana xwezayê de hişmendiyek bertek dayînê derketiye holê. Divê ev hişmendî berfirehtir bibe. Ji ber ku encax bi xwedî derketina xwezayê mirov dikare civakeke azad ava bike. Axeke azad ava bikin. Gelê me çiqas piştgiriyê bide xebatên li dijî talana xwezayê wê parastina xwezayê jî ewqas pêtir pêk bê. Em hemû gele xwe vedixwînin xwedî derketinek bi girseyî ya li dijî talana xwezayê.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

7 COTMEH 2026
Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

7 COTMEH 2026
Rojnameger Hakan Tosun hate kuştin

Cezayê muebedê li kujerên rojnameger Hakan Tosûn hate birîn

7 COTMEH 2026
DEM Partî bi rojnamegeran re civiya: Di pêvajoyê de dê çi bibe?

DEM Partî bi rojnamegeran re civiya: Di pêvajoyê de dê çi bibe?

7 COTMEH 2026
ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

7 COTMEH 2026
‘Şahbanûya Afrîkayê’ li Hewselê xwe da ber tavê

‘Şahbanûya Afrîkayê’ li Hewselê xwe da ber tavê

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne